Qenckirina nexweşîyan bi dermanên kurmancî

Di nav cimeata kurdan da her tişt li gorî taybetmendîyên xwe ne; rabûn û rûniştin, şîn û şahî, dua û nifir, heta qenckirina nexweşîyan jî. Pir caran methodên şaş ên dûrî aqil bin jî kurd hez dikin her nexweşîyên xwe bi dermanên kurmancî qenc bikin.

Li jêr ezê qala çend nexweşîyan û tedawîkirina wan bikim.

Sorik: Pirzikên sor in, carekê di jiyanê de hema bêje di her kesî da derdikevin, bi dermanan jî, bê dermanan jî heman demê da qenc dibe. Nexweşîyek wisa ye ku zûzûka derbasê kesên din dibe. Tedawî jî pirranî semptomatik e yanî germa can zêde be, pê wê kêm bikin derman bi kar tînin, bêhal bin vîtamînan bi kar tînin, kuxik hebe, laş bixûre wan tune dikin, wisa tê hedefkirin ku nexweşî sivik bê derbaskirin.

1
Civata kurdan da ev nexweşî wek nexweşîyên zaroktîyê tê zanîn, ji ber wê dema zarokek bi sorikê nexweş dikeve, ji canê wê qalik û pûlikên wan sorik û pizrikan berev dikin û bi canê zarokên saxlem didin pê ew jî vê nexweşîyê derbas bikin û bi hêsanî jê safî bibin. Helbet rêyeke baş nîne, lê tê zanîn ev nexweşî çiqas temenek biçûk da bê derbaskirin ewqas hêsan qenc dibe. Pêşîyên me gotine: “Du tişt hene mezintiyê da pir dijwar derbas dibin, yek sorik e ya din jî êşa evînê ye”.

Dax kirin: Dema zarokek dilmeyno dibû an zikê wê diêşîya, pir caran dihatin dax kirin, di bijîşkîyê da navê vê rewşê dispepsi ye. Sedema daxkirinê dikare wisa bê şirovekirin: zarok ditirse, ji nişkavê da vediciniqe, ev jî tesîr li ser rodîyên wê dike, bi vî şeklî sîstema hezimkirinê dikeve rê.

Şewat: Di şewatên kûr da nîskan diqelînin, dû ra wan nîskan di cirnê da heta dibe wek toz dikutin û hêdî hêdî direşînin ser şewatê, bi vî şeklî ava birînê bi zexm kaşî xwe dike, wekî çermekî nû ser cîyên şewat diniximîne û pê va dizeliqe, piştê çend rojan bi vazelînek tebeqeya ser birînê jê tê birin.

Birîna ji tiştekî tûj an ji gulleyan: Rûnê malê dikijilînin û ser birînê da dirijînin. Rûnê malê jî zû diqerise û xwûnê disekinîne, qijilandina wê mîkroban dikuje, cihê birînê sterilize dike.

Satilcan: Serma girtina ciger e, di bijîşkîyê da navê wê plorit e (pleuritis). Germa can zêde dibe, meriv dilerize, li hinek waran da jî dibêjin fîlankes satircemî bûye. Mal germ e, çend lihêf avîtine ser, lê dîsa jî diricife. Dermanê wê hicama nav piştê ye. Hicam bi şûşên sivik an qedehên avê dibe, meriv ji kaxizan kumikan çêdike, agir berdidê, davêje nav qedehê li pişta nexweş dixe, wê derê dikişîne xwe. Vekişandina şûşeyan masûlke û nervê merivan nerm û germ dike, cîyên ji sermayê tikandî vedike.

Balûk: Di bijîşkîyê da navê wê Human Papillomavirus e. Di nav cimaeta kurdan da pisporên wan hene, çend balûk hebin ewqas hebên ce ser da bi hinek dûayan va tê xwendin. Ce yên xwendî dikine naylonekê, devê wê girê didin, dişidînin û dikin binê erdê. Tê bawerkirin ku kengê wan ce yên li ser dua xwendî ji bêoksijeniyê şîn nebin û nav naylon da birizin, wê demê balûk jê diçin.

Kînor: Di bijîşkîyê da navê wê froncule ye. Dermanê wê loqim û melhema reş e. Loqim îltîhabê li hev top dike wek girik melhema reş jî wê vedikişîne. Melhema reş hema bêje her nexweşîyên bi çerm va girêdayî da tê bikaranîn.
Serma girtin: Dema zarok serma digirtin hevîr dikirin wek nan vedikirin, davêtin nav ava kelandî, kelkî lê dihat û didan ser zik an sîngên zarokê ku ji sermayê xitimîye.

Şeliqî: Pirranî zarokên biçûk şeliqî dibin. Herîya sor di miqilkê da bê rûn diqelandin, ser potikek radixistin û qûna sebî didan serê, hem rehet dibûn, hem jî zarok pê çêdibûn ji ber ku herî bi her awayî baş e.

Bûkik: Di bijîşkîyê da navê wê Hordoleum e. Pizrikek di ber bijangan an qalpaxa çavan da dertê. Derman ev e: Keçikek pismamê xwe kirî, 3 roj pey hev serê kezîyên xwe li wê derê bide û bêje: ”Ez kor bûm, min pismamê xwe sitend, qey tu jî kor î li vê derê derketî?”

 

Nura Şane-Riataza

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply