Pirtûka Siya Çûyînê – Zeynel Abidin Han

Li kêleka perava li ber otêla xwe digeriyam. Hêşînayiyeke wisa nerm û berfireh… Dilê min dike wek xwe, dike wek Deryaspî. Ez li benda Wûsarê bûm û ba dihat. Ji aliyekî ve jî vê deryayê ez ditirsandim, tirsa mirinê tijî dilê min dikir. Min difikirî; „A niha li ber perava Deryaspî, gelo kes heye wek min bitenê û bêhêvî?“ Eger hebe, hemî jî hevpar û hewrêyên min in. Yanê ez dîsa ne bi tenê me. Qet nebe tu heyî û ev fikir dilfirehiyeke ecêb bi min dide jiyandin ey Wûsar.
Piştî van ramanên xwe xapandinê ez li çareyekê geriyam, min rêyek diviyabû, rêyeke ku hanê jê werbigrim. Peyva Mesîhî dihat bîra min; „Gava dikevî nav tengasiyeke mezin û hemî hêviyên xwe wenda dikî, min bîne bîra xwe, ji min hanê werbigre.“ Min ji te, ji evîna te ya bêhêvî, ji Xizirê Kal yê li ber pûka çileya har bi tenê û asê mayî, yan ji Mesîhê reben, yê ku ji aliyê Cûhiyan hatibû çarmixkirin wergirt, êdî nizanim? Wê hana ku li ber perava bi dengê nalîn, mîna henaseke jiyanbij hat û li ser dilê min hêza berdewama jiyînê afirand. Belê, îro min bi dijwariyeke mezin fêm kiribû ku di her şert û merca vê dunyaya bê bext de derfeta hêzeke nû ya berdewamkirina jiyanê heye. Hemin fêmkirin têrê nedikir û diviyabû ev têgîhîştin di giyanê mirov de ji xwe re cîhekî starê ava kiriba. Di min de ev yek qewimîbû. Nexwe cîhekî min yê vala hebûye ku ev hêza efsûnî û dijwar ew qas bi hêsanî hat û xwe di min de bi cîh kir. Lê ez jî û çi kesek jî nikare garantiyeke ji bo wê bicîhbûnê bide. Min jî nedabû. Vê gavê ev yek bo min têrê dikir. Jixwe mesele bes ji bo „vê gavê“ ye!
Zivistana janên min dest pê dikir. Di balkona otêlê de ez bi tenê me û hîna jî li benda te me. Êdî dizanim tu dê neyê, lê bi fikreke ecêb û nemayî çaverêya te dikim. Wek derya li hemberî xwe bê hêvî me. Dengê janên dilê min tevlî nalîna peravên wê dibin. Derya, bi deng û pêlên xwe yên tarî ve di ser min de tê. Wê jî ew aramiya xwe ya şeva dûhê bi xişmeke nayê fêmkirin terikandiye. Nenalîne, mîna ku diqêre, hewaran dike. Ev reşayî û sermayiya keska tarî û bi pêlên harbûyî, li ber pencerê ji min re dibêje „were“ û ez ditirsim. Xwe dixim bin lihêfa bi neqşa gulên zer û bi bîhna lawan-tayê. Ji bo ku dengên pêlên behrê nebîhîsim, rûyê xwe dikim nav herdu destên xwe yên kederîn û wisa bi halekî elemîn disekinim.Wisa dimînim. Jiber ku min berî niha nedizanî, ku pêlên derya jî digrîn. Ew qas ji kuranî digrîn û mirov bi bêhaliyeke jidil hêsrênçavên wê hîs dike. Gelo ev dengên bi şewat û şeydayî ji vê derya muhteşem ya ku bi dest û piyên xwe yên reş û sar peravê dikûtin nayên? Belkî ev deng ji dilê min dipekin û di nav giravên piçûcik de li hev diqelibin. Paşê jî ev pêlên bi girîn û qêrîn wek hestên ji agir yên bi bêçaretiyeke bêdawî di kovika dilê min de li hev dikelin. Jiber ku qira hev ji hev venakin, ev car bi radestiyeke stuxwar, di nav pêlên bêdeng yên ku ji binê zeryayên dûr tên de, dîsa wek wan hêdî hêdî berev binê zeryayê diherikin û wenda dibin diçin. Êşên min û deryayê niha di binê zeryayên kûr de hêdî hêdî, tijî tijî, sêwî sêwî û reben reben tevlîhev dibin…
Êşên min wenda dibin, zerya wenda dibe.
Tu wenda dibî, kerba nehatina te, hêviya hatina te wenda dibe.
Tu û bavê te tên bîra min. Tu zarokeke mehzûn, bi destê bavê xwe digrî û bi çavên xwe yên deryajan bi wî re digerî. Ew barên rêwiyên garajê digre ser pişta xwe, tu barê bêçarenûsiyê û giraniya hemî zulma vê dunya bêxwedayan digrî ser dilê xwe. Û hûn bi vî halî li heman bajarê mezin li rastê me, min û dayka min ya dilbihişt tên. Ez û tu wê rojê dibin rihê vê dunyayê, ew rihê ku ketiye destê bêxwedayan.
Ez payîzek ji dilê te yê gênc bûm, tu jî niha dibî biharek ji dilê min yê li ber mirinê…
Ji xaftra ji binê lihêfê derdikevim, mîna ku tiştek hatiye bîra min, mîna ku ez dê niha tiştekî bêjim yan jî bikim û janên min teskîn bin, wisa bi hêviyeke sexte li der û dora xwe dinêrim. Derdikevim eywanê. Li der-yayê dinerim dîsa, giravên piçûcik ji min re wek keş-teyen dûr dixûyin. Û ji wan keşteyan yek dê niha nêzîkî peravê be, paşê ji wir rêwiyên welatên dûr yek bi yek dakevin û di nav wan de yek jî tu bî.
Sextekarê hêviyên xwe bûme êdî…
Heviyên ku jiyana xwe ji dest dayî…
Ne ew girav keşte ne, ne keşte tên, ne rêwî tên û ne jî tu…
Dilê min dibare û ez mîna zarokek bê dayik mayî, ewende naçar im…
Teze fêm dikim, berî çarde salan tu li gel bavê xwe li wî bajarê zalim çendî neçar bûne. Xwe bi rûmet dikim ku ev neçariya we ez birim serê çiyan. Û niha jî tu dê xwe bigîhînî neçariya min. Xwedê yê rast û dilsoz, spas dikim ji te re ku bi rastî dadweriyeke mezin di dilê te de jî heye…
Ji pirtûka ku ev çend roj in min nekarî du rûpelan jê bixwînim, hevokekê dikeve ber çavê min:
Şev e û em digrîn. Şev, derya û stêrên çilmisî hêsraçavên min dibînin. Ez û badeyên ji baranê, em li benda te ne.

Siya Çûyînê
– Zeynel Abidîn Han
© Weşanên SORAN
Çapa 1.
Berlin / 21 Adar- 2015
Berg Design: Gazîn Han

Çap û Girêdan:
Concept Medienhaus GmbH
Bülowstr. 56-57 10783 Berlin

zeynelabidinhan@hotmail.com
ISBN: 978-3-945956-00-7

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply