Sêşem , Pûşper 25 2019
Destpêk / 2019 / Sibat (pel 3)

Arşîvên Mehane: Sibat 2019

Pîrozbahiya Roja Zimanê Zikmakî

Pîrozbahî!!!! 21ê Sibatê “Roja Zimanê Zikmakî” Pîroz Be! Roja 21ê Sibatê ji hela UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” hatiye qebûlkirin û li gelek deverên dinyayê jî ev roj her sal tê pîroz kirin. Li çar aliye dinyayê fermî û nefermî bi hezaran zimanên zikmakî hene lê di nav van zimanan pir ziman bi awayekî fermî nayê axaftin …

Bêhtir Bixwîne »

Ji Xwedê Re Nameyeke Eşkere – Faik Öcal

Ev çil sal e zimanê min di nav xwînê de gevizî, hezar sal e  dilê min xwewendakirî. Zimanê min diyariya dayika min, dilê min xelata Xwedeyê min bû. Zimanê min hawar û qêrîna miletê min, dilê min ezmûna Xwedayê min bû. Ev çil sal e zimanê min li ber tîrên zaliman, hezar sal e dilê min  ber gulleyan. Her bombeyek  …

Bêhtir Bixwîne »

Roja Zimanê Zikmakî

Di sala 1999an de UNESCO, ji bo pêşî li ber mirin û wendabûna zimanan bigire, li hemberî zext û hewildanên tunekirina zimanan, 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî îlan kir.  Ziman bêşeke girîng ya nasname û kesayetiya mirovan e. Ziman ji şertên bingehîn yê netewbûnê ya gelan e. Ew kilîta deriyê çand, huner, kevneşopî, evîn, kêfxweşî, êş û azarên gelan ya …

Bêhtir Bixwîne »

Çima 21ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî ye?

Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî her sal 21ê reşmehê (sibatê) tê pîrozkirin. Ev roj, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê hat pejirandin û bi seremonîyekî hat ragihandin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê ev in: Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî. Bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî. Bilindkirina toleransan li hember …

Bêhtir Bixwîne »

Befr û Bajar

Ev bajarê ku çiya bi sekna riman ber bi asîman ve berz dibin, li Geverê zivistan pir bi îhtîşam e. Eva çend roje kuliyên befrê diporin û duh bi şev gurtir bû. Nasekine. Mirî di nav qebrên xwe de dicemidin? Gelo ajalên li serê çiya çi dikin? Ne bawerim ku ji xwe re xwarinek peyda kiribin. Zimhêrê wan nemaye… Tu …

Bêhtir Bixwîne »

Dubendiya Zarokên Kurdan!

Zarokên Kurd yan wê “dînê xwe hilbijêrin” yan jî wê “zimanê xwe”! Ev nakokiya 100 salî ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê û hikûmetên wê ve her tim tên pêşiya me û me mecbûr dikin ku em yekî ji wan hilbijêrin; careke din, îja bi minasebeta maweya hilbijartina “dersên bijarte” yên dibistanên MEB’ê ev demekî ye di rojevê de ye. Omer …

Bêhtir Bixwîne »

Bêbavî’yê Şêxo Fîlîk

“tu Hemza yî” lê laşê ciwaniyê dayika min, li ber min dirêj bûye; bavê min gorekê din dikole di dilê min de; dapîra min şînekê bêrêz dike; bapîra min civatekê din digerîne. Nizanim, hîn çend çiyayên din ê li ser bêşika min de hilweşin. Porê bûkên min di cih de gewr û sipî dibin. Hevalên min tim eynî sitranê distrin: …

Bêhtir Bixwîne »

Rûpelek Ji Rojnivîska Dilê Min

Çi wext  yekemîn car pê agah bûm ku dem dibore? Şevên min ên bêxew kengê dest pê kirin? Nizanim. An jî nayê bîra min… Bi pirranî xewa min nayê, nikarim rakevim. Her dixwînim, difikirim û dinivîsim. Bi min her tiştek şikestî, windabûyî, tunebûyî ye… Westiyayî me. Rih û giyanê min westiya ye… Çavên xwe ji tarîtiyê re vedikim. Lê ew …

Bêhtir Bixwîne »

Bi mûzîka Kurdî zaravayê Zazakî ji nemanê hat rizgarkirin

Rêxistina Navnetewî ya Perwerde, Zanist û Çandê  (UNESCO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, sala 2012ê zaravayê Zazakî ku zimanê axavtinî yê zêdeyî du milyon kesan e, xiste nav lîsteya zimanên wenda, lê bi rêya muzîk, stran û hunera Kurdî, ew zaravayê han qonax bi qonax ji nemanê hat rizgarkirin.   Hunermendê Kurd, Dogan Çelîk 20 sal e bi rêya …

Bêhtir Bixwîne »