Mamik- Tiştonek (3)

Tiştek heye: Li vê alî perçîn,
li vî alî perçîn,
di navên de mîna gogerçîn
Ew çi ye?(21)

Tiştek heye: Dara nav avê,
avê da navê,
çuçika liser,
nikil zer.
Ew çi ye?(22)

Tiştek heye: Hor hore,
bor bore,
heba purtê lê tune.
Ew çi ye?(23)

Tiştek heye: Çeqmeq e,
laq û peq e,
herçî dest bidîyê ehmeq e.
Ew çi ye?(24)

Tiştek heye: Sêniya savarê,
ser gohê darê.
Ew çi ye?(25)

Tiştek heye: Çûm serê zinarek,
dikutim bizmarek,
deng diçe hezarek.
Ew çi ye?(26)

Tiştek heye: Qazî bi qîzê va,
mele bi jinê va,
çûne bi rê va.
dara sêvê bi rê da,
çar sêv pêva,
her yekî yek çînî,
yek ma pêva.
gelo di vî tiştanokê de çend kes hene?
(Sê kes hene:27)

Tiştek heye: Difire bask tune ye,
vedine ling tune ye,
şîr heye guhan tune ye.
Ew çiyê?(28)

Tiştek heye: Qul di erdê de,
berî di xwedê de.
Ew çi ye?(29)

Tiştek heye: Hin ji min,
hin ji bizin,
hin ji gayê mezin,
tev bi mira dibezin.
Ew çi ye?(30)

Bersiv:

21- Çav
22- Birinc-riz
23- Trên
24- Duvpişk
25- Hinar
26- Dengdana ewr
27- Sê kez hene: Qazî, qîza qazî, mele
(qîza qazî jina mele ye).
28- Kereng
29- Bîr
30- Çarox 

Seîd Veroj – kovarabir.com

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply