Ferhanga Kurdî cildê diduyan çap bû

Cildê dıduyan ya FERHENGA KURDÎ ku ji aliyê rêzdar M. Emîn BOZARSLAN ve hatiye amadekirin, di nav weşanên Weşanxaneya DENGê de hat çapkirin.

Piştî Cildê pêşîn ku dawiya sala 2010an de hatibû çapkirin, amadekirin û çapkirina cildê diduyan jî bidawî bû û dê ji îro pêve di xizmeta gelê Kurd de be. Her wisa, Cildê sisêyan û Cildê çaran jî di rêzê de ne.

Ev berhema giranbuha ku ji aliyê rêzdar M. Emîn BOZARSLAN ve bi lêkolîn û kedeke bêhempa hatiye amadekirin,  KURDÎ-KURDÎ ye.

Wekî ku rêzdar M. Emîn BOZARSLAN jî di pêşgotina cildê pêşîn de nivîsiye; “Di amadekirina vê ferhengê da jibo tespîtkirin û berhevkirin û bicîkirina peyvikên kurdî bi awayekî rast û lêhatî me sê jêder û serçaviyên giring dan ber çavê xwe û di ferhengê da bicî kirin.”

Ew her sê serçavîyên giring, ev in;

1-Awayê karanîna piraniya gelê Kurd

2-Edebiyata Kurdî ya klasîk

3-Folklora Kurdî

Li gor ku rêzdar M. Emîn BOZARSLAN dibêje, jibo amadekirina vê ferhengê, wî, di sala 2001an de dest bi berhevkirina peyvikên kurdî kiriye. Her çiqas di sala 2001an de dest bi amadekirina vê ferhengê hatiye kirin jî, lêbelê, dema mirov li ser hûr dibe, dibîne ku ev ferheng, xebat û berhema 50-60 salan ya rêzdar M. Emîn BOZARSLAN e. Lewra, ji ber ku rêzdar M. Emîn BOZARSLAN, hê di xortaniya xwe de bi Edebiyata Kurdî ya klasîk û Folklora Kurdî re hatiye nasîn, her wisa jî fêrî zimanê Erebî û Farisî bûye ku her du zimanan jî, bondoreke xwe ya giran li ser zimanê Kurdî danîne, bêtir karibûye ji van her sê jêderan sûd werbigire daku vê berhema giranbuha bighîne destê me.  

Rêzdar M. Emîn BOZARSLAN, di beşeke pêşgotinê ya cildê pêşîn de weha dibêje; “… Dema me dest bi amadekirina vê ferhengê kir, me du amanc û daxwazên sereke dan ber xwe. Yek ji wan amanc û daxwazên me ew bû û nuha jî ew e  ku em, ferhenga fire û têrnaverok, bi awa û metodên zanyarî binivîsin, amade bikin û bighînin destê gelê Kurd. Amanc û daxwaza me ya dî jî ew bû û nuha jî ew e  ku em, peyvikên Kurdî yên heyî bidin nasîn û maneyên wan ên ferhengî û îdyomî û termî gişt bidin zanîn.”

Rêzdar M. Emîn BOZARSLAN, di duawiya pêşgotinê de balê dikşîne ser zext, bandor û qedexekirina li zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê û bi şêwazeke nefsbiçûkî, diyar dike ku ji ber van zextan, dibe ku di vê ferhengê de hin kêmayî bên dîtin û weha dibêje; “Gelek mixabin, mecala me tunebû ku em wan kêmayiyan temam bikin. Hêviya me ew e ku nivîskar û zimanzanên Kurd, di pêşedemê da  li ser zimanê Kurdî lêgerîn û kar û xebatên zanyarî bikin û bi riya wan lêgerîn û kar û xebatên zanyarî, bişên kêmayiyên heyî temam bikin.”

Em jî, vê hêviya Rêzdar M. Emîn BOZARSLAN parve dikin û carek din destxweşiyê lê dikin. Her wisa ji Rêzdar rê temeneke dirêj ya bi sihet dixawazin. Di vê navberê de, em destxweşiya  li rêzdar Unal YARDIMCI jî dikin û spasdarê wî ne ku bi kedeke bêhempa ev her du cildên FERHENGê ji çapê re amade kiriye û gihandiye ber destê me.

Hun karin Cildê Pêşîn û dıduyan ji vê navnîşanê, bi rîya vê mail û telefonê peyda bikin.

NAVNÎŞAN: Kurtismailpaşa 5. Sok. Fırat apt. No:1  Kat:2/2 Yenişehir/Diyarbakır

e-mail: dengyayinlari2016@gmail.com

Tlf: o 533 593 52 54 – 0412 229 02 82

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply