Werger, Helbest, Ziman û Abdullah Încekan (Hevpeyvîn)

Xebat nebin kesek naçe pêş. Wê li me peyda bibin pir derd êş. Ji destpêka me mirovan heta niha herdem xebat hebû û bi saya van xebatan me şaristanî ava kir û em bi pêş ketin. Ji bo pêşketina me Kurdan jî zana û rewşenbîr pêwîstin. Bi saya wan û xebatên wan em ê ji vî halê xwe yê şepirze rizgar bibin û wek milletên serdest em ê azad bibin.

Divê em qedrê zana û rewşenbîrên xwe bizanibin û em guh bidin şîretê wan. Divê em wan bikin taca serê xwe. Heger ew taca zanînê ji me kêm be wê çaxê tofan ji serê me wê kêm nebe.

Yek ji wan zana û rewşenbîrên me Dr. Abdullah Încekan e. Bi xebatên xwe çand û zimanê me dide naskirin. Bi wergerên xwe, bi xebatên xwe yê li ser rêziman û hînbûna Kurdî karên gelek hêja kirîye û hîn jî dike. Bi saya wî gelek kes fêrî zimanê me bûne û çanda me naskirine.

Me xwest em wî û cenabê wî ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikarî hebekî behsa jîyana xwe bikî, Abdullah Încekan kî ye?

Ev pirseke zehmet û felsefîk e. Meriv nizane ji kû destpê bike, lewra di vir da meseleya aîdîyetê dikeve dewrê. Tu kî yî, xwe çawa dibînî, li gorî kîjan tiştî xwe terîf dikî? Ji kûderê hatî û armanca te ji jîyanê çi ye? Pirs li dû pirsê…

Mirov carna xwe di ser xwendin, kar û îş, yanî jîyana profesyonel terîf dike. Lê ew jî di heqê yekî da hetanî noqteyekê tiştekî îfade dikin.

Welhasilê kelam, mesele dirêj e, lê ez bi kurt û kurmancî wisa bibêjim. Ez li gundekî Erzurumê hatime dinê. Mefhûma herî zêde tê bîra min, di wê dewrê da bîrîkirin bû. Bav û kalikê min li Almanyayê diman û salê carekê dihatin. Em tim bi hesret bûn. Piştî qedandina mekteba pêşîn, em jî çûn wir. Ji wê demê vir va jî bi hesreta gund û welatê xwe dijîm. Hê jî gelek caran di xewnên xwe da welatê xwe dibînim.

Te doktora xwe li zankoya Bambergê li ser gramera Kurdî kirîye. Tu dikarî ji me re behsa xebata xwe bikî?

Xebata min li ser fiîlên/lêkerên çêkirîbû. Di van salên dawîn da Kurd li pêy ketine, bi sedan gotin û kelîmeyan ji ber xwe çêdikin. Îcar min xwest ez bi awayekî îstatîskî û ilmî bibînim, ka ew di zimanê nivîskî da cî digrin yan na, yanî ziman ji çêkirina bêjeyên teze ra çiqas musaîd e û ew tên qebûl kirin yan na. Nûveya xebatê ev bû.

Tu hem evîndarê zimanê xwe yî û hem jî evîndarê helbesta yî. Hem xebatên Kurdî dikî û hem jî xebatên helbestan. Her du karên te jî serkeftî ne. Evîna ziman û helbestê kengî di dilê te de şax veda?

Him di Qur’anê da, him jî di Încilê da qissaya hezretî Yaqûb heye ku pirr bi tesîr e. Gava zarokên wî, brayên xwe, Yusif diavejin bîrê, ji bavê wî ra kirasê wî tînin. Hezretî Yaqûb ji Yusuf pirr hez dikir û piştî wendabûna wî hedûrîya xwe bi wî kirasê wî dianî. Yê min jî, kirasê ku ez hedûrîya xwe pê tînim, zimanê min e.

Em li xerîbîstanê dûrî welatê xwe dijîn. Di dest û mêjîyê me da tenê zimanê me maye. Ziman jî nebe, ez nizanim ka ez sebra xwe xwe bi çi bînim. Û helbet gava ez dibêjim ziman, ew ne tenê qisedana navmalê ya bi zimanê Kurdî ye. Carna bi xwendina cumleyeke xweş, carna bi stranekê yan jî bi metnekê dikevim nava wê têkilîyê.

Ziman û helbest ji bo te çi îfade dike?

Ziman yek ji hîmên sereke yê miletekî ye yan jî ji yên miletbûyînê ye. Miletek bê ziman nikare li ser rûyê erdê bimîne; ew ê di nav miletên din da bihele, biçe. Çand, dîrok û ferhenga miletekî xwe di ser ziman ra nîşan didin. Loma jî ziman pireyekê di navbera do û sibê, di navbera pêşeroj û  paşerojê da ava dike. Her ji ber vê ye, tu dibînî di sîstemên diktatoryel da ziman dikeve bin kontrola wan û dixwazin bi rêya ziman şekl û şemalekê bidin civatê. Mesela li Almanyaya Nazî, Goebbels bi tesewureke bi dehşet ziman ji bo berjwendîyên xwe bikar dianî. Ziman di tesîskirina hizra wan de bûbû amûreke înşayê.

Yanî çi? Yanî meseleya ziman ne meseleyeke naîf e. Divê sebebê rewş û qedexekirina zimanê Kurdî jî em li vir lê bigerin.

Helbest perçeyek ji hizr, hest û ramana mirovahîyê ye ku xwe di ser ziman ra îfade dike. Di nav cûreyên edebî da helbest cûreya herî kevn e. Ji ber ku hevîrê wê ziman û muzîk e, giranîya wê jî bi gotin û deng xwe dide nîşan dan. Loma jî her gotin di mêzîna zêr da tê mêzinkirin û kûrahîya gotin û zimanekî jî bi vî awayî dertê ortê. Û ji ber vê jî ez evîndarê helbestê me.

Ziman ger nebe miletek dikare xwe li ser pîyan bigre? Zimanê Kurdî di çi rewşê de ye?

Du tiştên sereke hene ku miletekî dikin milet: Ax û ziman. Îcar hin milet hebûne, axa wan ji destê wan çûye, lê ew bi zimanê xwe li ser pîyan mane. Wekî Cihûyan ku bi sedan salan virda-wêda koç kirine, lê bi saya zimanê xwe li dora îdeaya xwe jîyane. Welhasil miletek ancax dikare bi ziman li ser pîyan bimîne. Ziman pêşîya asîmîlasyona rûhî digre; dikare bibe sembola înşakirina îradeya miletekî.

Rewşa zimanê Kurdî bi min zêde bi hêvî naxwîyê, ji ber ku pêşeroja zimanekî bi zarok û ciwanan ra girêdayî ye. Îcar zarokên me bi saya pergala perwerdeyê ji destê me derdikevin û xelk li ser ruhê wan hîpoteka ziman û aîdîyeta xwe datînin. Ji ber ku ev hîpotek bi destê sazî û sîstemên dewletan dimeşin, hewldanên şexsî xwe naghînin armancekê, têk diçin.

Berî 30-40 salan civata me ji bajaran û jîyana bajarî dûr bûn, lê îdî bi saya teknolojîya nû, bajarvanî û globalîzmê cîhan guherî. Serdemeke nû destpê kir. Yan em ê li gorî rewşa nû xwe amade bikin yan jî têk biçin. Bi gotina Sêîdê Kurdî “Eski hal muhal. Ya yeni bir hal ya da izmihlal.”

Ji bo ziman pêş bikeve û bê axaftin û di her qadê de xwe nîşan bide çi pêwîst e?

Pirranîya miletê me bi meseleya ziman varneqilîye û ya rast naxwaze varqile jî, ji ber ku rastî tim tehl bûye û zehmet e ku meriv pê ra rûbirû bibe. Herkes li benda Godot yan jî Mehdî ye ku rojekê werê û zimanê me xilas bike.

Di vir de çend xal hene. Em kesên ku li ser girîngî û pêlên asîmîlasyonê disekinin, nikarin bi awayekî mijarê bikin mijara hebûn û nebûnê. Yanê dengekî qels û nizm dertê û ew jî nabe xwedî hêz ku guherîneke ciddî di zihnîyeta Kurdan da çêbike. Di noqteyekê şûnda ev kes yan ji ber îdealîzmê yan jî ji bo tatmînkirina nefsa xwe bi hewldanên şexsî qîma xwe tînin.

Divê sazî, dezgeh û kesayetî lê bigerin ka vê mijarê çawa dikarin bikin malê milet. Ev yek. Ya din, divê em ji alîkî va kar û xebatên şexsî xurttir bikin, ji alîyê din va divê meriv wek meseleya sîstêmê li meseleya ziman binihêre. Yanî ancax Kurdî bibe perçeyek ji sîstema dewlet û perwerdeyê, dikare vî kirasê teng biqelişîne. Rêya vê jî di ser daxwazên meşrû, pedagojîk, neteweyî û hiqûqî ra derbas dibe.

Werger wateya helbestê diguherîne an na?

Helbet diguherîne, lê çareyeke din jî tune. Yanî gava mensûbên zimanekî bixwazin helbestên ji zimanên din bixwînin, tenê bi rêya wergerê dikarin vê bikin. Lê dîsa jî kirina vî tiştî rastîya wergerê naguherîne.  Mesela şiîreke Paul Celan heye bi navê “Todesfuge”. Du me’neyên wê hene: Yek di muzîkê da termek e; yanî nêzîkî peyva me ya “meqam“ê ye. Me’neya wê ya din jî “xerc“ e; yanî madeya ku tu pê tu tiştan bi hev ra dizeliqînî. Îcar ez gelek fikirîm, gelo ez di Kurdî da çi bibêjim, ji ber ku gava bi Almanî wê peyvê dibêjî, di mêjîyê te da herdu me’ne jî derbas dibin, lê bikî “Meqama Mirinê“ yan “Xerca Mirinê“? Tu kîjanê bibêjî jî gotin nîvê giranîya xwe wenda dike.

Vê pêlê gelek kes dev ji karê xwe berdane û bûne rexnegir. Li hemberî wergera ji zimanê duduyan disekinin. Gelo li ser vê mijarê tu çi difikirî? Werger divê ji zimanê orjînal bê kirin?

Hetanî ji destê meriv tê, divê meriv wergera ji zimanê dudiyan neke. Lê wergera ji zimanê eslî jî tim ne mumkîn e, yanî carna yên ku wî zimanî bizanibin, tunin; loma meriv mecbûr dibe ji zimanekî din wergerîne. Lê di vir da jî divê meriv bizanibe ku carna xeletîyên gelek mezin dikarin çêbibin. Min di ûnîversîteyê da wek ders wergerên Kafka yên Kamuran Şîpal dabûn ber orîjînala wan û ez heyret mabûm. Lewra weku tê zanîn, herkes ji wergerên Şîpal gelek memnûn e, lê tişta min dîtî ew bû, camêr cumle li gorî pîvan û îmkanên îfadeyê yên zimanê xwe, lê ne li gorî orîjînala wan saz kiribûn. Îcar yek rabe li gorî vê wergerê, wergereke nû çêbike, helbet ew ê di hin deran da netîceyên cihê derkevin.

Ji alîyê din tiştekî ewha jî heye: Tu ji kîjan zimanê dudiyan werdigerînî? Zimanê Kurdî, zimanekî Hindo-Îranî ye û li ser tewangê  saz bûye. Her çî zimanê Tirkî ye, ew jî zimanekî Ural-Altayî ye û bi pêvekan dixebite. Yanî avahîya wan, struktura wan ji hev gelek dûr e. Ji ber vê, şiklê îfadekirina wan, qalibên ziman, ji hev gelek dûr û cihê ne û loma wergera ji Tirkî bi min ne zêde maqûl e.

Lê tişta ku tu di pirsa xwe da rexne dikî, tiştekî din e. Ew jî qurrebûna xwendevanê Kurdî ye. Û rexneya te rast e. Yanî, tu dibêjî qey, wergerên ji zimanê orîjînal bi deh hezaran hatine frotin, îcar qîma xwe bi wergerên ji zimanê dudiyan nayne. Bi min jî, ev haletekî gelek ecêb e, tuhaf e, meriv di heyretê da dihêle. Wek mirovê ne kamilbûyî, ku ti tiştekî naecibîne.

Hunermend, nivîskar, helbestvan û rewşenbîr mixabin gava dimirin bi qîmet dibin. Wexta dijî qîmetê wan naye zanîn. Cenabê te jî li ser hunermendê me yî navdar Şiwan Perwer pirtûkek bi navê “Efsaneya Zindî: Şivan Perwer” nivîsand. Ez bawer im Şivan perwer bi vê berhemê pir kêfxweş bûye. Gelo çima em qedrê van insanên xwe nizanin?

Bi rastî ez bi vê psikolojîya miletê me serwext nebûn: Aşiqê mirin û mirîyan e. Dijminê zanîn û zindîyan e. Yanî rûhîyeteke pirr balkêş e. Qedr û qimeta însanên xwe yên li heyatê nizane, lê piştî ku mir, te dît dest bi pesnan kir. Ev xislet bi min wek dûrûtî dixwîyê.

Yanî em bi sedan kesî dizanin ku nikarîbûne zikê xwe têr bikin, lê talaşa kesî nebûye. Ji Şikoyê Hesen bigre ta Sebrî Botanî. Mirovekî wekî Celadet Alî Bedirxan di zevîyê da xeniqî.

Şivan Perwer di tarîya civata me da bû ronahîyek, bû çirayek. Di şertên gelek giran da bû deng û hêvîya miletê xwe. Min jî xwest em berê xwe bidin derûnîya vî kesî.

Em dizanin tu ji helbestê pir hez dikî? Hem ji wêjeya Kurdî û hem ji ya cîhanê helbestvanên tu ji wan hez dikî kîjan in? Di nava pirtûkên helbestan de berdilka dilê te kîjan e?

Li gorî dewr û dewrana umr û rûhîyeta min nav û kitêbên ez lê gêr dibim jî diguherin. Min di salên xortîyê da bi Tirkî, Kurdî û Almanî gelek dixwendin. Îdî hema-hema tenê bi Kurdî û Almanî dixwînim; zimanê din ji hêla edebîyatê ji dewrê derketîye.

Vê axirîyê, zêdetir bala min li ser Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen e. Ez di wan da hesret û evîndarîya xwe, xewn û xeyalên xwe dibînim. Rojen Barnas, Sabah Kara, Mueyed Teyib, Berken Bereh tim bi min ra bûne. Sebrî Botanî û Hêmîn Mukrîyanî favorîyên vê dawîyê ne.

Ji şiîra Almanî vê dawîyê bala min zêdetir li ser Hölderlin û Paul Celan e, lê helbet bi tevahi di nav helbesta klasîk ya Almanî da me.

Te berhema xwe ya dawîn dîyarî şehîdên Komkujîya Enfalê kirîye. Mirov û gelên bê çîrok, bê xem û bê dert dikarin berhemên baş binivîsin?

Me hê çîroka xwe negotîye. Divê em destpê bikin çîroka xwe bibêjin. Xelkê çîrokên xwe kirin malê cîhanê. Srebrenica bi 8000 kuştîyan wek qetlîamekê di hafizaya cîhanê da cî girtiye, lê me 180.000 cangorîyên xwe yên Enfalê hê bi miletê xwe jî nedaye zanîn. Û bi dehan kuştin û talan û qetlîamên din… Çi eybek e mezin, çi şermek e mezin…

Min xwest, bi vê wesîleyê balê bikşînim ser vê mijarê.

Ji bo pêşerojê xebat û projeyên te çi ne?

Min cildê dudiyan yê “Ez Kurdî Hîn Dibim“ qedand û ew ê di demeke gelek nêzîk da him li Almanyayê (ji bo kesên Almanî qise dikin) û him jî li Stenbolê derkeve.

Welleh, ji destên min gelek tişt tên, lê di nav pêlên hêvî û bêhêvîtîyê yê ji miletê xwe diçim û têm. Bêxembûna bi sedhezaran bi min gelek giran tê. Û tesîreke neçê li xebatên min dike.

Mela Mihyedîn

Çavkanî

  • Jîyana Wî: https://ku.wikipedia.org/wiki/Abdullah_%C4%B0ncekan
  • Berhemên Wî: https://www.nubihar.com/niviskar/84-abdullah-ncekan

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply