Weke her carî Qasîdê Xweda (Selat û silavê Xweda li ser wi û malbata wî be) li meclîsê rûniştibû û heval û hogirê wî hawîrdorê wî pêçabûn û wî wek kevirê gûstîlê gistibûn ortayê. Di wê demê de kesekî xîzan ku cil û bergê wî kevin bûn ji derî ket hundir. Li gorî kevneşopiya çanda İslamî her çi kes dema …
Tîrmeh, 2021
Hezîran, 2021
-
30 Hezîran
Fêrîkê Ûsiv: Bavê Helbestvanîya Me
Di nav her miletekî da gelek helbestvan, nivîskar, hunermend hebûne û hene, lê bi sal û dewran ra yên herî binavûdeng û herî hezkirî di nav gel da, di sewda û mejûyê gel da dimînin, lê yên ku bo navekî derxin an jî perekî qazanc bikin “berhem” çap kirine, dibine toz û winda dibin, bi rûpelên pirtûkên wan di gundan …
-
29 Hezîran
Du Eşîrên Kurd (Dawiya Birakujiyê)
(Çîrokek jiyayî û rasteqîn) Li herêma Botanê demekê, di navbera du eşîran (Eşîra Ehmed Axa û Eşîra Derwêş Axa) de dijminahiyek rû dabû, sedema vê dijminahiyê jî, kurê Ehmed Axa, kurê Derwêş Axa kuştî bû. Ehmed Axa jî xwest ku vê dijminahiyê dirêj neke û dawiya vê dijminahiyê bîne, çûnkî di navbera du eşîrên Kurd de, dirêjbûna neyartiyê, tiştek ne …
-
28 Hezîran
Dr. Selah Mihemed Selîm Hirorî/ Ebdurrezaq Bedirxan (1864 – 1918)
Kurteyek ji Jîyana Ebdurrezaq Bedirxan Ebdurrezaq Bedirxan kurê Necîb Paşa ye, Necîb Paşa lawê Mîr Bedirxan e (1804-1876).[1] Ebdurrezaq Bedirxan li sala 1864, li bajarê Îstanbulê ji dayik bûye. Li destpêka jiyana xwe Ebdurrezaq Bedirxanî zimanên Rojhilat û Ewropî xwendîye, ji wan jî zimanê fransî, vî yekê arîkarîya wî ji bo nasîna edeb û dîroka fransî kirîye, her wusa jêder (çavkanî) …
-
27 Hezîran
Mele Ehmedê Palo û rola wî di helbesta Kurdî de
Helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Palo ku bi esil ji devera Palo ya li Bakurê Kurdistanê ye û li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe derbas kiriye, rolek mezin di huner û edebiyata Kurdî de heye. Mele Ehmedê Plo di sala 1920 an de li gundê Sêra Çûrê yê girêdayî bajarê Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Palo di jiyana xwe de …
-
26 Hezîran
Gotinên Pêşiyan – Necmettin KEVE
Axayek hebû, kengî îşek wî ketiba li ba xizmetkarê wî, tevsîkek savar da xwarin pê de û virêkire îşê xwe. Baxê tiralî siha beran e, çola xebatkaran baxê tirîyan e. Ber çem ber çem diçûye, Benîşta xwe dicûye. Bila bira be, bila ne vir be. Çi tiştê ku hate ser zimanê te, ew dibe malê xelqê, êdî nikarî ji …
-
25 Hezîran
Kendal Nezan: Ziman bingeha nasnameya Kurdî ye
Ferhenga Kurdî-Fransî ku ji aliyê rewşenbîr û nivîskarê Kurd, Mîr Kamûran Bedirxan piştî 39 salan ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ve hat çapkirin. Di vê ferhengê de 85.000 peyv, ji hemû zarava û devokên zimanê Kurdî hatiye berhevkirin. Ev ferhenga navborî bi amadekariya Mîr Kamûran Bedirxan dest pê kiriye û wî bi xwe 25.000 peyv berhev kirine û wergerandine …
-
24 Hezîran
Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de Bihar û Bihariye
Têgeha biharê bi nêrîneke sethî di çarçoveya sêkoşeya kozmolojî, zeman û mekan de dikare bê pênasekirin. Lewra tevgerên kozmolojîk guherîna zeman bi xwe re tînin, bi guherîna zeman werzên salê derdikevin meydanê û bi guherîna werzên salê jî guherînên siruştî çê dibin. Loma di werzên bihar, havîn, payîz û zivistanê de taybetîyên siruştê ji hev cuda ne. Di van werzan …
-
23 Hezîran
Mehmet Dicle: Min kurdî hilnebijart, belkî kurdî ez hilbijartim
Asûs ne tenê xeyalek e, rastiyek e jî. Bajarek e ku bi hezar salan wek xwe maye û heta bi nifûsa wê neguheriye, gundek e ku “qodên kulturî” ên kurdbûnê tê de her zindî ne. Mehmet Dicle nêzîkî bîst salan e çîrokên ku li vî warê şên, dûr û kevn bihîstine yan şahidî li wan kirine dinivîse û di çil …
-
22 Hezîran
Qencî û Neqencî
Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Du hevalên hev hebûn. Rojekê di rêyekî de dimeşiyan. Yek ji wan hevalan dibêje qencî baş e, ê dî dibêje na neqencî baş e. Li ser vê babetê demeke direj diaxivin. Ji bo ku bihev nakin şert didin berhev. Dibejin; emê herin bal melayekî ku ji bo …