Zeynelabidîn Zinar: ”Edebiyata devkî ya kurdî pir dewlemend e, lê niha Edebiyana Kurdî ya nivîskî jî dewlemend bûye.”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Zeynelabîdîn Zinar ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Avrupa'daki Klasik Kürt Edebiyatı Okulu ve Zeynel Abidin Zinar | Independent TürkçeBERSIV: Zeynelabidin Zinar:

Ez roja Çarê Sibata 1953an, li Bakûrê Kurdistanê gundek bi navê Hedhendkê  hatime dinyayê. Ew gund girêdayê bi navçeya Qubîna girêdayê bi parêzgeha Sêrtî ve bû, lê niha bi Batmanê ve girêdayî ye. Hedhedk gundekî eşîra Reşkotan e. Wê demê bavê min li wirê meletî dikir. Ji sala 1984an ve ye ku li Swêdê me, lê di van 20 salên dawîn de ez digerim û lêkolîn dikin, berhemên klasîk, folklor û destnivîsan berhev dikim.

 

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

BERSIV: Min sala 1963-64an pêşî bi tîpên erebî dest bi nivîsandina kurdî kiriye, wê demê min du pirtûkên kurdî û du jî yên erebî wek nivîsande nivîsîne. Piştre min hin helbest jî nivîsîne. Lê bi awayê rêkûpêktî sala 1984an min li Swêdê dest pê kiriye. Pêşî min Nûbihara Biçûkan a gorbihişt Ehmedê Xanî veguhaztiye alfabeya latînê.

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Ez ne şaş bin di nivîsîn û weşandina pirtûkên kurdî de rekor di destê te de ye. Cenabê te heta niha bi tevahî çend pirtûk weşandiye?

BERSIV: Ew rekora îşkencê ku di çar salan de 178 roj îşkence li min kirine, wek rekor tê hesibandin. Li wê gorê, min jî hemû hêza xwe da ser nivîsandina kurdî û pirtûkên kurdî. Ji 1985an hetanî Newroza 2022yan, ger ne şaş bim 132 pirtûkên min hatine weşandin.

 

Lokman Polat – Pirs : 4 – Te berê bi sernavê XWENÇE wek rêzepirtûk 10 pirtûk weşand. Niha jî bi paştgira XANe û bi sernavê VEJÎNXANE, HEVOKXANE, ÇANDXANE û SÊWIRXANE 4 pirtûkên qalin nivîsî û weşand. Ev dê bidome? Tu yê bi deh pirtûkan Xaneyan temam bikî yan na?

BERSIV: Erê rast e, min 10 cild pirtûk bi navê XWENÇE ku xwerû berhemên Folklora Kurdî ne, weşandine. Di wan deh cildan de 1.710 perçe folklor hene. Ev pirtûkên ku bi …XANê hatine binavkirin, heta niha ji wan 6 hatine weşandin û ŞATIRXANE jî bi hêvî me ku wê berî Newroza 2023yan ji çapê derkeve. Ev pirtûk,  ji nivîsên min ên ku li rûpela min a Fabebookê hatine weşandin derketine holê. Ez ê berdewam bikim heta ka digîjim kurê…

 

Lokman Polat – Pirs : 5 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

BERSIV: Rastî ev e ku merivek bi çi zimanî binivîse, xizmeta çanda wî zimanî dike. Mesela biyolojîk ku ew Kurd e yan ne, ne girîng e. Ya girîng kiryarên meriv in. Lê kurdê ku bi çi zimanî binivîse, dibe nivîskarê miletê xwediyê wî zimanî.

 

Avrupa'daki Klasik Kürt Edebiyatı Okulu ve Zeynel Abidin Zinar | Independent TürkçeLokman Polat – Pirs : 6 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

BERSIV: Edebiyata devkî ya kurdî pir dewlemend e, lê spas ji bo Yezdanê mezin, niha Edebiyana Kurdî ya nivîskî jî dewlemend bûye. Bi hezaran pirtûkên kurdiya kurmancî derketine holê û refên pirtûkxaneyan xemilandine. Pirtûkxaneya Kurdî ya Swêdê li dora 10 hezarî pirtûkên kurdî di xwe de hêwirandiye.

Îro li Bakûrê Kurdistanê ji dusedî zêdetir nivîskarên bêxwedî hene ku her yekê sê, çar, pênc û zêdetir pirtûk nivîsîne lê mixabin nehatine çapkirin û haya kesî ji wan tune.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

BERSIV: Di rastiyê de Çîroka Folklora Kurdî jî, roman e. Li gor baweriya min  ev cûre roman gelek dewlemend e û li pêş e. Wek mînak, çîroka Abidê Şkeftê romaneke pir dewlemend e. Lê divê Romana Kurdî jî neyê ihmalkirin. Helbesta Kurdî jî pir dewlemend e, xasma ya klasîk, lê belê ew êdî klasîk in, divê helbestên nûjen pir werin nivîsandin. Lê mixabin ew helbestên ku niha têne weşandin, pir lihevketî ne.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

BERSIV: Cihê ku rexne lê çênebe, li wirê tu tişt tune, tenê dîktatorî heye. Di warê nivîsê de divê hertim rexnegîr hebin û rexneyên bidilpakî bêtin kirin. Lewra rexne riya rast nîşanê meriv dide û ders e bo meriv.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

BERSIV: Na, mixabin. Rexnegir tu giringîyê nadin xebatên min. Kesên ku rexne li min dikin pir û pir hindik in, ew jî bi piranî peyvên berê, yên bêtoreyî bi kar tînin. Lê gelek jî pesnê min didin, pesndayîn jî ne baş e, ji ber ku pesn merivan ji xelkê averê dike. Ez mîna kesekî ku 300 sal jiyabe, wisa pêzanê rewşa jiyana Kurdan in, lê ez hertim xwe kesek ji civata Kurdan dizanim û li wê gorê rêzmendî ji civata xwe re nîşandidim û hem jî ez suxrevanê wan im.

 

Avrupa'daki Klasik Kürt Edebiyatı Okulu ve Zeynel Abidin Zinar | Independent TürkçeLokman Polat – Pirs : 10 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye? 

BERSIV: Li welatên Rojhilata Navîn, bi giştî li welatên bisilman, semaxa kesî ji bo rexneyê tune. Di rastiyê de rexne, nîşandana riya rast û dirûst e û bi serê xwe ders e jî. Lê niha Rexnegiriya Kurdî pir lawaz e û hêj cihê xwe venegirtiye. Rexneyên ku têne kirin an pesn in, an jî heqaret û bêrêzî ne.

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Mijara berhemên te bi giranî derbarê folklora kurdî, çîrokên gelêrî û gelek mijarên din de ye. Niha tu bi giranî li ser kîjan mijarê dixebitî?

BERSIV: Bi piranî xebata min lêkolîn e, bi taybetî jî berhemên klasîk, folklor, destnivîs û tiştên wisa…

Zeynelabidîn zinar

Lokman Polat – Pirs : 12Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

BERSIV: Ev gotineke rast e ku hatiye gotin, ango Nivîskarên Kurd pirtûkên hevûdu naxwînin.

Ji 1984an hetanî 2005an, min piraniya pirtûkên kurdiya kurmancî xwendine. Lê her ku meriv berepêş diçe, berpirsyariya meriv jî ku zêdetir dibe, êdî wextê meriv zêde ji xwendina pirtûkan re namîne û divê meriv wê zanîna ku wergirtiye daxîne nivîsê da ciwanên me sûd jê werbigirin. Jixwe ev medyaya elektronîk rê nade xwendina pirtûkên ku li ser kêxiz in.

Ez jî niha zêdetir nivîsên li medyaya elektronîk dixwînim û peyvên kurdî ji bo ferhenga xwe berhev dikim.

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Ez zanim û dixwînim, tu car caran helbestên gelek baş û xweş dinivîsî û di înternetê de diweşînî. Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

BERSIV: Erê rast e ku ez helbestan jî dinivîsim. Diwaneke min bi navê QOLINC jî heye. Min di salên 1964 hetanî 1970yî jî gelek helbest nivîsîne, lê tev wenda bûne. Ji sala 950 hetanî niha, zanayên me gelek helbest nivîsîne.

Rast e ku rexnegiriya helbestê pir kêm e, yan jî tune. Sedem jî ev e: Xwendevan zêde ne pêzanê helbestê ne, ji ber hindê rexne jî pir kêm tê kirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 14Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

BERSIV: Rast e ku piraniya nivîskarên me semaxa rexneyên li berhemên xwe nakin û ger rexne bête kirin jî, dibêjin ku ”ji min dihevsidin lewra rexne dikin.” Dema ez sekreterê Komeleya Nivîskaran bûm, min ev hawe pir dîtin.

Lê belê heta niha jî min nedîtiye ku hin nivîskar rexneyên ku ez ders jê werbigirim li berhemên min kirine. Lê hin caran  rexne dibin jî, ew tenê pesnê min didin. Ez pir dixwazim ku hinek rexne li min bikin da ez jî sûd ji rexneyên wan werbigirim.

Avrupa'daki Klasik Kürt Edebiyatı Okulu ve Zeynel Abidin Zinar | Independent Türkçe

Lokman Polat – Pirs : 15Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be? Û çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

BERSIV: Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir ev e ku herdu jî, berpirsyariya xwe bizanibin û li wê gorê tevbigerin. Bila rexnegir rexne bike, bila nivîskar jî ders ji wê rexneyê werbigire. Atmosfera rexneyê, bi çewtî û xeletiyên nivîskarî ve girêdaye. Pêşwazîkirina rexneyê jî, girêdayê bi dilpakiya rexnegir û rêkûpêktiya nivîsarî ve girêdaye. Dema ku wisan çêbibe, hinge dê rewaca rexneyê pir xweş bête pêşwazîkirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Edebiyata kurdî a devkî div ê hêlê de pir dewlemend e. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

BERSIV: Ev mijareke balkêş e û dikarim weha bibêjim:

Rast e ku Kurd neteweyekî kevnar e û her tiştên wan ên wisa divê hem di edebiyata devkî de, hem jî di edebiyata nivîskî de hebin, pir jî hene. Lê belê erotîzm, porno, ramûsan û hwd. divê di cihê xwe de bêtin bikaranîn. Eger nivîskarek nekeve babeta wan xalan, çênabe ku behsa wan tiştan bike.

Tiştên wisa di edebiyata devkî de pir zêde hene. Dema behsa evîndarê tê kirin, ji dev û lêvan bigir heta memik û binzik jî têkel dibe. Di berhemên klasîk de jî gelek tiştên wisa hene. Mînak, Memozîna Ehemedê Xanî dema behsa zewaca Tacdîn û Sitîyê kiriye, gelek organên cinsî jî eşkere gotiye, lê mesela navê organê cinsî yê Tajdîn bi dira fîl şûfandiye.

Berî her tiştî dive rewşenbîrên Kurd rêz li Toreya Kurdî werbigirin. Peyva kultur/çand, zagona jiyanê ye. Çend mînak ji Toreya Kurdî bidim:

Ji bo qorika jinan, kulîmek tê gotin

Ji bo memikê keç û jinan, pêsîr tê gotin

Ji bo têkiliya cinsî ya mêr û jinê, nivîn tê gotin

Ji bo qûnê, pind tê gotin

Ji bo organa cinsê ya jinê, ze/zê tê gotin

Lê di edebiyata çêr û dijûnan de, navê her tiştî yê rast û dirust eşkere têne gotin.

Ev hawe jî, zagona çandî ya Kurdan e.

 

Jınewarıya Derweşe Sado (Zeynel Abidin Zinar) - Fiyat & Satın Al | idefixLokman Polat – Pirs : 17Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

 BERSIV: Min romaneke gortbihiş a Mihemed Uzun bi awayekî lêkolîna naverokê xwendiye, di romanên wî yên din de jî, min gelek alîkariya wî kiriye û gelek mînakên çîrokên folklorî dane wî ku ew jî wisan bihone. Lê bi rastî min romanên kurdî yên wan nivîskaran bi awayekî rêkûpêk nexwendine, tenê ez agahdarê bi naveroka wan bûme. Di wan de ger ew babet naverok hebin, pir normal e. Madem ew naverok di Memozîna Xanî de jî hene, çima wê di wan de nebin!

 

Lokman Polat – Pirs : 18Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

 BERSIV: Bi baweriya min bandora nivîskarên Rûsî zêdetir heye. Sedemê wê jî diyar e ku ji ber îdeolojiya komunîzmê çêbûye.

 

Lokman Polat – Pirs : 19Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

 BERSIV:  Pêşî divê ez kurdiya van peyvan binivîsim:

Realîzm: Rastî.

Surrealîzm: Serdestê rastiyê, yanî: Rastiya wê tune, lê nivîskar bi xewn û xeyalên xwe rastiyekê derxitiye holê.

Modernîzm: Lêbanîna li demê.

Postmodernîzm: Pênaseyek tê bikaranîn û bi pirsgirêk û heta nikarkirina têgîn û perspektîfên bingehîn ên raman û çanda nûjen pêk tê.

Helbet ev hawe di berhemên kurdî de hene. Lewra nivîskarek bizav nake ku berhema xwe ji van rastiyan averê biafirîne. Lê mixabin ev berhemên ku di van 20-30 salên dawîn de derketine holê, ji rastiya Çanda Kurdî averê hatine afirandin. Ev hawe jî dê xisareke mezin bide Çanda Kurdî.

 

Lokman Polat – Pirs : 20Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

 BERSIV: Rast e ku nivîskar, afirmend e. Afirmend jî, bi xeyal û hestên tîjîfehmtiyê çêdibe. Di van salên dawîn de mixabin xeyal, fentezî û rastiya di piraniya roman û çîrokên kurdiya kurmancî de, vajiyê ji Çand û Toreya Kurdî ne.

 

Lokman Polat – Pirs : 21Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

 BERSIV:  Wateya Çîroka Jiyanê (Otobiyografî), ji cureyên nivîsandina jiyana mirovên xuyanî,  wek nivîskar an hunermendekî navdar diyar dike. Ew kes bi huner, zanist, siyaset û hwd. di nava civatê de tê naskirin û serpêhatiya xwe, ya malbat û bajarê xwe diyar dike. Lê pir zehmet e ku nivîskar dema dinivîse yeksan be.

Dema em bêjin, mijara berhemên kurdî ên nûjen divê em bêjin mijara kîjan beşa Kurdistanê û ya kurdin penaber ên li welatên pêşketî û li welatên lipaşmayî? Hingê mesele pir dirêj dibe. Bi kurtî ger bêjim, mijara berhemên kurdî ên nûjen li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê zêdetir fentezî û xeyalî ne. Bi gelemperî ku bêjim, niha rewşa mijara berhemên edebî xirab e.

 

Lokman Polat – Pirs : 22Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

 BERSIV: Ew dîtin şaş e û xelet e, tiştekî ku hebe û meriv bêje tune, gunehkarî ye. Kesên ku wisa gotine ”romana kurdî tune” û wan bi xwe jî nivîsîne, nexwe baweriya wan bi wan tune. Memozîna Ehmedê Xanî bi xwe Romana Kurdî ye. Divê meriv guhên xwe nede kesên wisa.

 

Lokman Polat – Pirs : 23Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

 BERSIV: Çi kesên ku bi kurdî dinivîse, ez wan nêzê xwe dibînim, ji hemiyan jî hezdikim û serkeftin ji wan re dixwazim. Lewra kî bi kurdî binivîse, mala vî/wê ava be, barê me sivik dike.

Nivîsandina Zimanê Kurdî gulistan e, nivîskar jî wek mêşa hingiv in, civana wan jî li ser gulan e.

 

Lokman Polat – Pirs : 24Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

 BERSIV: Xebata min çaralî ye, li ser gelek tiştan kar dikim. Niha 3-4 klasîk di destên min de hene, Komkujiya Gêliyê Zîlan, Diyaneta Elewîtiyê û Ferhenga Bêjebêjê berdewam in. Di nêz de wê du-sê pirtûkên min ji çapê derkevin.

 

Lokman Polat – Pirs : 25Gotina te ya dawî…

BERSIV: Gotina min a dawîn ji hemû dê û bavên zarûkan re ku ew bi zarûkên xwe re bi kurdî bipeyivin û xwezaya Kurdistanê bi wan bidin naskirin. Hêviya min ji hemû Kurdan jî ev e ku ew bi zimanê xwe bipeyivin û li gor Toreya Kurdî bilipikin. Lewra ziman û tore ji Kurdan re mîna du bask in. Dema baskek şikestî be, Teyrê Sîmir ê kurdî nikare bifire.

 

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

BERSIV: Spasxweş, her şad û bextewer bî…

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply