DÎKÊ JIRÊDERKETÎ

Havîneke germa B.yê bû. Mala xwe ji taxa Î.yê bar kiribûn taxa B.yê. Li vê taxê xanîyekî nû ava kiribûn. Ew cihê ku xanîyê wan lê, bêdeng û kêmxanî bû. Em dikarin bêjin ku nîvçolistan bû.

Ew bi salan hesreta rojeke wiha bûn ku bibin xwedî xênî. Xanîyekî mezin û fireh, da ku tê de aram bijîn. Ferdên malbatê pir caran sedema bêaramî û nîqaşan di tunebûna xênîyekî fireh de didîtin, xeyalên xanîyekî mezin xwedî dikirin. Tewr/cure sedema nexweşîyên xwe jî bi vê pirsgirêkê ve girêdidan. Piştî nîqaş û dilêşîyan encameke wiha derdiket holê:

  • Çareserî: Xanîyekî nû, li cihekî nû…

Îcar her sal civînên malbatî li dar dixistin, biryaran didan… Çê nedibû careke din, saleke din… Lê mala feqîrîyê…

Di xênîyekî ku ji du jûran pêk dihat de rûdiniştin. Ev xanîyê biçûk û kevin şahidê pir bûyeran bûbû. Di hemêza vî xanîyê de hest û ramanên neh kesan xemilîbûn, kemilîbûn. Kurên malê, tevlî bavê xwe ji bo bidestxistina nanê xwe danekî li dibistanê danekî li înşeatan dixebitîn. Ew di gelek avahîyên luks, mezin û fireh de xebitîbûn lê nedibû nesîb ku bibin xwedîyê xênîyekî. Her tim digotin “Xwedê yek e dergeh hezar.” Lê wan zanîbû ku heta Xweda nebê “Erê!” nabe.

Roj hat Xwedê got: “Erê!” Dest bi avakirina xênî kirin. Lê çi dest pê kirin! Çiqas karkerekî jîr, jêhatî û pispor(!) hebe di avahîya wan de xebitîn. Ne pispor bin jî di xanîyê wan de bûn pispor û derketin.  Ew jî bi salan di avahîyan de xebitîbûn û pispor(!) bûn. Ji destpêka avakirinê heta dawîlêhatina xênî, her yek ji wan mîna pisporekî, avahîsazekî û endezyarekî tevdigerîya. Yek diçû yek dihat. Her çiqas ew xwedîyê xênî jî bin, dema têkelê karê karkeran dibûn, ji karkeran qiseyên nema dihatin. Axirê, ew jî bûn xwedî xênî. Ango hesreta wan bi dawîbû.

Di meheke gulanê de ew di xanîyê xwe yê nû de bi hestên tevlîhev bi cih bûn. Wan nizanîbû ji bo pêkhatina xeyala xwe ew kêfxweş bibin- lewra di xewnên şevan de jî nedidîtin û bawer nedikirin- an xemgîn bibin, biponijin û bigrîn. Li alîyekî xanîyekî nû û bidawîhatina hesreta wan, li alîyê din jî şopên zaroktîyê, hest û ramanên ku li wir hiştine…

Carinan wan digot:

“Na, na baş çê bû! Em ji tengezarîyan û cîranên çavnebar filitîn.”

Carinan jî:

“Jîyana me li taxa kevin derbas bû, em ê çawa hînê vê taxa nû, reng û rûyên nû bibin? “

Piştre xwe bi xwe digotin:

“Piştî tengasîyê firehî heye. Xwedê mezin e. Em ê hîn bibin!”

Çend roj û hefteyên pêşî ew bi tenêtîya xwe di mala xwe de çûn û hatin. Piştî çendeyekî cîran yek bi yek kişîyan ji bo bixêrhatin û pîrozbahîyê. Hingê ew têgihîştin ku cîranên wan hene û jîyan li vir heye, kêfxweş bûn. Lê ji çûnûhatina cîranan zêdetir tişta balkêş ew bû ku, jîyaneke gundîtîyê li wir hebû. Taxeke ewqas fireh û vekirî bû ku gir û çîyayên derdor, asîman dihat xuyan û bêhna mirov lê derdiket. Koçeran pez diçêrand, koçer diçûn şevînê, se û dêlik li dûv hev lotik didan, dîk û mirîşk ref bi ref digerîyan. Carekê bihîstin ku mirîşkeke Mala Melê maye, ew jî bêsiud bûye û ji rovîyekî re bûye taştê.

Ev dîmen û bûyerên hanê her çiqas ji wan re sosret dihatin jî ew bi wana kêfxweş dibûn. Wiha xuya bû ku gundîtî ji gîyanê wan dûr neketibû. Her çiqas ew li gundan nejîyabin jî… Ji dîmenên balkêştirîn yek jî pirbûna dîk û mirîşkan bû. Ew tênedigihîştin bê çima li taxeke bajêr her kes xwedî dîk û mirîşk e.

Heta wê rojê. Meha Remezanê bû. Şeveke germ bû û bayeke germ hebû. Piştî paşîvê yek ji kurên malê derketibû serê banî. Da ku hênik bibe û heta derengê sibê ji hênikayîyê sûd bigire. Dêya malê jî bi vê mebestê hilkişîya jorê. Li rex kurê xwe nivînê xwe raxist û raket. Çend deqîqe şûnde bi şewata lingê xwe hisîya û bangî kurê xwe kir. Sedemê şewata lingê dayikê dûpişkeke biçûk bû. Jixwe bihîstibûn ku pêşîyên wan wiha gotine, “Rojên germ û ba hebe dûpişk zêde ne û dijwar in.” Rast gotine, wisa jî çê bûbû.

Piştî vê bûyerê dayik şevek û rojek li nexweşxanê hate derman kirin. Şikir dayik baş bû, rabû ser xwe. Lê bavê malê, seferberî îlan kir. Her ferdekî malê bû leşkerekî biçek û nobedarîyê kir ji ber destê wan dijminên dijwar. Ferdên malbatê ji bûyerên ku bi salan li welatê wan qewimîbûn tegihîştibûn ku tundî, pêvçûn û şer ne çareserîyeke mayînde ye. Ew jî wek mirovên modern li çareserîyên nûjen gerîyan. Ji şaredarîyê alîkarî xwestin. Şaredarî ji bo dermankirina derdora xênî bûbû abone. Lê dîsa jî pirsgirêk çareser nedibû.  Hîkmeta xwedîkirina dîk û mirîşkan êdî fêm kiribûn. “Dermanê dûpişkan mirîşk” bûn. Cîranan wiha digotin. Piştî vê tesbîtê bavê malê bi gundan ket, ji bo kirîna dîk û mirîşkan. Axirî ew jî bûn xwedî dîk û mirîşk. Çend dîk û refeke mezin mirîşkên wan çê bûn. Ew pê bawer bûn ku dê êrîşên dûpişkan rawestin. Hewa sar bûbû, pêjna dûpişkan nedihat. Xwedê zane ka dê encam çawa be?

Me got çend dîk… Dîkek ji van dîkan çav berdabû mirîşkên cîranan. Qey mêranîya xwe nîşanî mirîşkên cîranan dikir! Ew çend hefte bû ku bavê malê ne li malê bû.  Du kurên malê çavdêrîya malê dikirin. Rojek ji rojên çavdêrîyê dîtin ku dîkekî wan dev ji mirîşkên xwe berdaye, bi yên cîranan re digere. Dema dikê xwe ferq kirin çend roj bala xwe danê ku her roj ev tişt dubare dibe. Dîk, serê sibê zadê xwe dixwe, ji hewşê derdikeve, bi mirîşkên bîyanî re digere, diçêre, li kêfa xwe dinêre. Êvarê vedigere, dihewe. Dîk îcar dizanî ku xwedîyê wî jê haydar in. Dema xwedîyê wî li pey şopa wî diçûn û ew didîtin, rûyê dîko sor dibû mîna tarika wî. Diket pişt tenûrê xwe vedişart. Zanîbû çi qisûr(!) kirîye. Xwedîyê wî ew girtin, xistin hewşê, girêdan, av û zadê wî danîn ber. Ji dîk re wiha gotin: “Qey tu tor bû yî! Ma çi ji te kêm e? Kinikê te, xwarin û vexwarina, mirîşkên te hene. Tu yê serê me bixî belayê. “

Lê ew ji kî re dibêjin? Rûyê dîk sor bû, qet bersiva wan neda.

Baş e ku bav ne li malê bû. Pê bihisîya dîko yan şîva şevê bû yan jî xesandî bû. Bi mebesta ku hişê wî were serê wî dîk çend roj di hewşê de girêdayî ma. Ew bi qîma xwe bû. An ê bûbûya dîkê malê an jî…

Ji bilî pîrozbahîya çend cîranan û ajalan pê ve te digot qey tu kes li vir nalive, najî û li benda vê malbatê ne ku werin vê taxê û bibin cîranê wan. Malbat dema li taxa Î.yê bû ji ber ku li kûçeyeke teng dijîya derdora xwe baş nedidît û nikaribû bi awayekî berfireh û hûrgilî çavdêrîyê bike. Jixwe ji ber feqîrî û debara nanoziko nikaribûn serê xwe rakin binêrin bê ka çi diqewime. Qey ev tax wekî taxa Î.yê bû? Taxa B.yê rengîn, cuda û bêhempa(!) bû. Lewra ji tax û gundên derdor gelek mirov li vir bûbûn niştecih. Torî, Remî, Reşkotî, Koçer û Mitirb… Me got tu kes nalive bila ne be derew, sê ekîbên destdirêj/diz (hin Mitirb, Koçer û R.şî) hebûn ku her şev û berî nimêja sibehê wekî nimêjkerên mizgefta Mala Melê, dilsozê karê (!) xwe bûn û di nav liv û tevgerê de bûn. Bavê malê dema li gund bûn li hember zordestîya “Şêxên zordest” serî neditewand û mêrekî şîyar bû. Şîyarbûna wî bû bela serê wî û neçar ma mal barkir berê xwe da bajarê B.yê. Bavo nêçîrvanekî jêhatî bû û ji çavdêrîyê re jî bi kêr dihat. Birastî jî şîyar bû û li vê taxê xew nediket çavan. Her şev an fecara şeveqê li ser milê destdirêjekî –wekî barkêş/kargovanekî- yan dewşek, lihêf û balgeha cîranekî yan jî menterê penîr didît.  Xelkê vir sosret bû. Di suhbetên naverojan de mîna şêremer û bazekî, parezvanên hebûn û welatê xwe bûn lê dema dibû şev û rojê lihêfa xwe dikişand ser serê xwe dibûn dizê malê ango welatê xwe. Axir destdirêj/diz hêjî dilsozê karê(!) xwe ne û destdirêjîyê dikin.

Me got şopên gundîtîyê ji gîyana malbatê dûr neketîye. Piştî tekûzkirina nava xênî bav û kurên malê demildest dest avêtin derdora xwe, hewşê dorpêç kirin û dest bi çandinîyê kirin. Ji darê fekîyan heta bi sîr û pîvazan hewşa xwe mîna bax û bostan xemilandin. Çavnebarî li vir jî heye Xwedêyo! Cîranên çavnebar û diz ku çav bi hewş û çandinîyê kirin, bi xwe ketin. Ket bîra wan ku ax li derdora wan jî heye û wan jî hewşên xwe çê kirin û bi şînahîyê xemilandin. Hin ferdên malbatê nerazîbûna xwe dianî zimên kurekî malbatê jî digot:

“Xwezî her çavnebarî û dizî bi vî awayî be. Bila be, bi xêra me derdor xemilî, kuçe û tax xweştir bûn.”

Nûman Welat-Çandname

 

Derbar ziman

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply