Tag Archives: Wêje

Îrec Mêhrbexş: Her zaraveyeka kurdî bi qasî zimanek e

Ji ber cihêrengîya zarave û devokan, kurdî xwedîyê paşxaneyeka têr û zengîn e, her zaraveyek bi qasî zimanekî wêjeya xwe heye û dikare nûnertîya wêjeya kurdî bike. Ji bo pêşgotinê, ez dixwazim hûn li ser asta helbestên kurdî yên klasîk û peywendîya wan bi helbestên klasîk ên zimanên din re …

Read More »

Ne Helbest e

Nizanim di kevera dile kê ve daliqandî ma me Ew kê ye dest tavêje destê min da min ji keverê bifirîne Firîneke, mîna beybûneke bi per û bask.. Kî ye ew min ji erafa hebûn û nebûnê rizgar bike Kî ye ew mil dide milê min ê ji hev ketî …

Read More »

Mehwî û sêgoşeya hebûn, terîqet û şerîetê

Di vê nivîsarê de hewl hatiye dayîn bi metodeke hermenotîk, têgihîştin û vegotina Mehwî di nav sê rehend û cemserên hebûn, terîqet û şerîetê de bi mînaka du xezelên helbestvan bê ravekirin û derketin û kategoriyên hûr ên van cemseran li jêr navê eşq, mirin, îma û rexne û rengek …

Read More »

Şêweyeke Edebiyatê : Ceribandin

Bi kurdî nivîsîna ceribandinan gelek kêm e. Pirtûkên  xwerû bi kurdî ên ceribandinan hindikin. Hinek nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin, ceribandin û kurteçîrokê tevlîhev dikin. Ceribandin û kurteçîrok eynê-heman- tişt nînin. Dema me li ser navê weşanên Helwestê xwest ku pirtûkek ji kurteçîrokên nivîskarên kurd, kurteçîrokên helbijartî amade bikin, hinek …

Read More »

Di Helbestên Feqî’de bikaranîna heywanan

Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de heywan di pir hêlan de derdikeve pêşiya me. Carna bi unsurên folklorîk yên aîdê Edebiyata Kurdî hatine bikaranîn, carna bi unsûrên tesawufî û mîtoloojîk carna jî bi xwerû û ji aliyê meneya ku hildigirin di helbestên şaîran de cîh girtine. Feqîyê Teyran helbestvanekî di …

Read More »

Binxet (Çîrok)

Gohdar bikin, ez dê ji we re çîrokekê bêjim! Di despêkê de ji we re bêjim, ev çîroka ne ji bo zarok û mindala e. Ew ji bo mezin, kal û pîran e. Ku hûn naxwazin guhdar bikin, guhdar nekin, dev ji xwendina wê berdin! Çîroka min ne bi pere …

Read More »

Ez ê

ez ê îro bibim mêvan li hembêza te tiliyên tîran jixwe direvînin bixim nav lepên xwe pêşî bi ser lêvên xwe ve bigerînim ezê dû re tiliyên cotdestan bihev bipêçim bibim ser sînga xwe deynim çirûska pêşîn li çirayên me vedim germahiya hembêzan bihev de bişewitînim ezê li ber pêsîra …

Read More »

Pincarên Me

Pincarên me yek bi yek in; Çakindêl û çavbelek in Çavê kewê û bendik in Kerxinîq û merbendik in   Kerbeşik û kundirok in Sersîvok û xatûnok in Çawîş, çûxik, gangilok in Sîrim, sitrok û zengilok in   Binê gulê û adirok in Eynselîtk û dûvhespok in Kankevîrk û gaperçok in Nehne, pirpar û pîvok in   Zengilzava û tolik in Qinêberk û qanqilok in Cehtirî û hefsîdank in Nanê çûçê û qûnsork in   Edikza û mismisok in Pirpizêk û nawirzêk in Zûlên yektirî û tirşik in Xerdel, şebreq û tûzik in   Kardû, goriz û kereng in Porçê pîrê, pîromerg in Nikula dîko û pûng in Pincarê spî, zêxindûr in   Ên min hew bûn, lê zede kin Pincarên …

Read More »

Bi Teknîstanê re hevpeyvîn

Hûn dikarin xwe bidin nasîn? Teknistan.com  malpereke tenê derbarê teknolojiyê ya bi temamî kurdî ye. Nivîsên teknistanê derbarê nûçeyên teknolojiyê an rêbertiya teknolojiyê ye. Hûn çend kes in û endamên we bi çi ve mijûl in? Em niha 4 kes in. Endamên me li jiyana xwe bi karên cur bi …

Read More »