Wêjegeh

August, 2021

  • 9 August

    Berbang

    Berbangên hêvîdar dibînim ku xûz dibim liber çirûskên rojê jêra xewnên şevên bi xeyalên xizanîyê dibêjim raperîna di dilê min de, bû ye bahozek ji  rêçe şopan di welatê ku ez tê de, bêhna belengazîyê jê tê bêhn dikim, dil nexwazî û xêrnexwazî bihevra gulîyan badidin carek bejî dixwazim bangê …

July, 2021

  • 31 July

    Eşîra Heyderan û Kor Huseyîn Paşa

    Kemal Suphandax Kurê Nadir Beg, Nevîyê ‘Kor Huseyîn Paşayê Heyderî’ye. Nivîskar, lêkolîner, dîrokzan, sîyasetmedar; lê ji her tiştî bêhtir: Kurdhezekî suhbetger e… Dîwana wî gelek xweş e, xeberdana wî mirov di nav pelên dîrokê de digerîne, Xudanê gelek pirtûkan e, dema mirov pirtûkên wî dixwîne; mîna ku mirov guh bide …

  • 14 July

    Feydeyên guhdarkirina muzîkê çi ne?

    Dilê me ra çawa be, xemgîn an dilxweş be, muzîk her dem nêzê me ye. Muzîk dikare di kêliyên meyên xemgîn de me dilşad bike. Carcarinan, di kêliyên meyên herî şa de, bi muzîkek xemgîn, em bîranînek xirab bi bîr tînin û dilteng dibin. Li gorî lêkolîna zanyar, guhdarîkirina muzîka weya bijare …

  • 13 July

    Pirsname – Necat Zivingî

    Pirsname 20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Necat Zivingî  – Bi alikarî ya M.Samî Çinar    Peyva ku herî jê hez dikî? Necat Zivingî: Ellah Van rojan kîjan stranê guhdarî dikî? Necat Zivingî: Helbestên Cizîrî Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye? Necat Zivingî: Bawerî Tu ji bo çi dijî? …

  • 1 July

    Xîzan û dewlemend

    Weke her carî Qasîdê Xweda (Selat û silavê Xweda li ser wi û malbata wî be) li meclîsê rûniştibû û heval û hogirê wî hawîrdorê wî pêçabûn û wî wek kevirê gûstîlê gistibûn ortayê. Di wê demê de kesekî xîzan ku cil û bergê wî kevin bûn ji derî ket …

June, 2021

  • 30 June

    Fêrîkê Ûsiv: Bavê Helbestvanîya Me

    Di nav her miletekî da gelek helbestvan, nivîskar, hunermend hebûne û hene, lê bi sal û dewran ra yên herî binavûdeng û herî hezkirî di nav gel da, di sewda û mejûyê gel da dimînin, lê yên ku bo navekî derxin an jî perekî qazanc bikin “berhem” çap kirine, dibine …

  • 29 June

    Du Eşîrên Kurd (Dawiya Birakujiyê)

    (Çîrokek jiyayî û rasteqîn) Li herêma Botanê demekê, di navbera du eşîran (Eşîra Ehmed Axa û Eşîra Derwêş Axa) de dijminahiyek rû dabû, sedema vê dijminahiyê jî, kurê Ehmed Axa, kurê Derwêş Axa kuştî bû. Ehmed Axa jî xwest ku vê dijminahiyê dirêj neke û dawiya vê dijminahiyê bîne, çûnkî …

  • 28 June

    Dr. Selah Mihemed Selîm Hirorî/ Ebdurrezaq Bedirxan (1864 – 1918)

    Kurteyek ji Jîyana Ebdurrezaq Bedirxan Ebdurrezaq Bedirxan kurê Necîb Paşa ye, Necîb Paşa lawê Mîr Bedirxan e (1804-1876).[1] Ebdurrezaq Bedirxan li sala 1864, li bajarê Îstanbulê ji dayik bûye. Li destpêka jiyana xwe Ebdurrezaq Bedirxanî zimanên Rojhilat û Ewropî xwendîye, ji wan jî zimanê fransî, vî yekê  arîkarîya wî ji bo …

  • 27 June

    Mele Ehmedê Palo û rola wî di helbesta Kurdî de

    Helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Palo ku bi esil ji devera Palo ya li Bakurê Kurdistanê ye û li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe derbas kiriye, rolek mezin di huner û edebiyata Kurdî de heye. Mele Ehmedê Plo di sala 1920 an de li gundê Sêra Çûrê yê girêdayî bajarê Palo li …

  • 26 June

    Gotinên Pêşiyan – Necmettin KEVE

      Axayek hebû, kengî îşek wî ketiba li ba xizmetkarê wî, tevsîkek savar da xwarin pê de û virêkire îşê xwe. Baxê tiralî siha beran e, çola xebatkaran baxê tirîyan e. Ber çem ber çem diçûye, Benîşta xwe dicûye. Bila bira be, bila ne vir be. Çi tiştê ku hate …