Xwîn

Xwîn organeka mirovan ya gelek giring e, mirov dikare bêje ev ava jîyanê ye. Di bedena miroveki gihîştî da, bi giranîya xwe 70 kîlo û bi bejna xwe 170 cm, nêzikî 5-6 lître xwîn heye. Xwîn, şilaveke ji gelek elementan pêk tê. Di nav xwînê da li aliyek şanê xwînê û li alîyê din da plazma bi tevî protein, rûn, karbonhidrat, madeyê mîneral; wek kalsiyûm, potasytim, natriyûm û hesin hene. Ew elementana tevî xwînêdigîhêjin hemû derê bedenê ti her şana bedenê.

Di xwînê da sê cins şane hene. Ji wan ra dibêjin eritrosit (şanên sor yên xwinê), lekosit (şanên spî yên xwînê) û trombosit (şanên piçûk, ên ji bo mêyandina xwînê); ger ew tunnebin, xwîn, nikai-e bhneyê). Eritrosit (şanên sor yên xwinê, sorglorik) ji pişikê oksijen bar dike û dighijîne her şanên bedenê. Eritrosit weki şanên bedenê din nîn in, ji ber ku dendikê wana tunne. Ew bi teqrîbî 5.000.000 /|il di bedenê da tên dîtin.

Lekosît (şanên spî yên xwînê, spîglorik) bedenê ji mîkroban û hemti tiştên ku beden naxwazê paqîjdike. Ango ew leşkerên bedenê ne. Ger mîkroban avêtin ser bedenê, da ku wê nexweş bixin, lekosît wan mîki-o Şane

=42% Erîtrosît Sorgloril<)

= 5000 000 /yl

Lel<osit (Sgigloril<)

Xwin 5-6Litre

Plazma = 58 % Trombosit :200 000/i JI av Plazma, Protein %8ê Plazma

Lon Glukoz

Homion

Kreatinin

%2ê

Plazma

Xwîn û elementên di nav xwînê da ban nasdikin û di wê gavê da dijî wana şerekî destpêdikin. Gelek cinsen lekosîtan em nasdikin. Hindek ji wan ji bo kuştina mîkroban, hindek ji bo naskirina mîkroban û hindek jî ji bo çêkirina antîbody (dijîbeden) berpirsîyar in. Ji wan ra dibên lenfosît. Cinsekî dinê lekosîtan ra jî dibêjin monosît. Monosit li kuderê mikroban dibine, wana dixwe û bi wî awayi wana bêzerar dike. Ev bi teqrîbî 5.000 l]i\ di bedenê da tên dîtin Şaneyên din ku di xwînê da hene, navê wana trombosît in. Wazîfa wana meyandina xwînê ye. Ger trombosît tunebin (di bedenê mirovan da, li her dezîlître 200 hezar.hene) xwîn nikare bimeyî û xwîn biherîke heta mirov mir. Ger muov birîndar be, an jî cîyekî xwe jêbike, trombosît tênê şima birînê û demarên ku jêbûye ti xwîn jê tê, dixitimîne.

 

“Ev nivîs ji pirtûka Doç. Dr. Huseyin Bektaş Anatomiya Bedena Mirovan hatiye vergirtin”

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply