Rûpelek Ji Rojnivîska Dilê Min

Çi wext  yekemîn car pê agah bûm ku dem dibore? Şevên min ên bêxew kengê dest pê kirin?

Nizanim. An jî nayê bîra min…

Bi pirranî xewa min nayê, nikarim rakevim. Her dixwînim, difikirim û dinivîsim. Bi min her tiştek şikestî, windabûyî, tunebûyî ye…

Westiyayî me. Rih û giyanê min westiya ye…

Çavên xwe ji tarîtiyê re vedikim. Lê ew tarîtiya ronahiyeke din e; wek tunebûna ronahiyê… Di vê ronahiya tarî de nîşan a têkçûn, karesat, hilweşîn û binketina misoger bi awayekî eşkere derdikeve pêşiya min. Xew ji bo min weke dem û dewrên berê dirêj dibe…

Jixwe her tişt ji rûyê wê yê qemer diqewime. Xew e ew, mirina di nava jiyanê de ye, mirina zindî ye. Ew ji ber ku xew e her tiştî dihundirîne, ji ber ku bêbinî ye her tiştî dixeniqîne û ji ber ku tarî ye her tiştî dadiqurtîne…

Xew û xewn; eva dinyaya mûcîzeyê ye an jî dinyaya derasayiyan. Tu dibêjî qey di tarîtiya şevê de gerdûnek ji çirayê de ji nişkave peyda dibe. Her tiştek nû û zelal dibe. Tiştekî ecêb e. Dema ku ecêbiya objeyan berze dibe, wê çaxê xewn jî di kûrahiya dilî de nepenî dibe û diçe. Hingê ku li pey bibezî jî tu nikarî bigihê û bigirî…

Ew rewşa ji dema niha de valahiyek bû. Gava ku mirov disekinî dibû xeyaleke nîvcoyî û nîvxuya dikir. Gava ku mirov hinekî li ser difikirî jî di hişê mêriv de çîrûskek vediket û bîranînên zarokatiyê yek bi yek ronî dibûn, rêz dibûn. Min wer fehm kir ku ez wekî Mem im. Mîna ku Memê di tarîtiya zindanê de li evîna xwe ya wenda bigere li xwe digerim. Li pey xwe digerim tim, şev û roj, çi xew û çi hişyariyê de.

Zaroktî û xortanî li hev nakin! Dûrî hev ketine…

Wexta mirov di zarokatiyê de derbas bû û gehişte salên gencîniyê êdî dinya li ber çavên mirov biçûk dibe; mirov her tiştekî biçûk dihesîbîne, her tiştekî dizane û hez dike ku ji her kesî re rûşta xwe îspat bike. Ji ber ku mirov êdî reşîd û gihêştî bûye; bûye mirovekî mezin! Paşê ew dinyaya zarokatiyê ya ku em jê têr nebûn ji me dûr dikeve; dinyaya perî, cin, dêw û bi ecêbiyan ve tijî li ber dil û çavê me dibe qalibên biçûk û teng…

Lê belê çi bihuşteke xweşik bû ew rojên zarokatiyê. Dema dawiya zarokatiyê tê, mirov li vê bihuştê tê qewitandin. Mirov dizane ku dinya ti car mîna berê xweş, rind û cindî nabe. Mirov vê tiştê fêm dike û nikare qebûl bike lê dîsa jî dengê xwe bilind nake, bêdeng dimîne, rojbiroj di hundirê xwe de difetise, dihele, dimire…

Eva trajedî ye.

Lê ez ti carî zarokatiya xwe ji bîr nakim; Dîsa wek zarokatiya xwe de serê sibê di xewnên şevê de radibim, li ber pencerê radiwestim, xewn û xeyalên xwe temaşa dikim. Lê îro çavên min şil dibin, tijî xwîn û rondik dibin. Di navbera sînorên hiş û hest, rih û bedena xwe de têm û diçim. Di her bîranînekê de dimirim, dimirim û dîsa radibim li ser piyan…

Axx! Xwezî jiyan mîna kuliyeke befrê, mîna perperokeke emirkurt û mîna guleke çilmisî nebûya. Xwezî trajedî ewqas giran nebûya…

Mirov bi tirsa mirinê û xofa hebûnê, di heman demê de jî bi daxwazeke dijwar û bêsebir di bin zext û zordariya jiyanê de dijît û digevize. Çima mirov wisa dijît? Jiyîn çi ye?

Em hemû li bendê ne…

Em ji bo mirinê hatine afirandin û di nav vê jiyanê de dijîn. Mirin wate û armanca mewcûdiyetê ye. Bang î rihê me dike, di xewn û xeyalên me de dibe reng, dibe dengekî kûr ê fesîh. Li hemberî vê heqîqetê dest û lingên me girêdayî ne. Em neşên tiştekî bikin, em neşên. Ax ev dinya. Ma ji kê re nebû gor!

Ew temenê mirov yê kurt her wisa dibore û diçe…

Em bi tehlbûna mirinê diaxivin. Mirina bêdeng û bêmecal ya Sokratî; nayê bawerkirin ji ber ku bi gavên nelerzok çûyîna ber bi devê mirinê ve. Disa jî pêkan e. Lê belê çawa?

Ya rastî ew e ku em ti carî dûbare wê jiyanê nabînin. Xwedî mal û milkbûn ne dewlemendî ye! Em serkeft û serberzê jiyînê nîn in. Êdî ti tiştekî ji me re nabêjin û ne vegot in peyvên xwestin û jiyînê, bê wate ne…

Dibe ku em xelasrêyeke şaş û çewt digerin, rêyeke ku yeknesak dimeşe.  Lê belê jiyan rasterast û yeknesak nameşe…

Derbar Ersîn Tek

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply