G – REWŞA HELBESTA KURDÎ A NÛJEN Li rojhilata navîn helbesta klasîk a kurdan û farisan dewlemend e. Helbesta tirkan a klasîk tune. Helbestên ku di dema padîşahê împaratorîya Osmanî’yan de dihatin nivîsîn –ku jê re dîwan edebîyatî digotin- piraniya wan bi farisî û hinek jî bi erebî hatibû nivîsîn. Li Kurdistana bakur bingeheke qedîm a helbesta …
Îlon, 2016
Tebax, 2016
-
28 Tebax
Helbest û Çend Taybetiyên Wê (3)
E – HELBEST Û HELBESTVAN Helbest hîtabê hest û ruhê mirov dike û bala mirov dikşîne, mejîyê mirov dixe hareketê. Helbest di derûnîya ruhê mirov de xweşhalî yan jî xemgînî çêdike, mirov coş jî dike û bi derd, kul û keder jî dike. Hinek helbest hene, wisa xweşa mirov diçe ku, ruhê mirov pê mest dibe. Jîyana her …
-
19 Tebax
Helbest û Çend Taybetiyên Wê (2)
C – HELBEST DERMANÊ ŞADIMANIYA RUHÎ YE Huner neynika xwezayê -naturê- ye. Mirov ji xwezayê hazên – xweşiyên – estetîk werdigre. Dema mirov di nav dar û daristanan de digere, li ber golê rûnî dike, li çîyan dinêre, di nav bahrê de avjênî dike, ruhê mirov şad û bextîyar dibe. Li jor ezman şîn e û li jêr xweza …
-
7 Tebax
Helbest û Çend Taybetiyên Wê (1)
A – HELBEST HUNERA ZIMAN E Li gor roman, çîrok, şano û hemû cure nivîsên pexşan, helbest ciheke kin digre, lê pir tişt dibêje. Helbest hunera ziman e. Peyvên helbestê hilbijartî ne, hevokên wê wek dantelê li hevûdu nexşandî ne. Di her peyv û hevokê de maneyên giranbiha hene. Helbest deranîna hestên ruhî ye. Pêwîstiya giyanê mirov bi hestekî tenik …