Êlih (Batman) wek mînak
Wek ji navnîşanê diyar e ku girêdana di nav dê û zarokê de ew e; pira ku ziman têr derbasî mejî û hişê zarokê dibe, lewra bandora dê ya sereke yê di vê babetê de, ev tê wê wateyê ku berî her kesî giringe dê bi zimanê xwe yê netewî û resen biaxive.
Li gor şopandina min li kolanê Batmanê rêjeya axêveran bi zimanê dayikê ji 20% derbas nake, mixabin, û diyar e di nav nifşê ciwanan de ku rêjeya keçan ji ya lawan pirtir e, û behane ku ev (şaristaniye) xwedêgiravî, vêca pirsgirêka mezin di vir de ye.
Dema ev keça ciwan di paşerojê de bibe dê û di lorandina zaroka xwe de nebêje “lorî berxikê mino lorî,” yan jî “lorî kevoka minê lorî” û li şûnê zimanê dagirker bikar bîne, gelo wê encam çi be?
Mixabin, cejna zimanê dayikê dîsa li ber derî ye û em ê careke din heman gilî û gazinan bikin. Silav
Keko Osman
ÇANDNAME