Di Çapemeniya Kurdî Ya Dewra Osmanî De Wergera Wêjeyî – Mesûd Serfiraz

Mirovayetî mehkûmê çeşîdiya zimanî ye. Vê mehkûmiyetê navgîneke elzem afirandiye: Werger. Mirovên xwedî ziman û zaravayên cuda bi saya vê navgînê gihiştine hevdu, hevûdin nas kirine, bi hev re têkilî danîne. Naxwe em dikarin bibêjin ku dîroka wergerê pir dûr û dirêj e, heta ya nivîskî digihe peymaneke di navbera Hitît û Misriyan de. Lê ji vê zanista berfireh a ku hezkirên edebiyatê zêdetir eleqedar dike “wergera wêjeyî” ye, lewra wergera wêjeyî tercumekirina metnekî edebî li zimanekî din e. Bi vî awayî xwendevan digihine metnên edebî yên ku ji xwendina wan a bi zimanê resen mehrûm in. Giringiyeke din a wergera wêjeyî jî ew e ku yek ji hîmên edebiyata berawirdî (muqayeseyî) ye.

Eger em bixwazin ji dîroka wergera kurdî re destpêkekê diyar bikin, em dikarin biçine heta sedsala nehemîn ku zanayê keldanî Îbnî Wehiyye, li goristana xirîstiyanan a li Bexdadê, sih kitêbên bi alfabeya Masî Sûratî dîtiye û ji van du hebên bi kurdî wergirtiye û yek ji wan wergerandiye erebî. Bi taybetî piştî ku mîsyonerên xirîstiyaniyê bal û dêhna xwe didine Kurdistanê, bi destê wan di wergera kurdî de qadeke nû û balkêş vedibe. Wekî mînak Maurizio Garzoni, di berhema xwe ya bi navê Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda de du duayên xirîstiyaniyê werdigerîne kurdî. Dîsa di sedsalên nozdehemîn û bîstemîn de li Stembol, Londra, New York û Julfa gelek wergerên încîlê yên bi kurdî têne weşandin. Ji bo wergera bi destê kurdekî mînaka me wergera Şerefnameyê ya Mela Mehmûdê Bazîdî ye ku di sala 1275/1858an de temam kiriye. Ev wergerên ku me qal kirin ne mînakên wergera wêjeyî bûn. Mînaka wergera wêjeyî di sedsala hijdehemîn de derdikeve pêşberî me ku Ehmed Faîq, Mem û Zîna Ehmedê Xanî wergerandibû tirkiya osmanî. Ev nivîs berê xwe dide çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî û di nav wê de li wergera wêjeyî digere. Bi vî awayî ev gotar naçîzane berdewema nivîsa “Di Çapemeniya Kurdî ya Dewra Osmanî de Helbesta Kurdî” ye.dabar-bike

*Ev gotar di jimara 2yem a kovara Wêje û Rexneyê de di sala 2014an de hatiye weşandin.

**Ji bo dewama gotarê wek .pdf hûn dikarin dabar bikin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Sûleyman Çevik: Nûbihar Mîrata Medresan e

Dîwan û mesnewiyên edebiyata kilasîk ji aliyê kadroyên serkeftî yên Nûbiharê tên latînizekirin şerha wan …

Leave a Reply