Hatina Biharê

Salek nû dest pê kir, di destpêka vê salê da xuya dikir ku ev sal saleke pir êcêb e. Li her aliyî ve ecêb e, gotinêke pêşiyên me heye dibejin; “ Dirêjahiya rêbera ya rê ve kifşe dibe.” Ji bo jiyana mirova demsaleke xerîb û, nexweşiyeke bê derman li hemû mirovên cîhanê peyda bû. Em nizanin ji bo çî ye û ji ku derê  hatiye? Dibe ku Xwedê ji bo hîşyariya mirovan elematên xwe nîşanê me dide, em pê nizanin û nediyare.

Tiştên em dizanin li hember vê nexweşiyê pewîst e mirov paqij be û destên xwe pir bişo. Ji bilî  van tevdîran jî ji bo nexweşî nekeve laşê mirovan, destên  xwe nedîn destên tu kesî. Vê demsalê xerîb da ya herî giring û bala min kişand ev nexweşiya bêderman, pêşiya Newrozê jî girt.

Em dizanin Newroz di dîroka me Kurdan de pir bi wateye û cihê wê bêhempa ye. Roja ku Kesinker Kawa li hember Dehak ê zilimkar ev agira pêxistibû, tu kesî pêşî lênegirtibû heya sala îsal ev nexweşiya Covid-19 pêşî lêgirt. Dema em zarokbûn û hîna 14 û 15 salîbûn me li gund agirê Newrozê vêdigist her çiqas  dewletê qedexe bikira jî me disa vêdigist dîsa jî pêşiya agirê Newrozê nehatê girtin. Nepîrozkirina  Newroza îsal de dibe ku xêreke mezin tê de hebe ne diyar e.

Di sala îsal tiştên herî xweş ew bû ku ji ber nexweşiyê hemû cîhanê da nift erzanbû Ji ber erzanbûna niftê cotkaran zevî û tovên xwe îsal parî kî bi erzanî reşand. Em jî wekê malbatekê cotkar cehê xwe direşînin me nift bi erzanî kirî. Em bêjin her tîşt erzan bû na, lê pariyekî nift erzan bû ew jî me ra sewtek bû .

Ez bawer im isal wê xweş derbas be ji ber ku baran heye, zevî û mergên me  bi geş bin.  Bi îzna Xwedê ev nexweşî wê demekî kin de derbas be û her der wê xweş be.

 

ÎIfan Şahin

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply