Xwendekarên Kurdî Divê Dilnizm bin

Gava beşa Kurdî li zaningehên welatê me vebûn, ez bi kelecanî beşdarî dersên wan bûm. Ji bo beşdarî dersan bibim, ez wekî mêvanek dihatim qabûlkirin. Her sal xwendekarên nû dihatin û ev tişt jî fersenda zêrîn dida min, da ku ez li ser hinek mijaran çavdêriyê li wan xwendekaran bikim. Ji ber ku dersên lîsansa bilind bû, gelek kesên ku di beşa Kurdî de nivîskar, helbestvan û pisporê ziman bûn, wekî xwendekar beşdarî dersan dibûn. Ev dersên lîsansa bilind, heftê rojek bû û min wê rojê wextê xwe tev li zaningehê mijûl dikir û heta êvarê bi wan xwendekaran re li ser mijarên zimanê Kurdî diketim nava niqaşan. Jixwe ku mijar Kurdî be, ne tenê di polê de, di bexçe heta korîdor û kantîna zaningehê de jî her cîh  ji bo niqaşkirinê dihat bikaranîn. Te digot qey Kurdî, li vir, cihê ku zemanek qedexe bû û saziyên fermî jî wekî zindanekê bûn, azad bûye û her peyv jî pirozkirina serkeftina me bû. Di polan de, herkes wekî li mala xwe, bi rehetî pirsa xwe dikir û li bendî bersîva xwe dima. Jixwe zimanê dayîkê her deverî vediguherîne mala mirov. Li her qada erdê, eger herî kêm du kes bi zimanê dayîka xwe biaxivin, li wir dê bêhna welat bê. 

Her kes bi zimanê nivîskî diaxivî û çi xwediyê danehewa bûn, bi comerdî bi derdorên xwe re parve dikirin. Te digot qey bihara zimanê Kurdî bû û te li ser erdê çi tovê peyvan biçîniya dê şîn bihata. Eger ew mijarên ku xwendekarên Kurdî li derve diaxivîn, ez binivîsim, ez bawer dikim hezaran mijarên gotaran dê derkeve. Ji bo mijarên tezên xwe ew bi her kesî re parve dikirin û derbarê mijarê ku dixwestin lêkolin, alîkariya her kesî jî dixwestin. Tişta herî balkêş, di nava wan de ezperestî tune bû. Kesî ne difikirî kesekî din mijara teza wan bidize. Dibe qey di bihûştê de bûn û di zimanê wan ê pîroz de peyva ezperestî ,derew û dizî tune bû. Çêdibe di wê astê de bûn ku; li gorî wan, ew di bihûştê de bûn û bi zimanê pîroz ku jixwe zimanê dayîka wan bû, diaxivîn. Ma kes, bi xûşk û birayên xwe re her tiştên xwe parve nake! Axavtvanên her zimanê dayîkê, di rastiyê de xûşk û birayên hev in. Çawa zeviyên ziwa, her dilopên baranê digirin û di hembêza xwe de dihewînin, ew xwendekar jî her peyvên ku bi zimanê dayîka wan bû, ji devê her kesî mîna dilopên baranê dibariya, vala nediçû û di ziwahiya hest û ramanên wan de can û bereket dibû. 

Di roja dersê de, bi ew zanayiyên ku wê rojê me di dersê de bi dest dixist, dawîbûna rojê bêhtir bi birçîbûna zanayiyên din hîs dikir. Çawa mirovê birçî gava çiniyek ji nan dixwe, bêhtir bi birçîbûnê dihîse, em jî heftê carek bi ew destkeftiyên zanayiyê, birçîbûna xwe ya kûr bêhtir me hîs dikir. Hevalek ji me re got: “Ez her hefte bi wan dersan xwe tûj dikim û ew zanayiyên biçûk dihêlin ku ez li malê bêhtir bixwînim.” Gotina wî rast bû, lewre mirov êdî xwediyê hawîrdorek çandî bû ku bikarîbe zanebûna xwe nîşanî derdora xwe bike, ji derdora xwe jî zanayiyan bêhtir sûdê werdigire. Ev tişt di mirov de hêza hilbêrînekê diafirîne. Wekî rêgeza bazirganiyê ku çiqasî firotin hebe ew çend jî hilbêrîn dê hebe. 

Xwendekarên ku birçiyên zimanê xwe bûn, her gav qala zimanê xwe dikirin. Jixwe gotinek heye ku dibêjin, “birçî, her wextê qala xwarinê dikin.” Ji ber ku di fermiyetê de perwerde didîtin, navê wan xwendekar bû; lê di rastiyê de mîna pisporê zimanê xwe, têr û tije bûn. Ev xwendekarên ku beşdarî dersan dibûn, ne xwendekarên ji rêzê bûn; wekî mînak, yek ji wan hebû, xwediyê ferhengekî nêzî sê hezar rûpelan bû. Helbestvanên ku di dîroka helbestê de navên wan hebû, xwendekar bûn. Nivîskarên xwediyê gelek pirtûkan ku mamosteyên zaningehê bi xwe jî bi wan pirtûkan xwe bi pêş xistibûn, xwendekar bûn. Di beşa edebiyata nûjen de mamosteyê ku ji bo dersa xwe ji xwendekaran re pirtûkên ku pêşniyar dikir, nivîskarên wan pirtûkan wekî xwendekar li polan de bûn. Ma ev ne tiştekî eceb e! De ka were nivîskar, xwediyê  berhemê, dibû xwendekarê pirtûka xwe! Û di ezmûnê de jî mamosteyê wê dersê, dê têgihiştina wî xwendekar î binirxîne! Hemû xwendekar ew çend zane bûn ku te digot qey her yekî ji wan pîspor e û hemû ji bo beşdarî konferansê bibin, hatine. Kî xwendekar, kî mamoste bû, ne diyar bû. Di serê min de pirsa ‘’ew çend mirovên zana ji bo çi bi navê xwendekar beşdarî dersan dibûn?’’ pirsek hêja bû. Heta gelek ji wan jî temenê wan mezin bû. Wê rojê ji bo beşdarî dersê bin xwe ji karên din ên rojane xalî kiribûn. Ez dibêm wê roja dersê li ba wan xwendekaran betlaneya roja zimanê dayîka wan a pîroz bû. Diviyabû ji bilî Kurdî tu kar ne kiriban. Ew nivîskar, pisporên ziman, helbestvanên ‘xwendekar’ li wir ligel hevûdu ne rasthatinek bû. Divê tiştên ku ji derva xuya nedikir hebûya. Ew tişt çi bûn?

Ji ber ku perwedeya lîsansa bilind bû, kesên ji bo beşdarî van dersan bibin, diviyabû hemû ji zaningehan derçûban. Ji dibistana seretayî heta zaningehê bi zimanê biyanî xwendibûn. Di wan dîwarên sar ên fermî de xeribiya zimanê dayîka xwe kiribûn. Ez bawer im gelek ji wan di ew jiyana wan a perwerdehiya zimanê fermî de perwerdehiya bi zimanê xwe xeyal dikirin. Wekî herkes jî dizane temenê xeyalan nîne. Mirov di her temenê jiyana xwe de xwediyê xeyalan e û ew xeyal jî safî ne. Bi tiştekî re ne zêde dibin, ne jî kêm dibin. Ew xeyal her wek xwe dibe û di çavên mirov de bi cîh dibe. Di polan de min di çavên xwendekaran de ew ronahî her gav didît. Ji xortê bîst salî bigre, heta mirovê navsere di çavên wan de ew çirûska pêkhateya xeyala zimanê wan xuya dikir. Cudahiya temen, zayend di wan çavan de diyar nedibû. Hemû jî xeyalên xwe dijiyan. Xeyal, sîtava bihûştê ya li dinyayê ye. Bi rastî jî di wan polan de xeyalên wan pêk dihat; kî karker, karmend, doktor, endezyar; kî xort, navser, mêr an jin e, ne girîng bû. Jixwe ev tiştên ku mirov ji hev cuda dike, tune bûn. Mirov gava ji cihê girtî derdikeve derve, dibîne ku yan dem guheriye, yan jî hewa guheriye; lê gava em ji polan derdiketin, te digot qey em ji cîhana xeyalan daketine cîhana mirovan a rasteqîn. Qederê çend xulekan diviyabû em bêdeng bimînin da ku rastiya derveyî dinyayê binasin. Ji çav û rûyê mirovan min dîzanî ku kî xwendekarê Kurdî ye û kî ji beşên din e. Bi rastî jî ev taybetmendî gelek berbiçav bû. Lewre her çalakiya zanayiyê, rûyê mirov geş nake. Zanayiya jidil û daxwaza fêrbûna rasteqîn li ser mirov bandorek berbiçav dike. Mîna tîrêja rojê rûyê mirov geş dike, qeşaya rûyê mirov dihelîne û li ser rûyê wan germahiyek dide. Em bê hemdê xwe zanyarên rasteqîn dinasin. Kes nikare wesfên wan sedî sed pênase bike, lê her kes jî gava wan dibîne nas dike. Lewre ew zanayiyên wan a jidil di her kêliyên jiyana wan de xuya ye. Tiştê ku qasî zanayiyên rasteqîn mirov xweş dixemilîne nîne.

Tiştê ku heta aniha ji bo wesfkirina mirovên zanyar ên rasteqîn dike, gelek in; lê yekî ji wan a berbelaw jî dilnizmî ye. Mirov eger li dû xeyala xwe bide û ji bo pêkhatina wan bikoşe ew mirovek dilnizim dibe. Eger mirovê xwedî xeyal, ji bo pêkanîna xeyalên xwe bendewariyek wan ji mirovan nebe, pêdiviya wan ji bo hewldana destnîşankirina zanayiyên xwe nebe, tê wateya ku ew mirovên xwedî xeyal in. Pirsa van jî bersîva wan jî daxwaza pêkhatiya zanayiya rasteqîn e. Encama zanayiyên wan li ser civat jî bi bandor e, lewre rasteqîn e. Çi bedel hebe jî berpirsiyariya encama zanayiyên xwe ne. Ew çend ji xeyalên xwe re dilsoz in. 

Ew xwendekarên zane jî xeyalên xwe pêk anî bûn. Ew di polê de bi gewdeyên biçûk lê di rastiyê de ew zarokên ku di pola zimanê biyanî de zimanê dayîka xwe xeyal dikirin, bûn. Bi zimanê xwe, di pola yekemîn a dibistana seretayî bûn. Kenê wan, henekê wan, parvekirinên wan mîna zarokan bû. Ew zarokên ku di kolanan de bi zimanê xwe dijiyan bûn. Bi zimanê biyanî mezin bûbûn, xwedî kar bûbûn, dê û bav jî bûn; lê bi zimanê dayîka xwe di polê de zarok bûn. Dilnizmiya wan ew giyanê zaroktiya wan bû. Mirov bi zimanê dayîka xwe wekî ku li tihêla dayîka xwe her zarok e. Mirovên ku bi zimanê dayika xwe diaxivin, her zarok in.

Azad Selem

Derbar Azad Selem

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Şiroveyek

  1. Dest xweş, te nivîseke gelekî bihestiyarî nivîsiye.

Leave a Reply