XWEŞÎ Û VEGOTİNA ÇÎRÇÎROKÊ

Çîrok an çîrçîrok (li gor min çîrçîrok xweştir û baştir e) qesta min çîrokên folklorik yên di nava gel de têgotin. Hûn çi dibêjin bibêjin çîrçîrok ji kalanên me gîhîştine kal, pîr, dê û bavê me. Kal û pîrên me tev çîrçîrokan zanibûn. Kêm-zêde çîrçîrok zîndiya xwe hê jî di nav gel de berdewam dike. Ferqa çîrok û çîrçîrokê mijarekî din e. Dîrok, orf û edetên berê, jiyan, êş, hest, bûyer, bîr, hişmendî û çîrçîrok di xwe de dihewîne.

Yên ku çîrçîrokan guhdar kirine, bandora çîrçîrokê li ser wê gelek maye. Ez bi xwe ku li cem min qala çîrok an çîrçîrokê dibe bi heş û aqilê xwe ez diçim zaroktiya xwe, wê demê dijîm û kêfê jê digrim. An ji ku wexta çîrçîrokan dixwînim.

Wexta ku ez zarok bûm şevên me pir caran bê çîrçîrok derbas nedibûn. Bi roj wexta ku dê û pîrên me digot “ Hûn vî karî bikin ez ê wexta raketinê ji we re çîrçîrokan bibêjim. “ Kêfa me pir dihat. Me sebir nedikir ku êvarbibe, me digot dayê niha bibêje, Dêya me: “Kurê min bi roj çîrok nayê gotin, bi roj xerab e, ne baş e, ard û rûnê mirov diqede. Mirov feqîr dikeve.” ku dêya me wer digot, me jî: “Baş e dayê, bila ard û rûnê me neqede.” Dîsa me bi kêf karê xwe dikir. Em bi kêfxweşî li benda çîrçîrokên dayîkê bûn.

Me şîva xwe dixwar piştî xwarinê ku wexta cî raxistinê dibû, em bi lez diçûn nav ciyê xwe. Dêya me jî çi wextî karê  xwe biqedanda û bihata nav ciya. Ku dêya me dihat nav ciya em pir bi kelecan dibûn.  Di nav ciya de em bira û xûng har dibûn û me qelebalîxî dikir, dêya me digot: “Qelebalixê nekin, hiş bin, ku hûn har nebin, dengê xwe nekin, ez ê çîrçîrokê bibêjim, zarokno hûn hazir in, em dest bi çîrçîrokan bikin ya na?. Me jî digot: “Erê em tev hazir in û bira kesek dengê xwe neke.” Dêya me: “Ez va ye dest pê dikim ‘Çîrçîrokê, virvirokê, rûnê rokê…’ Bi hêdê hêdî û carna bi dubarekirî. Em jî li bendê bûn ku ka îşev diya me çi çîrokê bibêje (carna bi henekî digot) “Çîroka me qediya, Rehmet li xwediya, rehme li dê û bavê guhdaran. Çîroka min qediya…” Em pir bi xemgîn dibûn û carna digiriyan paşê jî dêya me dest bi çîrçîrokê dikir…Carna dayîk me dikir şûna egîtan û navên me bikar dihanî,,,em dibûn lehengê çîrçîrokê. Jixwe her tim serlehengê çîrçîrokên qezenç dikirin. Em jî bi kêfa guhdarkirinê û serkeftinê em pê şa û şanaz dibûn.

Çîrçîrokên bi şewat û bi heyecan, carna jî çîrokên bi tirs. Ewqas bandora çîrçîrokê li me dikir ku em ji ber ditirsiyan û xof me digirt ku me serê xwe dikir bin orxanê me li dora xwe mêzedikir ka kî heye. Bandorî heya du sê roja li me dima, bi şev em newêribûn biçûna der. Carnan  jî em ber lehengê çîrokê diketin û digiriyan.

Destpêkên çîrçîrokan her tim wiha destpê dikir:

Hebû, tunebû ji Xwedê mezintir tu kes tunebû…

Hebû, tunebû, carek ji caran, rehmet li dê û bavê guhdaran, Ji xeynî eza û mixtaran…
Hebû, tunebû carek ji caran, rehmet li dê û bavê guhdaran, tev der û cîranan. ji xeynî Bekoyê Ewanan…
Hebû, tunebû carek ji caran, rehmet li dê û bavê guhdaran, tev sêwî û bêmalan. ji xeynî Rom û Ereban…
Hebû, tunebû carek ji caran, rehmet li dê û bavê guhdaran tev birçî û nexweşan…

Hebû tunebû rehmet li dê û bavê guhdaran. Rehme ne li mala wan (malbatên ku jê diqahirîn…) be…
Ev destpêkên çîrçîrokan ji gohê me re pir xweş dihat lê me tew jê fehm nedikir. Ji ber wê me pir goh nedida destpêkên çîrçîrokan. Lê îro em tev baş dizanin ku pîr û kalanên me van gotinên bi wate bi zanebûm hanîne ber hev û hûnandine xistine destpêka çîrçîrokan. Bi van gotinan dost û neyarên xwe diyar kirine, dijminê xwe nîşan dane…

Çîrçîrok di nîvantiyê de jî gelek xweş bû. Carna em diçûn nîvantiya cîranan an diçûn mala yekî, li wê malê kom dibûn û diciviyan, paşê digotin “ ‘Em çi çîrokê an çîrçîrokê bibêjin.’  “Îşev dora filankesî ye.’ ‘Ka herin ba filankesî bikin bila ew jî were. Bê wî şev xweş nabe.’ ‘Bibêje were çaya qeçax e, yê were…’ ” ku çîrokbêjek tunebû an yê ku bi gotinên xwe çîrçîrokan civatê şên û geş bikira li cimaetê neba, hima digotin: “Herin bira Elo jî were”

Carna li hewşan, carna li ber taldên diwaran an li ser xanî û diyaran diciviyan. Qala mesela û bûyeran dikirin. Stranan digotin. Paşî jî li wir jî çîrçîrok dihat gotin bi dor an bi zanebûn digotin: “ ‘bila apo carekî ji me re biçîrîne; çîrçîrokan bibêje’ ” di nava qîr û şematê de dest bi çîrçîrokan dikirin. Bi şahî û kêfxweşî me jî guhdar dikir. Yên ku çîrçîrokan xweş digotin ku li malê bûna, bangê çîrokbêj dikirin, çîrokbêj dihat çîrçîrokên xwe digotin. Ku zû diçû malê ji civatê xatir dixwest  û diçû. Civat li pey bangê wî dikirin, digotin: “ Heciyo! ‘Sawî mawî, salek din dîsa li va bî….”

Kal û pîrên me ne mekteb xwendibûn û ne jî dersa çîrokan girtibûn lê çîrçîrokan gelek xweş digotin, Her yek wek çîrokbêjekî bû. Ev hostetî, aheng, xweşî û vegotina çîrçîrokan bi çîrokên re xuya bû. Ku yek ji heremên dûr dihat dibûn nîvan, mazûvan wî/wan bê çîrçîrok bernedida; him çîrçîrok guhdar dikirin him çîrçîrokan digotin. Ji hev çîrçîrok dielîmîn. Bi saya nîvan û bazirganan, bi çûyîn û hatina derve… çîrçîrokên cûda û cur bi cur li heremên Kurdistanê belev bûne û gihîştine gelek deveran. Hinek çîrçîrok li her derê an li her heremê tê gotin û dişibin hev; kin an dirêj, waryantê wan gelek in. Çîrokhez û çîrokbêj; vebêjiya xwe bi hûnerî berdewam kirine. Nifş bi nifş weka avê di nav gel de herikiye û berdewam bûye. Berê di nav gel de çîrçîrok pir bi rewac bû.

Hinek taybetmendiyên çîrçîrokan divê em jibîr nekin; di çîrçîrokan de mêr ji jinên egît re rêzdar in. Yê egît mêrxas û sozdar bûn. Egît di dema şer û li qada şer de bi dijminên xwe re, dijmin ji dijminên re xayîntî nekiriye. Yên egît ji bo gelê xwe bi mêrxasiya xwe, canê xwe feda kirine.  Serlehengê jin jî gelek in; jin bûne axa û axatî kirine. Ji ber ku kesek wê nasneke xwe kirine dilqên mêran ta ku xwe bigîhîjîne miradê xwe. Carna çîrok li gor gund û herêman bi navê egîtê deverê hatine bi nav kirin.

Vegotin û xweşiya her çîrçîrokê ji zarokan re wek fîlmê qartonî, ji civan re wek fîlm, ji kal û pîran re jî sebir e. Di vê dema teknolojiyê de divê çîrçîrok neyê jibîrkirin, bi çi awayê dibe bira bibe divê ji zarokan re çêrokan bibêjin û bixwînin ta ku neslê nû ji çîrçîrokan pê par nemine û têkiliya nifşên nû û yê berê ji hev qut nebe.

Ev nivîs ne çîrçîroke ji ber ku qala çîrçîrokan dibe ev jî dişibe çîroka çîrçîrokê. Ez jî weka çîrokbêjan dawiya nivîsa xwe dînim û weka wan dibêjim; “Çîroka min qediya, rehme li dê û bavê guhdaran. ji xeynî fesadên li ber dîwaran. Bê cendirme û tehsîldaran.”

Paşa Amedî

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply