Helbest û Çend Taybetiyên Wê (4)

G – REWŞA HELBESTA KURDÎ A NÛJEN

 

 

Li rojhilata navîn helbesta klasîk a kurdan û farisan dewlemend e. Helbesta tirkan a klasîk tune. Helbestên ku di dema padîşahê împaratorîya Osmanî’yan de dihatin nivîsîn –ku jê re dîwan edebîyatî digotin- piraniya wan bi farisî û hinek jî bi erebî hatibû nivîsîn.

 

Li Kurdistana bakur bingeheke qedîm a helbesta klasîk heye. Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Feqîyê teyran, Ahmedê Xanî û gelek helbestvanên kurd yên klasîk berhemên hêja afirandine, helbestên nemir nivîsîne. Berhemên wan dewlemendîya edebîyata kurdî ye.

 

Helbesta kurdî a nûjen li Kurdistana bakur gelek qels e. Li Kurdistana başur û başurê biçûk û rojhilat xurt e. Li Kurdistana bakur roman û çîroka modern pêş ketiye, lê helbesta nûjen pêş neketiye. Di hersê perçeyên Kurdistanê de di nav şaxên  edebiyatê de ya herî pêş helbest e. Li Kurdistana başurê biçuk hema bibêj temamê nivîskarên kurd –yên binxetê- helbestên kurdî dinivîsin. Lê li Kurdistana bakur yên ku helbest dinivîsin bi tiliyên destan tên jimartin, anku hindik in.

 

Di salên 1975 – 80’yî de navê çar helbestvanan derketibûn pêş. Ji wan herçaran sê helbestvan bi tirkî û yekê bi kurdî helbest dinivîsand. Di wê demê de weşanxanên kurdan heryek bi dehan pirtûkên îdeolojîk, polîtîk weşandin. Weşanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” di nav weşandina ewqas pirtûkan de tenê pirtûkek helbestan weşand. Ew jî pirtûka helbestvanê kurd ê Kafkasyayê ya Eskerê Boyik bû. Weşanên ”Komal”ê çend pirtûkên helbestan derxist bi tirkî bûn. Weşanên ”Yontem” û ”Kawa”yê ji xwe qet pirtûkên helbestan –ne bi tirkî û ne bi kurdî- neweşandin. Wê demê Apoyî’yan bi navê ”Serxwebûn” weşaneke teksîr ya îlegal derdixist û nivîsên têde hemû bi tirkî bû.

 

Di sala 1980’yî de darbeya faşîst pêk hat. Salên 80’yî di bin nîrê dîktatorîya cunta faşîst de derbas bû û di wan salan de pirtûkên helbestên kurdî nehatin weşandin. Li Ewropa’yê jî gelek weşanxanên kurdan hebûn, lêbelê her weşanxane ancax yek yan du pirtûkên helbestan weşandin.

 

Niha, dema min vê nivîsê nivîsî, ez ji xwe re li ser nivîskarên kurdên bakur yên ku helbestên kurdî dinivîsin, fikirîm. Yên ku bi kurdî helbest dinivîsin gelek hindik in. Hinek nivîskarên ku berê çend helbestên kurdî nivîsîbûn û di kovaran de weşandibûn wan jî dev ji nivîsîna helbestan berdaye. Yek, du nivîskar jî pirtûkeke helbestan weşandine û êdî ne helbest nivîsîn û ne pirtûk weşandin. Di nav nivîskarên jin ên kurd de afirandina berhemên edebî û bi taybetî nivîsîna helbestên kurdî ber bi pêş ve diçe, geş dibe.

 

Belê di hêla afirandina helbestên kurdî de –di dema me de- nivîskarên kurd qels in. Lêbelê hinek nivîskarên kokkurd hene ku bi tirkî, erebî dinivîsin, ew di hêla afirandina helbestê de gelek jîr in û her yek çend pirtûkên wan yên helbestan –bi zimanê serdestan – derketine. Yilmaz Odabaşî yek ji wan helbestvanane ku gelek pirtûkên wî bi tirkî derketine. Ew bi xwe kurd e û ji Amedê ye.

 

Hinek weşanxanên kurdan yên li Stenbolê, bi sedan pirtûkên tirkî weşandine. Bi dehan pirtûkên helbestan yên bi tirkî weşandine û yek, du pirtûkên helbestan yên bi kurdî weşandine. Mirov dema li hejmara pirtûkên helbestan yên bi kurdî dinêre, dibîne ku pirtûkên helbesta kurdî bê çiqasî hindik in.

 

Herçiqas îro helbesta kurdî a nûjen qels be jî, divê bi hewldanên pîroz, bi kar û xebateke baş, bi şêweyeke berhemkarî helbesta kurdî pêş bikeve, dewlemend bibe. Di vê hêlê de hewldanên baş hene û hinek weşanxane jî –herwekî weşanên Avesta, Pêrî, Aram, Sî-Mîr- Do , Veng, Deng, Helwest, Nûdem, Belkî, Lîs, Bîr, Tevn, Nûbihar, Ava, J#J, Ronahî, Ar, Berçem û hwd, girîngî dane ser weşandina pirtûkên helbestên bi kurdî.

 

HELBEST Û ÎLHAM

 

Hinek helbestvan dibêjin ji bo em helbest binivîsî îlham tê me. Dema îlham tê me hêj em helbest dinivîsî. Ev îdîa nerast e. Nerastbûna wê ji alî helbestvanê hêja Rênas Jiyan ve bi berfirehî hate şîrovekirin. Nirxandina Rênas Jiyan rast e û ez jî bi vî baweriyê re me ku helbest bi ked û xebatê, bi hest û raman, bi têgihîştin û fikrandinê tê afirandin.

 

Helbestên nûjen herçiqas bi şêweyeke nû bêne afirandin jî bingeha wê civak e û berhemên klasîk e. Helbestvanên nûjen ji helbestvanên klasîk siûdê werdigrin. Helbestên felsefî ji ber zanîna felsefê tê afirandin. Yê ku felsefê nizanibe, dê çawa helbestên felsefî biafrîne? Helbest ji ber zanînê nekû ji ber îlhamê tê nivîsîn. Helbestvan bi xebata xwe bi keda meziyê xwe dikare di nav helbesta klasîk û ya nûjen de pirek dayne. Însanekî ku lênêrîna wî ya felsefî tunebe, nikare helbesteke felsefî binivîse. Helbestvan bi şêweya helbestkî hest û ramanên xwe, zanîna xwe, lênêrîna xwe ya li însanan, civakê û xwezayê bi gotinên manedar û bi peyvên hilbijartî dide der, anku pêşkêşê xwendevanan dike.

 

Helbest afirandina keda mejiyê însan e û bi xebatê pêk tê. Mijareke tê heşê mirov û mirov xwe li ser wê mijarê konsantre dike û bi zimaneke edebî, bi şêweyeke helbestkî wê mijarê dike temaya helbesta xwe. Nivîsîna wê helbestê neku ji ber îlhamê ye, ji ber hizra ramanî û xebata nivîsînê ye.

 

Gelek şaîrên navdar yên cîhanê bawermendên olperest nînin, ew ateîst in, materyalîstin. Baweriya wan bi Xwedê/a nayê, dê çawa Xwedê/a ji wan re îlham bişîne(!)…Helbestvanên navdar neku ji ber îlhamê dinivîsin, yanî ji wan re wek wahîy îlham ji alî Xwedê/a ve nayê. Ew bi xebata xwe, bi keda xwe, bi fikr û ramanên xwe, bi mejiyên xwe berhemên edebî diafirînin, helbest dinivîsin.

 

Gelo çima helbestvan helbest dinivîsin? Çima ne hemû, lê hinek nivîskar dibine şaîr? Bersîva van pirsan piralî ye. Hinek kes – nivîskar – dibine evîndarê welatê xwe û li ser welêt helbest dinivîsin. Hinek ji keçek hez dikin, dibine evîndarê keçek û li ser evîndara xwe dinivîsin. Hinek kes ji ber hezkirina Xwedê/a helbestên olî, tasawûfî dinivîsin. Hinek kes bi şêweya helbestê hestên xwe yên ruhî, derûniya xwe ya hundirî derdixin der û bi riya helbestê daxwazên xwe pêşkêş dikin.

 

Belê, helbest bi îlhameke Xwedayî na, bi ked û xebatê û bi fikrandina mejî tê afirandin. Helbestvanê navdar ê rusî Vlademîr Mayakovskî bi navê ”Helbest çawa tê nivîsîn?” pirtûkek jî nivîsiye û rêbaza nivîsîna helbestê pêşkêşê xwendevanan kiriye. Helbet yên ku vê pirtûkê nexwendine jî (ku min nexwendiye) helbest nivîsîne û dinivîsin. Ji xwe ji bo nivîsîna helbestê qalib yan recete tune ku îla divê mirov li gor wê qalib û recetê binivîse.

 

Nivîskar mihendisên civakê ne. Ew ji bo guhertinê, anku guhertina civakî û ji bo pêşveçûnê roleke pêwîst bi cih tînin. Nivîskarên rewşenbîr ji bo mentalîteyên nû yên sosyal civakî pêşkêşî dikin. Nivîskarên helbestvan dibine neynika hest û ruhên civakê û hîtabê hest û ruhê kesayetî ya kesan dikin.

 

Hinek nivîskarên helbestvan hene, wan jiyana xwe dane nivîsînê. Yanî bê rawestandin hetanî dawiya umrê – temenê – xwe bi nivîsînê re mijul bûne û dibin. Wan çîrok, şano, roman û helbest nivîsîne û xebata xwe ya nivîs nivîsînê bûye şêweya jiyana wan. Wan bi keda xwe, bi xebata xwe berhem afirandine û ji bo wan ji ezman tu îlham nehatiye xwarê. Ji xwe wek min got, kesên ateîst, materyalîst bi îlham, mîlhamê bawer nakin. Materyalîst mîstîk nînin, realîst in. Baweriya wan bi Xwedê/a bi xurafe û tiştên olî tune. Baweriya wan bi îlmê, zanînê, rasteqîniyê heye. Ew bi îlîm û xwezayê bawer dikin û hew.

 

Bingeha nivîsînê, nivîskariyê xwendine, zanîn e. Yê ku ji xwendinê hez bike û pir bixwîne, dikare binivîse û bibe nivîskar. Yê ku ji xwendinê hez neke, zanîna xwe pêşve nexe, nikare bibe nivîskar. Helbet ev nayê vê maneyê ku, yê ku nivîskar nînin nezanin. Na, ew jî zana ne. Lê hewesa wan ya nivîsînê tune. Nivîskarî di cihek de jî hewes e, xwestina nivîsînê ye. Yê ku hewesa wî ya nivîs nivîsînê tunebe, rêzek jî nivîs nanivîse. Yê ku binivîse jî heger hewesa berdewambûna kar û xebata nivîsînê pê re tunebe, nikare berdewamiya nivîskariya xwe bidomîne.

 

Pirtûk û herweha helbest (şano, çîrok, roman û gotar jî) berhema ked, eqil û mejî ye, anku berhema însanan e. Û herweha ji bo însanan e. Ji bo nivîsînê tu qalib û qaîde ku dê nivîskar çawa binivîse, tune. Her nivîskar ûslûba wî / wê, şêweya nivîsîne wî / wê heye û ew bi xwe şêwe û teknîka nivîsîna xwe pêk tîne.

 

Bi kurtahî, divê bê zanîn ku, afirandina berhemên edebî û nivîsîna helbestan bi şêweya teolojîk îzah kirin nerast e. Ev ji keda însan re û ji mejî re bêhurmetî ye. Înkarkirina afirîneriya însan e. Çawa ku merengozekî bi heş û mejiyê xwe, bi keda xwe kursî û mase çêdike, nivîskarekî helbestvan jî bi heş û mejiyê xwe, bi keda xwe berhem diafirîne, helbest dinivîse.

 

 Lokman Polat (4)

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply