Helbest û Çend Taybetiyên Wê (2)

C – HELBEST DERMANÊ ŞADIMANIYA RUHÎ YE

 

Huner neynika xwezayê -naturê- ye. Mirov ji xwezayê hazên – xweşiyên – estetîk werdigre. Dema mirov di nav dar û daristanan de digere, li ber golê rûnî dike, li çîyan dinêre, di nav bahrê de avjênî dike, ruhê mirov şad û bextîyar dibe. Li jor ezman şîn e û li jêr xweza kesk e. Rengên kesk û şîn xwe li ruhê mirov radipêçe.

 

Xewn û xeyalên mirov tu sînor nas nake. Berhemên edebî yên curbecur ji ber xeyalên dûrûkûr, bêdawîn û bêsînor têne afirandin. Heger xeyalên pîroz, derbirînên hest û ruhî, zanîn, hiş û eqil nebin, helbestên xweş dê çawa bêne nivîsîn?

 

Serpêhatiyên evînên şkestî, şadimanî û bextiyariya evîndaran, herî xweş bi helbestê têne ravekirin. Helbest dermanê hest û ruhê evîndaran e. Tu dermanek wek helbestê nikare li ser hest û ruhê însan tesîr bike. Şadimanî, pevşabûn bi gotinên helbijartî yên helbestkî di hest û ruhê de dikeve rengekî pîroz ê sihrî. Şadimaniya ku bi gotinên helbestkî tê zimên, li ser ruhê însan wisan bandorek pêk tîne ku, tu derman nikare bi qasê wê tesîra xwe pêk bîne. Yanî, helbest dermanê şadimaniya ruhî ye.

 

Helbestên şadimaniyê enerjîya cinsî û estetîka ruhî geş dike, daxwaz û xeyalên pevşabûnê pêl dide. Di helbesteke şadimaniyê de, şikl û şemalê jineke tazî, bedew, rind û spehî di heş û mejiyê mirov de reng dide, dilê mirov germ dike, ruhê mirov aram dike û di serê mirov de wêneyên xweşik ê erotîk çê dike, jîyan û evînê bi mirov xweş dike.

 

Di dinê de, yê ku herî pir ji xwe hez dike însan e. Însan dixwaze şad û bextiyar be. Ji xwe ferqa însan û heywan yek jê ev e. Însan ji bo şadimanî û bextiyariyê êş dikşîne. Helbet tenê şadimaniya fizîkî têr nake. Divê însan ji hêla ruhî ve jî şad be. Şadimaniya ruhî bi gotinên helbijartî yên helbestkî pêk tê. Gotinên şadimanî yên sihrî, ruhê însan xweşhal dike. Serfîrazîya ku însan di van gotinên efsûnî de dibîne, di tu cihek din de nabîne. Lewra jî, helbestên şadimaniyê dermanê derûnîya hest û ruhê mirov in.

 

 

D – XWEŞÎYA HELBESTÊ

 

 

Bavê navê “Surrealîzm”ê helbestvanê Fransî Guullaume Apallînaîre ye. Ew jî wek gelek helbestvanên din, ji bo xwenûkirin û pêşveçûna helbestê di nav lêgerînek de bûye. Ew li riyên nû û asoyên berfireh geriyaye. Wî ne tenê helbest nivîsiye, di gel helbestan şano, çîrok û roman jî nivîsandîye.

 

Di navbera helbesta klasîk û ya nûjen de bi her awayî, bi taybetî jî ji alî ziman, form û demê de ferq heye. Li cîhanê pêşevayê helbesta nûjen Baudelaîre û Rîmbaud in. Wan wek şikl û naverok helbestê ji ya klasîk cuda kirin.

 

Helbestvan Melarmê dibêje : “Helbest ji peyvan pêk tê. Lê, peyv peyvên manedar in.” Helbestvan Valêry jî dibêje : ”Zimanê helbestê di nav ziman de zimanekî taybetî ye, cuda ye.”

 

Li cîhanê gelek însanên helbesthez hene. Ji bo wan xweşî û girîngîya helbestê bêpayan e. Helbest ji bo wan riya jîyanê ye, aramîya gîyanê ye, hunera hest û ruhê însanan e. Ew derûnîya ruhê xwe bi saya helbestê ji tenêtiyê xilas dikin û di hêla ruhî de şad dibin. Gelek helbest di hêla felsefî û estetîkî de hîtabê ruhê mirov dikin. Lewre jî helbest dibe ronahîya hundirîn a ruhî. Helbestên lîrîk û trajîk derûnîya hestên mirov didin der, dibin neynika psîkolojîya mirov. Lê, di wan de çirîska hêvîyê jî heye.

 

Di helbestan de, bi saya îmgeyan, sembol û nîşanan gelek tişt têne ravekirin. Helbestên helbestvanê nûjen Paul Eluard ji bo însanan bûbû hêvî, ronahî û xweşiya ruhî. Wî di helbestên xwe de mijara evîn û azadiyê dinexşand û hîtabê hestên însanan dikir, azadî, ronahî û xweşiya jîyanê bi mirov didan hezkirin.

 

Li ser xweşiya helbestê çiqas bê nivîsîn, çi bê gotin jî hindik e. Helbest xweş e, lê dema tê xwendin, dema wek stran tê strandin hîn xweştir dibe. Di van demên dawîn de hinek helbestvan helbestên xwe di kasetan de xwendin. Hinek dengbêjan ji ber helbestan klam û stranên xweş gotin. Min helbesteka nivîskara jin a kurd Yildiz Çakar li ser kaxiz xwendibû, xweş bû, lê dema min di Medya-Tv-ê (paşî bû Roj Tv, û niha navê wê Stêr Tv ye) de guhdariya xwendina helbesta wê kir, bi min hîn xweştir hat. Wê helbesta xwe gelek xweş xwendibû, pêşkêşê temaşevanên kurd kiribû. Wê gelek helbest û çîrokên baş nivîsiye û niha dest bi nivîsîna romanê kiriye. Romanek wê nû hatiye weşandinê.

 

Li ser helbest çiye? Çi nîn e? Gelek nivîs hatine nivîsîn. Lêbelê piraniya wan nivîsên ku hatine nivîsîn ne bi kurdî ne. Bi zimanên din in. Di Kurdistana bakur de pirtûkên helbestan hindik in. (Ji sala 1975-an heta sala 1980-yî tenê du pirtûkên helbestan bi kurdî hatin weşandin. Ew jî yek a Rojen Barnas bû ya din jî a kurdê Kafkasyayê Askerê Boyik bû.) Nivîsên ku li ser helbestan hatine nivîsîn bi tilîyên destan tên jimartin.

Lokman Polat (2)

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply