Tag Archives: Pirtûknasîn

Nîsan, 2016

  • 10 Nîsan

    Pirtûka “Termînolojiya Anatomiyê ya Bijîşkiya Veterîneriyê” Derket!

    Termînolojiya Anatomiyê ya Bijîşkiya Veterîneriyê

    Heya niha di wêjeya kurdî de di derbarê bijîşkiya veterînerî û termînolojiya wê de valabûnek hebû. Bijîşkê Veterînerî Mûzaffer Avşar bi berhemeke giranbuha ev valabûn dagirt. Her wiha, Mûzaffer Avşar dibêje ku: “Ev pirtûk di zimanê zanyariyê de ji bo bikaranîna zimanê kurdî mînakekê teşkîl dike. Min wekî  bijîşkê veterînerî kefş kir ku ji bo rawekirin, vegotin, şîrovekirin û lêkolînên …

  • 9 Nîsan

    Ferhanga Kurdî cildê diduyan çap bû

    Cildê dıduyan ya FERHENGA KURDÎ ku ji aliyê rêzdar M. Emîn BOZARSLAN ve hatiye amadekirin, di nav weşanên Weşanxaneya DENGê de hat çapkirin. Piştî Cildê pêşîn ku dawiya sala 2010an de hatibû çapkirin, amadekirin û çapkirina cildê diduyan jî bidawî bû û dê ji îro pêve di xizmeta gelê Kurd de be. Her wisa, Cildê sisêyan û Cildê çaran jî …

  • 9 Nîsan

    Eşîra Reşkotan – Pirtûknasîn

    Eşîra Reşkotan (Eşîreka Nandar-Warê Dengbêjan) Mihemed Seîd Temel Di cîhanê de bi hezaran netew hene û her netew, li gorî xwe xwedî taybetmendiyên serbixwe ne. Hinek li ser ziman, hinek li ser jiyana rojane, hinek li ser kevneşopiyên xwe, ji hevûdu cuda ne. Gelê Kurd jî di nava xwe de gelek cudahî û taybetmendiyan nîşan dide. Yek ji wan hebûna …

Adar, 2016

  • 29 Adar

    Du Pirtûkên Yucel ASLAN a Helbestan DERKETIN !

    Ciyê kêfxweşiyê ye, du berhemên nû yê helbestvanekî Kurd Yucel Aslan bi navê “Hawar” û “Qemerê”yê li “Weşanxaneya Na”yê (Na yayınları) hatine çap kirin. Ev Yucel Aslan bi hestê xwe, êş, evîna welêt, hêvî, derd, kul, xweşî û nexweşiya gelê xwe tîne der. Ew bi hest û xeyalên xwe evîna bêsînor, dilxweşiyê, hogirtiya herî dilsoz vedibêje û diherikîne û dema …

  • 15 Adar

    Pirtûka ‘Stêrka Xuricî Ferêt’ Derket

    “STÊRKA XURICÎ FERÊT” Romana Welat Dilken Stêrka Xuricî Ferêt ji weşanên Peywendê derket. Stêrka Xuricî Ferêt zemanê qedîm û îro tîne ba hev û bi rêya vegotinên paralel, çîroka ava kirina berhemên antîk ên Komagenê û çîroka xirakirina wan bi hev re vedibêje. Çîrokek me dibe zemanên xwedayan û nîşanî me dide ka çawa Samosê nivîsar bi fermanên Keyser, gotinên …

  • 10 Adar

    Hîkaye û Kirdkî/ Bi zaravayê Zazakî

    Hîkayeyî yan zî meseleyî ma de zaf meşhur î. Hem zî hîkayê û meseleyê ma zaf î. Keso ke bêhîkaye û meselan pîl nêbîyo, mîyanê ma kirdan de çin o. Xeyal û vîrî ma bihîkaye û meselan dekerdeyo. Kirdo/a ke qelema ey/a hol a semedê nuştişê hîkayeyan gelek waharî îmkan o. Ma no îmkanî wareyê kirdkî ya nuştekî de vînenî. …

  • 6 Adar

    Bi Kurdî Pirtûkên Tibê

    1. Zanistîya Tenduristîya Gel – Dr. Abdilwahab Hajî Mahmoud (Halk Sağlığı Bilimi)   2. Ferheng – Nûjdarî û Nûjdariya îngîlîzî – Dr. Seydo Homan (Sözlük – Tıp ve tıbbi ingilizce)   3. Tiba Melayê Arwasî (Mela Arwasî nin Tıp Kitabı 18. Yy.)   4. Kürtçe Anamnez – Diyarbakır Tabib Odası/ israfil bülbül (Anemneza bi Kurmancî)   5. Anatomiya Bedena mirovan …

  • 2 Adar

    Pirtûka Siya Çûyînê – Zeynel Abidin Han

    Li kêleka perava li ber otêla xwe digeriyam. Hêşînayiyeke wisa nerm û berfireh… Dilê min dike wek xwe, dike wek Deryaspî. Ez li benda Wûsarê bûm û ba dihat. Ji aliyekî ve jî vê deryayê ez ditirsandim, tirsa mirinê tijî dilê min dikir. Min difikirî; „A niha li ber perava Deryaspî, gelo kes heye wek min bitenê û bêhêvî?“ Eger …

Sibat, 2016

  • 22 Sibat

    Dîroka Şanoya Kurdî

    Berî hefteyekê, ”Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê” bixêrhatina şanogerê nasdar, nivîskar û dramaturgê kurd, Çetoyê Zêdo kir. Zêdo kitêba xwe ”Dîroka Şanoya Kurdî” îmze kir û semînerek li ser heman mijarê da. Gelek kes beşdar bûn û pirsên cewaz jê kirin. Rêvebirê kitêbxaneya kurdî, Newzad Hirorî, bixêrhatina mêvanan kir. Li ser cî û nirxê karê şanoyî û hunerî qise kir. Giringiya …

  • 19 Sibat

    Alfabeya Kurdî ya Cemşîd Çîftçî derket

    Pirtûka “Alfabeya Kurdî” ya Cemşîd Çîftçî, ji Weşanên Lîsê hate çapkirin. Pirtûk bi wêne û rengîn e. Mirov dikarin bi hêsanî alfabeya kurdî hîn bibin. Pirtûk bi sîstema dengan xwedînê hîn dike. Alfabe bi dengên ku bilêvkirina wan hêsan e dest pê dike, paşê bi dengên din didome. Di dana her dengekî de çend wêneyên ku navê wan vî dengî …