Alfabeya Kurdî ya Cemşîd Çîftçî derket

Pirtûka “Alfabeya Kurdî” ya Cemşîd Çîftçî, ji Weşanên Lîsê hate çapkirin. Pirtûk bi wêne û rengîn e. Mirov dikarin bi hêsanî alfabeya kurdî hîn bibin.

Pirtûk bi sîstema dengan xwedînê hîn dike. Alfabe bi dengên ku bilêvkirina wan hêsan e dest pê dike, paşê bi dengên din didome. Di dana her dengekî de çend wêneyên ku navê wan vî dengî dihundirîne an bi vî dengî dest pê dike dide û dixwaze xwendekar an zarok navê wêneyan li binê wan binivîse û bixwîne. Di nava dana dengan de dana kîteyan jî heye. Kîteyên ku bi dengekî dest pê dike an jî bi dengekî diqede hatine dayîn. Paşê kîte hatine ba hev û ji kîteyan peyv-peyvên biwate an bêwate- hatine sazkirin. Di pirtûkê de ji hînbûna xwendinê gelek tîştên din jî hene

Ev pirtûk ji aliyê mezinan ve bi serê xwe û ji aliyê biçûkan ve jî di bin çavdêriya mezina kare bê bikaranîn. Ji ber ku sîstem li ser dengan ava bûye, divê deng, kîte û peyv bideng bên xwendin û ducarkirin. Zarok an mezinên ku kêm-zêde tîpan nas dikin, karin bi vê pirtûkê di demeke kurt de hînî bilêvkirina dengên kurdî û xwendina kurdî bibin

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *