Bêbavî’yê Şêxo Fîlîk

“tu Hemza yî” lê laşê ciwaniyê dayika min, li ber min dirêj bûye; bavê min gorekê din dikole di dilê min de; dapîra min şînekê bêrêz dike; bapîra min civatekê din digerîne. Nizanim, hîn çend çiyayên din ê li ser bêşika min de hilweşin. Porê bûkên min di cih de gewr û sipî dibin. Hevalên min tim eynî sitranê distrin: “Oy felek!”

Agirê dojehê bangê Hemzayên xwe dike, Hemzayên zêrîn, Hemzayên sîmî, Hemzayên bafûnî… Di çavên her jinekê de bihuştek hildiweşe. Çavrêbûn, bû qedera axa me. Her kes bi benên qedera yekî din tê darvê kirin, her kes bi benê qederê xwe laşê yekî din dikişîne, her kes bi benê qedera xwe çîroka yekî din dinivîse û diqetine.

Bihêle Hemzayo! Ez herim ba dayika xwe, wê şîraniya dayika xwe. Dayika min, ji şîraniye pirr hez dike. Şîranî, bihuşta dayika min a dinya ye. Dayika min, bêşîranî nikare bijî û bimire.

Bihêle Hemzayo! Ez herim ba dayika xwe, bi hêstirên xwe dest û lingên dayika xwe bişom. Şîrê min dikele. Bêdayika min şîranî xwarin, ji min re heram e.

Di navberê mayîn û çûyînên dayika min de çend payîz mane!

Bihêle Hemzayo! Bi şîrê xwe, payîza dayika xwe bişom. We bihara dayika min ê bêpayîz e. Ji we şûn de dayika min, tu payîzan nabîne.

Di her kesî de cazûyek heye, bi reşayiyê xwe ve, yan jî bi ronahiyê xwe ve. Her kes bi cazûya xwe dojeha xwe diafirîne, bihuşta xwe çêdike. Min bi çavên xwe dît,  dojehên reş û bihuştên ronî; hinekan agirê dojehê ji hev didizîya, hinekan jî kulîlkên bihuştê diyarîyê hevdu dikirin.

Însan pêşî siftê zarokê di hundirê xwe de dikuje, pişt re dest bi kuştina yên din dike, bi xwezayî, bi hêsanî.

Însan siftê nava xwe di dilê xwe de genî û gemar dike, pişt re nava yên din diherimîne.

Însan siftê çûkên sibehê bîr dike, pişt re hemû çûkên din. Navê çûkan di pirtûkan de dimênin û kes li pirtûkên xwe nagere, nabîne û nexwîne.

Tu çîrokek xewnekê din, tu şiroveya jiyanekê din, tu tabîra rêwîtîyekê din bûyî lê haya min ji tê tune bû. Haya min ji çi hebû ku! Haya min ne di kelemên di çavên min de hebû, ne di strîyê di destên min de hebû, ne qolincên di milên min de hebû, ne jî koça li ser serê min de hebû. Bêhay hatibûm dinyayê û bêhay diçûm ji dinyaye. Tenê di niviştê şevên min ên tenêtiye de, hesretekê kujer û tûj, hesretekê xedar û bêar, hesretekê bênas û bênasname bi min re hebû, bi min re mabû.

“roj hat” û şevên min hîn dirêj bûn. Her ku dem dibihûre, sîya bavê min li ser min kêm dibe, qels dibe, zirav dibe. Her ku wext derbas dibe, di nav berê min û bavê min de “zimanekî biyanî” peyda dibe. Her ku pîr dibim, êşa Qizildaxê dilê min dipêçe. Dizanim, di keleha emrê xwe de, ne ez dikanim derkevim der ne jî bavê min dikane têkeve hundir. Zimanê biyanî, keleha emrê min qewî dike, zexm dike, mihkem dike û nexuyayî dike.

Min bi berxikan re xeber dida û haya te tune bû bavo.

Min bi bihare re deng dikir û tu li ser riyeke din bûyî bavo.

Min bi ewrên li ser sere xwe, dinyake din ava dikir lê te tixûbe jiyana min tevlîhev dikir bavo.

Te bi dengbêjan bangê xwe dikir û min bi miriyên xwe re deng dikir. Yê te dengbêj hebûn, yê min miriyên min hebûn, miriyên tim zindî, tim saxî, tim hêzdar, tim desthilatdar.

Min dikanî ne bi te, na jî bê te holikekê çêkim bavo, ma mal û malik, qesr û qonax di hêlekê de bimînin. Ez holikê ku tu tê da yî de hilnadihatim û holikê ku tu tê de tunebûyî jî tim li ser min hildiweşî. Boy vê min tim çîya û banî hez dikirin, boy vê tim li ser kend û kendalan dimeşiyam, boy vê tim li serê zimanê min kilamê koçeran hebûn û peyva “koça dawî” nêziktirê min bû.

Ez ê ji te re kilamên valahiye bibêjim bavo, kilamên hîçbûne, kilamên bêdengiye, kilamên şeve; kilamn bêdengiya şevê: Dilê min tim nameyeke bênavnîşan û evînekê bênasname bû. Seydayê kurê Şêx Emer her tişti dizane lê ew jî bêziman e û bêzeman e, lal û kerr e.

Roj hat û çîroka me yî biçûk xilas bû. Roj hat û konê bîrbûne li ser me hat vegirtin. Roj hat û bavê min dest bi kilama bêdengiya şevê kir. Ji vê şûn de çîroka me yî biçûk jî bêziman û bêzeman bû, lal û karr bû.

“xwelîsero” û xwezîdevo, ma tu nizanê ji qeder û kederê revîn tuneye. Li ser qermiçokên rûye min rêya yeke din, li ser qermiçokên rûye te rêçê yekî din. Tu bi keder û ez bi keder, karwanê qederê wiha dimeşe, kes ne ji dûv karwanê dime ne jî pêş karwanê dikeve. Yanî her kes û her tişt li cihe xwe ye, li şûna xwe ye. Tu tiştên bêasayî nîn in. Emrê me bişewite û xwelîya emrê me li ser rêye me birêje. Miraz û miradê me, tenê ev e. Berat û terekeyê me wê bû. Weki din, ne tişteki din. Xwelî îro heye û sibê tuneye. Xwelîyekê qûrşinî, xwelîyekê bozî; xweziyekê xwînî, xwezîyekê sipîçolkî. Xwelî û xweziyeke disincire û digirî.

Dilê min teng nebûya malê min jî teng nedibû. Heke ku xulkê min teng nedibûya min ê ji mêj va teşiye Elîfê birêsiya. Heke ku bêhnê min teng nedibûya min ê jûreke din li ser dilê xwe çêkiriya lê tim dilê min teng dibe, mîna rêya kuçe û kolanên bajarên min bêhnê min teng dibe. Mîna hewayê li ber baranê, jinên zik li ber dev, mihîyên li ber zayîne bêhnê min teng dibe.

Min bibêxişîne Elîfe, min bibêxişîne ku zarokên te jî te bibêxişînin. Min dayika xwe nebêxişand, min qedera xwe neperijand, min kedera xwe qebûl nekir, min bavê xwe efû nekir. Xwedê min bibêxişîne. Xwedê rehim e, Xwedê mezin e, Xwedê kerîm e.

Niha ji wan rojên berê tu tişt nema. Niha her yekî me di agirê jiyana yekî din de dişewite. Ez çîroka kê me? Tu sitrana kê yî? Yên din bûn meselokên kê? Xwelî li sere me hemûyan hat rijandin. Me belaya qedera xwe da: Negêhiştin tu deran û na jî mîna xelkê bûnî! Tim xulkê me teng bû, textê me şikesti bû, bextê me reş bû. Tim em dişibin xelkê, tu caran xelk nedişibe me. Tim em ji devê xelkê derdiketibûn û dibûn çîrok, ji devê me kêm nedibû çêr û şorik. Erebe li ber derî me şekalekê kevn bû û erebeyên li ber derîyê xelkê nû û ecer bûn.

Carekê “mînder” ji bin êşîrê hatibû kişandin, çi bikî îcar badilhewa ye, çi bikî beyhude ye, çi bikî belawela ye. Bêjing qul bûye, hevrîng şikestiye, bêrvang dirîye, qantar xira bûye, pergal qetiye, pîvan serobino bûye, olçêk ji hevde ketiye.

Hemû emrê min dibe fîstanê bûkaniye û ji nava mîndereke kevn û riziyayî derdikeve. Ji destên kesekî tu tişt neye, di destên kesekî de tu tişt tuneye; di destên her kesi de qewarên feqîriye hene, di destên her kesî de qelîştokên xizanîyê hene. Paşê ez ê bi dest û lingên zar û zêçên xwe gora xwe bikolim. Dizanim ji cimeatên berê kes nemaye. Kesê werê û li ser mînderên me yî berê rûne tuneye. Di mînderê de tenê êtegê Zêcanê, şalê Kenanê min mabû. Niha Zêcan berdestê jiyana yekî din e, Kenan çîrokekê xerîbîye de windabûye ye.

Neyar pirr bûne, yar kêm bûne. Esil “bêbavî”, bêdost û bêhevalbûne te ye. Ne dostekî te nas dikim ne jî hevalekî te heye. Tu sîyeke bêxwedan bûyî, bavo. Tim bendeyê hêvîyeke gewr bûm lê di her sefere de şoreke reş dihat û li min diket. Birîn xweş dibûn lê êşa şorên reş derbas nedibûn. Esil bêbavî, berdewamiya şorên reş bû. Esil bêbavî biçûkdîtîna awirên neyaran bû. Esil bêbavî, çûyîne te yî bêveger bû.

Min têr pirr jî “germikiya nava destên” te meraq dikir. Çawa bû germikiya nava destên te yan jî dişibû çi? Ji boy vê her tişt bi min sar tê, di navbera min û yên din de dîwarên nexuyayî û têlên sitrî hene. Ji bo vê nawêrim li desten bavekî binerim ku destên zarên xwe girtibin.

Li ser kakilê rêhevaltîya me tim em hatibûn xez kirin lê di bin de tim “ez û ez” hebû. Bo vê kilamê kek û bira bibû “Îlla vir a, îlla vir a!”, pir henek û hindik rastî lê her “rêhevalok” biya xwe dikir, Ji ya xwe danetiket xware. Her kesî û her dem û di her rewşê de tim biya xwe dikir. Kesî nedigot kerê şeytên yan jî hespê Xwedê, tenê “yê xwe hebû” û yên din jî vala bûn, awirên yên din tirş bû, gihayê hewşê tahl bû. Di devê her kesî de eynî şor mîna benîşt çerx dibû: Di hemû aleman de dinyaya me, di dinyayê de welatê me, di welat de bajarê me, di bajar de gunde me, di gund de mala me, di malê de jî EZ!

Gava ku bi destê qederê ava reş li ser çavên merîv were rijandin, ne tenê “çilaqil”, hezar aqil hebe jî, mirov dîsa nikane rastîye her kesî bibîne, bibîne yan jî kedere xwe birêve. Bi zimanê kal û pîran: “Tu yê bi destên xwe çermê êniyê xwe rakî û bi çavên xwe nivîsê di bin vî çermê bixwînî, te çi xwendiye ew qedera te ye, rastiya te ye, ezmûne te ye, bihuşta te ye, dojeha te ye. Tu û qederê te…”

Axaftîna wan wiha dawî dibû: “Her kes gora xwe, bi xwe dikolê, kes nakeve gorê kesê din.”

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply