Tag Archives: Weşangerî

Kovara Folklora Kurdan a 5an DERKET

Kovara Folklora Kurdan a ku Şaredariya Bajarê Mezin û KURDÎ DER’a Amedê bi hev re amade dikin û bi hejmara xwe ya 5’emîn derket pêşberî xwendevanên kurdîhez Kovara folklorîk a bi navê Folklora Kurdan ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û KURDÎ DER’a Amedê ve hatiye amadekirin bi …

Read More »

Kovara Zarokan ‘Perperok’ DERKET

Ji Weşanxaneya Arê kovara zarokan a bi navê “Perperok” û pirtûka helbestan a ku helbestvana kurd Aynur Aras li Swêdê nivîsî ya bi navê “Xemla Rondikan” weşand. Di kovara Perperok a ji bo zarokên ku kurdî nizanin ji aliyê mamosteyên perwerdehiya pedagojîk dîtin ve hate amadekirin de, çîrok, xaçepirs û …

Read More »

DERKET- Hijmara 6an a Wêje û Rexne yê

Mizginî! Hejmara 6an a Kovara Wêje û Rexneyê derçû! Di demeke nêzîk de, wê li kitabfiroşan peyda bibe. Bi nivîsên xwe yên li ser ‘sirgûn’ê û mijarên cihêreng ve, ev hejmar jî bi gotarên awazawazî dagirtî ye. Li benda we hezkiriyên wêjeyê ye. Jê nemînin. Bixwînin, pêşniyaz bikin! Parve bikin, …

Read More »

Kovara Çirûskê Nasbikin

Çirûsk kovareke kurdî ye û tê de nivîsên hunerî, wêjeyî, felsefî, civakî û întelektuelî hene. Ev kovar li Diyarbekirê, ji aliyê Weşanxaneya Belkîyê ve tê çapkirin û edîtorê wê Rênas Jiyan e. Kovarê di sala 2007’an de dest bi weşanê kir û her ji çar mehan bi carekê derdikeve. Kovarê hewl daye ku her celeb nivîsên ronakbîrên kurd …

Read More »

Kovara Kelhaamed Derket

Kovara Îslamî, Çandî û Hunerî ‘Banga Heq Ji Kelhaamed’ bi jimara 15. derket. Li gor tê zanîn Kelhaamed kovareke Kurdî ye ku ji sê meha carekê bi zaravayê Kurmancî û Zazakî tê neşirkirin. Hijmara 15 BIXWÎNE

Read More »

Hejmara Nû ya ‘Folklora Kurdan’ DERKET

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya xebata çandî de sê mehan carekê kovareke bi kurdî bi navê “Folklora Kurdan” bi kurmancî û zazakî derdixe. Niha hejmara 4’emîn a kovarê derket. Kovara ku bi diruşma “Zargotin zêrgotin e, zêrgotin zorgotin e” derdikeve bê pere tê belavkirin. Di vê hejmarê de …

Read More »