Li Bakûrê Kurdistanê Vîrusa Hepatît B

Hepatît nexweşîyeke kezebê ye.
Di welatê me de sedema yekemîn ya vê nexweşîyê vîrus in. 5 cure vîrus hene ku hepatîtê çêdikin. Ev vîrus bi herfên alfabeyê tên bi lev kirin.  Wek Hebatît A,Hebatît B,Hebatît C,Hebatît D,Hebatît E  tên bi lêv kirin. Hepatît A û E ne domdar in û kesên bi van vîrusan dikevin û nexweş dibin sax dimînin. Hepatît B,C Û D jî domdar in.

Em ê di vê nivîsa xwe de bi kurtasî  li ser Hepatît B (HBV) yê bisekinin;  Çimkî li welatê me gelek belav e. Li gorî agahîyên Dewlata Tirkîyê li Bakûrê Kurdistanê ji sedî panzdeh (%15) kes barhilgirê Hepatît Byê ne. Ev ne hejmareke kêm e. Aniha li gorî agahiyên fermî li Bakûrê Kurdistanê nêzî  15 mîlyonî kurd hene. Ji sedî panzdeh nêzî du mîlyon û du sed û pênce hezar (2.250.000)kesî dike. Ev hejmareke gelek zehf e.

Girîngîya vê nexweşîyê çi ye?
Piştî salan kezeba ji çar kesan yek kesên ku barhilgirê HBV yê ne dixurife û di kezeba wan de sîroz çêdibe û di zikê wan de av kom dibe û bi pençeşêrê dikevin. pîştî vê astê jî divê kezeba nexweş bê guhertin, lê li Tirkîyê %15-20 tên guhrtin û %80-85 di hundirê salan de dimirin. Gelek nexweş nikarin bigihin nojdaran. Nexweşên ku digihin nojdaran jî ji ber ku kezebek ji wan re nayê dîtin hêj ku kezeba wan nehatiye guhertin dimirin.

Di nivîseke berfireh de em ê behsa Hepatît Byê bikin. Bimînin di nav xêr, xweşî û sexlamiyê de…

Mihemed Nojdar

Pêvek (Çavkanî: Landstinget Dalarna Smittskyddsläkaren)

Hepatît B, agahdariyên ji bona nexweşan 1 Tîrmeh 2004

Agahdariyên ji bona nexweşan û dîrektîfên gelemperî. Kurte-zanîna Dixtorên Nexweşiyên Jêkvegir.

Hepatît B çi ye?

Hûn êş û jan dikişînin ji nexweşî û jêkvegireke ko çêbûye ji hepatît Bya li cîgerê tesîr dike. Jêkvegira hepatît B li seranserê dinyayê belav bûye û li hin welatan pir têye dîtinê. Ji nîv kesên gehiştî û mezin yên ko ji vê nexweşiyê girtine ji xwe tu nîşan nabînin ko ew nexweş in. Dilrabûn an jî vereşîn, dilçûn, westandin, êşa zik, ta û lerz nîşanên vê nexweşiyê ne. Xwarandin û bayê zer (zerbûna çerm) jî pirî caran têne dîtin weke nîşan û sîmptomên vê nexweşiyê. Heke gehîştî û kesên mezin ji vê nexweşiyê bigirin, gelek caran di nav çend mehan de jêkvegirtin û nexweşî xwe bi xwe baş dibe. Lê gava zarokek bikeve vê nexweşiyê, gelekî rîsk û metirsî heye ko ev nexweşî bibe kronîk û her bidome.

Raguhaztin

Gava xwîna pîs ya ko dirijê bi qaşgê lîçikî an çermê verenîn va têkilî bike, hepatît B têye veguheztinê, ko ev tişt di malbatê da digel têkiliya nêzik va îhtîmaleke mezin e ko bêye veguheztin. Ji malbata we û ji merivên we kesên ko aşî jê ra divê, ewê bêpere bêne aşîkirinê. Dayikên ji vê nexweşiyê girtinê gava zarokên xwe tînin dinyayê dikarin nexweşiya xwe rabiguhezînin wan, an jî kêm caran di ducanî xwe da zarokên xwe nexweş dixînin. Ev nexweşî û jêkvegirtin bi têkiliya cinsî û seksê va jî derbasî mirovan dibe. Hepatît B bi derziya ko nexweşên Hepatît B bi kar anîye jî derbasî mirovan dibe ko gava kesên din vê derziyê bo xwe bixebitînin.

Ducanî û Zayîn

Dayikek nexweş dikare zarokê xwe nexweş bike gava zarokê xwe tîne dinyayê. Divê dayika li benda zarok di derbarê rewşa xwe da maman û dapîra xwe agahdar bike gava cara pêşîn têye klînikê. Piştî zayînê zarok dê di cih da bêye aşîkirinê û paşê çendîn caran di yek saliya xwe da ji bo ko hepatît B giran nebe têye aşîkirinê.

Pakî

Her tim kul û birîn -bi paçekî biçûk be jî- têye veşartinê. Heke kesek bo pêçandinê alîkariya we dike, divê ev kes lepikên ko paşê tên avêtin bi kar bîne. Her tiştên ko xwîn pê bûne bi baldarî û diqetî têne pêçandin û têne avêtin. Çilkên xwînê yên li erdê rijiyane, bi nimûne, bi bikaranîna Chlorine/Virkon an jî tiştên bi qasî wan têsîrdar têne pakkirin.

Direktîfên Bingehîn

  • Divê hûn li ser soza xwe bimînin û dixtorên xwe bibînin û testên ko dixtorê we pêwîst dibinin ji bo we hilbigirin.
  • Her tim, kesên ko pê we mijûl dibe bi rewşa xwe va agahdar bikin gava hûn diçin dixtor an jî diçin dixtorê diranan.
  • Heke xwîna we biçilke ser çav, poz, an jî devên kesekî din, divê tavilê bi avê bêne şuştinê. Çermê ko xwîn çilkiyaye ser, piştî bi av şuştinê dikare bi chlorhexidine bêye pakkirinê.Divê hûn ji wan kesan ra bêjin ko xwîna we bi hepatît B ye û divê ew kes zû here navendeke tenduristiyê an jî nexweşxanê ko gelo hewce ye bêye aşî kirin û derzî were lêxistin.
  • Tiştên banyoyê weke jilêt, makîna kusandinê, firça diranan nehîlinin ko kesek wan bikar bîne û hûn jî tiştên wan bi kar nehînin.
  • Gava hûn derman û îlac li xwe dixin; derziya xwe bi kar bînin û nedin tu kesan ko bixebitîne. Tasa tevlihevê û derziya ko we tê dimine parve mekin ko bila nexweşî neye belavkirinê.
  • Xal an jî guharan bi kar mehînin û mehêlînin ko kesek bi alav û tiştekî tûj we tîmar û sax bike dibe ko xwîn ji we birije. Divê hûr her tim ji wan kesan ra bêjin ko we hepatît B heye.
  • Bi qanûn va hûn mecbûr in ko pêşiya têkiliya cinsî û seksê hevalê xwe agahdar bikin ko we ji nexweşiya hepatît Byê girtiye. Ev rêbaz û qanûn ji bo hemî çalakiyên seksê ne ko gava kîr pê qwiz, rektûm, dev be an jî rîsk û metirsiya derbasbûnê ya nexweşiyê hebe.
  • Heke hevalê we xwe neparastiye (ev an nexweş e an jî hatiye aşîkirin li dijî hepatît Byê) divê hûn kondomekê bi kar bînin bo parastinê. Kondomê di tevayî têkiliya xwe ya cinsî da bi kar bînin.
  • Dixtorê xwe agahdar bikin heger we hevalek an jî merivek hene ko divê bêne aşîkirin li dijî hebatît Byê.
  • Hûn nikarin xwîna xwe, ber û spermê xwe, endam û organê xwe bibexşînin.

Bi Qanûna Nexweşiyên Gehînbar, jêkvegira ko hûn dikşînin bo civat weke metirsî û xederî têye ditîn. Ji ber vê yekê hûn mecbûr in ko li pey ferman û gotinên dixtorên xwe herin. Bi daxwaza we, dixtorê nexweşiya jêkvegir li ser dîrektîfan cardin jî difikire.

Derbar Nûjiyan Xan

Ji Rihayê ye, Li Îzmîrê perwerdeya tibe dixwêne.

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply