Xwebînî û Xweşbînî

Xweşbînî zagoneke xwezayî ye di dilê mirovan de. Ji bo wê ye, xweşbîniya di paktiya mirovan de, çareseriya gelek pirsgirêkan e. Jixwe gelek pirsgirêk jî ji kêmasiya xweşbîniyê derdikevin holê.

Mirovahî bi hezar salan e heye. Ji kesê yekemîn heta îro gelek ceribînan bi dest xistiye. Ev ceribîn geh di heman rengê de bin jî, pirê caran cihêreng bûne. Hin ji wan rasterast jiyanî bin jî; yên di warê zanistî, exlaqî, wêjeyî, civakî hwd. de jî hene.

Dema mirov li ser van mijaran radiweste tê dîtin ku her yek bi serê xwe xwediyê kûrahiyeke berfireh e. Mirov bi hêsanî dikare bibêje hin ji wan bûne taybetiyên mirovahiyê.

Belê, gelek taybetiyên mirovahiyê hene û ew jî cûr be cûr in.

Di warê biyolojîk de: hilmij, deweran, hezm, rehik…

Di warê behreyê (qabîliyetê) de: axivîn, fikirîn, dîtin, bihîstin…

Di warê kesayetiyê de: mafzanî, rastbêjî, xwebînî, xweşbînî…

Mirov hê dikare bi dehan komên wiha çêbike; lê ji bo em bên ser mijara xwe tu hewce nîne dirêj bikin. “Em ji mirovan re ji bo ku ji qenciya xwe re dixebitin na, lê ji bo ku ji qenciya cînarên xwe re naxebitin dibêjin xwebîn.” dibêje teologê Îngîlîz Richard Whately. Bi rastî jî ji hêlekê ve di navbera xwebînî û xweşbînî yê de xeteke zirav, ji hêleke din ve xeteke qalind heye.

Dema mirovek ji bo qenciya xwe bixebite tu kes nikare jê re bibêje xwebîn ev xeta zirav e; lê dema tenê ji bo qenciya xwe bixebite an jî ji bo qenciya xwe li xirabiya kesên din bigere, wê demê ew dibe xwebîn û ev xeta qalind e. Di bingeha xwe de xeta zirav jî xwebînî ye; lê wek xeta qalind mirov nikare rasterast bipeyitîne (îspat bike). Bi rastî xwebînî ji peyitînê zêdetir wijdanî ye. Dibe ku mirov ji kesekê re an jî, ji civateke xwebîn re xwebîniya wan vebêje. Lê ku ew nepejirînin tu wate ji peyitîna mirov re namîne. Mesela civatek serdest, tenê kevneşopiyên xwe, zimanê xwe, çanda xwe bi kurtasî hebûna xwe bide sipartin ev xwebînî ye. Hûn rastiyê bixwazin ji vê re gotina xwebînî kêm tê, ev bêmêjîti ye, bêaqilî ye biborin lê ehmeqî ye. Ku bi xwe nefikirin û guh nedin wijdana xwe, gotinên gelê bindest Mûsa(s.l) Zerdeşt, Bûda, Îsa(s.l) û Muhemed(s.x.l) ji çi rengî bin bila bibin, baweriya ku pê bang dikin, tişta wan a hevpar xweşbînî ye. Mirov bi awayek din dîsa bikole wê bibîne ku di hemû fikr û baweriyan de “çend fikir ne tê de mînak: nijadperestî” xweşbînî heye û bi awayekî balkêş tê xuyan ku di piraniya wan de jî wek ferman e ji bawermendan re.

Dema mirovek bixwaze xweşbîn be bi rastî jî dikare xweşbîn be; lê divê xwestina xweşbîniyê bizanibe. Ku nizanibe bixwaze wê demê ew nikare xweşbîn be jî. Ji bo xwestinê, divê dilê xwe ji wan re nayê tu wateyê. Her çiqas xwebînî, kesane be jî wek di mînakê de tê dîtin dibe civakî jî.

Mûsa(s.l) Zerdeşt, Bûda, Îsa(s.l) û Muhemed(s.x.l) ji çi rengî bin bila bibin, baweriya ku pê bang dikin, tişta wan a hevpar xweşbînî ye.

Ez naxwazim bi ava şefqetê, merhemetê av bide û xwebînî û quretiyê ji xwe biavêje. Divê bi van re jî aqilê xwe ne ji zêde di tarîtiya xwebîniyê de bimînim; ji ber ku peyva xwebîniyê min jî bedbîn dike. Cihê xweşbînî lê hebe ez çi bikim xwebîniyê ?

Xweşbînî zagoneke xwezayî ye di dilê mirovan de. Ji bo wê ye, xweşbîniya di paktiya mirovan de, çareseriya gelek pirsgirêkan e. Jixwe gelek pirsgirêk jî ji kêmasiya xweşbîniyê derdikevin holê. bo xerabiyê, ji bo qencî û dilşadiya mirovan û jîndaran bi kar bîne.

Binêrin ka Gandhî ji bo xweşbîniyê çi dibêje: ‘‘Çi ye xweşbînî ? Xweşbînî perçeyeke mirovahiyê ye. Şaşî û kêmasiyên me hemûyan hene; werin em şaşî û kêmasiyên xwe bibexşînin, ji ber ku, xweşbînî zagona yekemîn a xwezayê ye.

Nivîskar: İsmetullah Özdağ

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 2em

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply