Feydeyên Destêr

Bi gelemperî destar di demên berê de di nav malan  de dihat bikaranîn. Helbet aşên mezin jî hebûn. Li her gundekî yan taxekê; aş yan yek bû yan du heb bûn. Lê belê dexlê ku ji bo ber destan bidest bixin destar dihat bikaranîn.. Destar çi ye? Demên berê ji bo çi dihat bikaranîn? Lazim e mirov hinek li ser van bisekine. Helbet di vê derê de dîsa bi destên jinan jîyan hêsan bûye, lê belê hêsanbûn bi kîjan şiklî bûye ,emê qala wê bikin. Bi gotinên îro mirov dikare bibêje ku ji makîneyên hêrandina dexlan re tê gotin ‘Destar’.
Cureyên destar jî hebûn, lê belê emê qala  destarên ku ji du kevirên mezin yên gilover dihatin holê  bikin. Helbet aşên berîya 4-5 sersalan jî hebûn. Wek aşê ba, jê re digotin aşba. Li gor agahîyên dîroka insanan; destar, ji bo ku hebên wek genim, ceh, garis û hwd bihêrinîn û nan çêbikin hatîye bikaranîn. Ewil di kevirên ku ortê wan hatiye qulkirin, yanî necirandin de ev dexl bi lêxistinê dihat hêrandin. Paşê kevirên hişk dihat tiraşkirin û bi van keviran aş dihate çêkirin. Genim di nav du kevirên gilover ya ku hatine tiraşkirin de dihat hêrandin. Ji van keviran yek di cîyê xwe de, li erdê sebît bû, yê din jî bi qeweta insanan bi zivirandinê genim  dihêrand. Ev kar bi rastî bi zehmet bû. Lewra qeweta insan hewce bû. Bi destekî genim ji bo navîna kevirê  dihat berdan, bi destekî jî dihat zivirandin. Helbet destarên ku li malan dihat bikaranîn bi destê  jinan dibû. Dexlên ku wê li berdestan bihatina bikaranîn  nedibirin aşên mezin. Hema li malê çêdikirin. Helbet ji bo ku ard bidestbixin, ewil paçikekî paqij li kêlekê kevirên gilover dipeçandin da ku genimên ku dihat hêrandin nekeve nav herîyê. Ji bo vîya ev paç dihat bikaranîn. Genimên ku dihatin hêrandin, dibû ard. Ev arda bi rêya  kevirên ku li ser kevirê din dihat zivirandin  dihat avêtin. Ev arda paşî dihat kom kirin. Mirov li dîroka aşan jî dinêre, ewil ji qeweta insanan , paşê bi rêz; yê heywan, ba û qeweta avê îstîfade hatîyê kirin. Makîneyên îroyîn jî ji van îcadên dîrokî feyz girtine. Divê derê de em dibînin ku insanên berîya 5-6 qirnan ji bo ku jîyana xwe hêsan bikin ji xwe re tişt îcat kirine. Ji vana yek jî destar bûye. Ev destar bi destê  jin û mêran hatîye holê. Helbet destar bi taybetî jinan bikar anîne. Lewra strandina hevîr û çêkirina nan bi destê jinan li malan dihat çêkirin. Nanê mala…

Helbet bi hêrandina genim hew ard nedihat bidestxistin. Ji qaşilên genim nizûl (Kepek) jî dihat bidest xistin. Bi van qaşilên genim jî nanên ku niha di roja me de tê tercih kirin, yanî nanê kepekê dihat bidestxistin. Hinek pispor dibêjin ku  nanê kepekê, ji bo nexweşîya pençeşêrê gelek baş e. Bi ya min jî tiştên xwazayî ,yanî bê kîmyewî  ji her tiştî çêtir e. Niha teknolojî gelek pêşve çûye, lê belê curên nexweşîyan jî bi vê teknolojîyê zêde bûye. Niha em binêrin, ji ber nanên niha,  nexweşîyê obezîtê, şekir û hwd zêde bûye. Niha genim di febrîqayan de ewilî  bi avê tê şûştin, paşê tê zûwakirin dûvre tê şikenandin û tê hêrandin. Niha bala xwe bidin, hemû vîtaminên bi feyde bi vî şiklî diherimin. Lê belê nanên malan çi qas bi feyde bûye. Çawa ji erdê hatîye duritin wisa jî hatîye ser sifreyan. Destê kesî an makîneyan lê neketîye. Ji genim bigrin heya hêrandina wî û destxistina ardê bi aletên xwazayî hatine holê. Tu aletekî derve nehatine bikaranîn.

 

Sevda Kaplan

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply