Ji Weşanxaneya Arê kovara zarokan a bi navê “Perperok” û pirtûka helbestan a ku helbestvana kurd Aynur Aras li Swêdê nivîsî ya bi navê “Xemla Rondikan” weşand. Di kovara Perperok a ji bo zarokên ku kurdî nizanin ji aliyê mamosteyên perwerdehiya pedagojîk dîtin ve hate amadekirin de, çîrok, xaçepirs û beşên bên boyaxkirin cih digirin
Xwediyê Weşanên Arê Mevlut Aykoç têkildarî kovara zarokan de agahî da û diyar kir ku heta niha li ser gelek kovarên zarokan xebat meşandin û wiha got: “Kovarên berê hatin derxistin hewcehiya zarokan nedidît. Me jî bi derfetên xwe ji bo vê valahiyê dabigirin pirtûk amadekirin.” Aykoç, anî ziman ku kovar ji kovarên berê hatin amadekirin cudaye. Aykoç, da zanîn ku kovara nû dê tevkariyê bide pêşketina kurd û ramana zarokan. Aykoç, bilêv kir ku ew difikirin ku di hejmarên pêş de yên kovarê wêne û nivîsên zarokan lê zêde bikin.