3. SideView
Carna mirov dixwaze hem vîdyoyên YouTube-ê temaşe/guhdarî bike hem jî bi heman demê de ji înternetê tîştekî bikirre an jî di medyaya civakî de tiştekî parve bike. Ji bilî vê mirov dema ku lêkolîn dike gelek rûpelan vedike û carna hewce dike ku du rûpelan bi hev re bibîne ji ber ku karê wî/ê bi hêsan û lez bibe. Bi taybetî, mesela em bejin miroveke dixwaze tekstekî hem bixwîne hem jî ji kes re parve bike an jî bi email re bişîne. Di vê rewşê de bi aliyê bikaranîna dirêjkirinîyê/aplîkasyonê ve, mirov di heman rûpelê de dikare tekstê xwe kopî bike û bizelîqîne li ser emailê û wê bişîne. Li vir, Side View dihêle ku mirov malper û lînkan ji alîyê darikê malperê re bişîne da ku herdem multitasking hêsantir bibe.