“Bûbû” yan “bibû”?

Mirov di tekstên kurdî de – hem yên kurmancî û hem jî yên soranî – herdu formên ”bûbû” û ”bibû” dibîne. Ew herdu jî bi eynî maneyê tên bikaranîn. Lê gelo kîjan ji wan rast e? Yan jî herdu rast in? Heke herdu rast bin, em kîjan wek forma standard bibijêrin?

Li ser daxwaza dostekî, ez ê li jêr tê bikoşim bidim bersiva van pirsan bidim.
”Bûbû/bibû” herdu jî wek formên dema borî ya dûr/çîrokî yên lêkera ”bûn” tê bi kar anîn. Ew forma kesê sêyem yê yekhejmar (ew) in:
– Ew bûbû/bibû doktor.
Formên wan yên bo kesên din jî ev in:
– (ez) bûbûm/bibûm
– (tu) bûbûyî/bibûyî
– (em/hûn/ew) bûbûn/bibûn
Formên neyînî jî wiha ne:
– (ez) nebûbûm/nebibûm
– (tu) nebûbûyî/nebibûyî
– (em/hûn/ew) nebûbûn/nebibûn
Wek ku diyar e, ”-bû” ya duyem nîşana dema borî ya dûr/çîrokî ye. Ew herwiha di peyvên din de jî hene:
– çûbû
– mabû
– zanîbû
– gotibû

Heke em li van nimûneyên li jor (çûbû, mabû) binêrin, em ê bibînin ka dema borî ya dûr  çawa peyda dibe. Formulaya wê wiha ye:

  •   rehê demên borî + bû

Piştî wê, mirov dikare pêşpirtika neyînîkirinê (ne) û/yan jî paşpirtikeke kesî lê zêde bike:
– (ew) [ne]bûbû
– (ez) [ne]bûbûm
– (tu) [ne]bûbûyî
– (em/hûn/ew) [ne]bûbûn
Wek ku diyar dibe, forma rast ”bûbû” ye.
Lê gelo forma ”bibû” ji kû tê û gelo ew jî rast e?
Bo peydakirina bersiva vê pirsê, kerem bikin li van çend nimûneyan binêrin:
– kir-i-bû
– dît-i-bû
– got-i-bû
Em dizanin ku ”kir-, dît-, got-” rehên demên borî ne. Ew bi avêtin paşpirtika raderî ”-in” (kir-in, dît-in, got-in) hatine peydakirin.

Herwiha bi paşpirtika ”bû” ew reh ketine dema borî ya dûr/çîrokî.
Lê gelo ew ”-i-” ya navbera wan ji kû hat? Û gelo ”i” ya di peyva ”bibû” de jî ne wek wan e? Bi gotineke din, heke ”gotibû” rast be (û em dizanin ku rast e), çima ”bibû” dê ne rast be?
Lê ”got-i-bû, dît-i-bû, kir-i-bû” ne wek “b-i-bû” ne. Di “got-i-bû, kir-i-bû, dît-i-bû” de dema borî ya dûr ji rehê demên borî (got, kir, dît) + “bû” hatiye çêkirin. Lê daku du konsonant nekevin pey hev, “i” jî li navbera rehê demên borî û nîşana dema borî ya dûr (bû) hatiye zêdekirin. Di hin devokan de ev “i” lê zêde nabe, anku mirov dibêje:
– kir-bû
– dît-bû
– got-bû
Lê hem di zimanê nivîskî de û hem jî di van devokan de rehê demên borî tê parastin û ”bû” lê zêde dibe. Tek cudahî ew e ku hin devok ”i” lê zêde dikin, hin jî ne.

Lê ”bibû” ne wisa ye. Di “bibû” de rehê demên borî ”bû” nehatiye parastin. Lê ji ber ku di peyvên wek ”gotibû, dîtibû” de berî ”bû”yê herfa ”i” heye, hin kes bi xeletî texmîn dikin ku divê ew di forma dema borî ya lêkera ”bûn”ê de jî hebe anku ”bibû” be.

Lê ”bûn” ne wek ”gotin, kirin, dîtin”ê ye. Di van her sêyan de rehê demên borî bi konsonantekê (”herfeke bêdeng”) bi dawî tê (goT, dîT, kiR). Herçi ”bûn” e, rehê wê yê demên borî bi vokalekê (herfeke bideng”) diqede (bÛ), wek ”çû, ma, za”. Di wan de di dema borî ya dûr de ti ”i” nînin:
– çûbû
– mabû
– zabû
Loma di ”bûn”ê de jî ”i” nîne. Anku forma rast ev e:
– bûbû
Forma neyînî:
– nebûbû
Formên wê yên din jî li gor kesan:
– (ez) [ne]bûbûm
– (tu) [ne]bûbûyî
– (em/hûn/ew) [ne]bûbûn

Husein Muhammed -zimannas.wordpress.com

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply