KOVARA DENG – 40 salan de 100 hejmar

Bi helkefta 100emîn hejmara Kovara Deng li Amedê li ser çapemeniya kurdî panelek hate lidarxistin. Hin panelîstan bal kişand heta medya û çapemeniya kurd profesyonel nebe û li gorî pîvanên cîhana hemdem nebe, kurd dê nikaribin dengê kurdan bigihînin cîhanê.

Bi munasebeta çapbûna 100emîn hejmara Kovara Deng ku weşaneke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ye li Amedê panelek bi navê “Ji Rabûrdiyê Heta Pêşerojê Çapemeniya Kurdî” hate lidarxistin û Rêvebirê Tora Medya Rûdawê Ako Mihemed jî beşdarî panelê bû.

Di panelê de ji çapa rojnameya Kurdistanê heta niha li ser rojnamevaniya kurdî hate axaftin. Kovara Dengê jî bi îstîkrara xwe ku gihiştiye heta îro weke mînakeke serkeftî hate dîtin.

Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk Kovara Deng ji ber xebatên wê pîroz kir û derbarê vê de ji Rûdawê re wiha got: “Kovara Deng ku 100 hejmar li dû xwe hişt, serkeftineke baş bi dest xist. Di rihetiyê de herkes dikare kêmasiyan bibêje û rexne bike lê di dema xwe de digel zehmetiyan ku gihiştibe îro serkeftineke mezin e.”

Kêmasî û xeletiyên çapemeniya kurd jî hatin rexnekirin. Beşdaran xwest kurd jî êdî ji hejmarê zêdetir bi qelîteya medyayê derkevin pêş. Lê li gorî hin beşdaran kêmasiyên medyayê bi tunebûna demokrasiya navxweyî ya kurdan ve girêdayî ye.

Pêşkêşvanê Kuçename ya Mednûçeyê Fehîm Işik jî wiha got:

“Kurdan xwest bi riya çapemeniya xwe dengê xwe bidin bihîstin. Xwe bi xwe ev kar kirin. Lê têr nake, divê zêdetir bi pêş bikevin. Bi ya min pirsgirêkên medyaya kurdî jî bi bi pêşketina demokrasiyê ve girêdayî ye.”

Di panelê de hate diyarkirin ku kurmanc jî di nava xwe de niheqiyê li zazakî dikin û divê sazî û dezgehên Bakurên Kurdistanê girîngiyê bidin zazakî jî. Hin panelîst jî li ser tecrûbeya çapemeniya bi şêwezarê zazakî axivîn. 

Çavkanî: rudaw.net

 

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply