Tag Archives: Çîrok

Nîsan, 2017

  • 12 Nîsan

    ‘Mîrzeyê Piçûk’ bi 300 zimanî hatiye wergerandin

    “Mîrzeyê Piçûk” a Antoine Saint-Exupery a di nav edebiyata zarokan de klasîk e, heta niha li 300 zimanî hatiye wergerandin.”Mîrzeyê Piçûk” bi zaravayên kurdî kurmancî, soranî û zazakî jî hatiye weşandin. Li gor daxuyaniya Weqfa Saint-Exuperyê berhem herî dawîn li zaravayê hassanyaya erebî hat wergerandin. Zaravayê hassanya li herêma Sehraya Fasê tê xeberdan û Exupery jî ji vê sehrayê îlham …

  • 9 Nîsan

    Barê Êzingan (Pêkenok)

    Rojeke zivistanê zilamekî gundî barek êzing (darên hişk ên şewatê) hazir dike, li ser pişta kera xwe bar dike û dikeve ser rê ku bibe bajêr bifroşe û li şûna wê ji bo malê pêdiviyên xwe bikire. Behnekê diçe, qederekê ji gund dûr dikeve, digîhêje pîremêrekî. Dinêre ku pîremêr jî ber bi bajêr ve dimeşe, lê bi kotekî dimeşe.  Silavê …

  • 6 Nîsan

    Kurte Nivîsa Siyabend û Xecê

        SIYAMEND(SIYA EHMED) Û XECÊ  Hey hebû hey tune bû, ji malbeteke koçeran keçeke wan hebû navê wê Xecê bû. Xecê di mala babê xwe de kemilî hate çaxê mêran, ciwanekî  Farqînî hebû navê wî jî Siya Ehmed bû. Demek hat Siya Ehmed û Xecê yekûdu dîtin, dema ku yekûdu dîtin, hejêkirina jin û mêranî dilê wan kete hev, …

  • 2 Nîsan

    Efsane û çêrokên me yên gelêrî

    Berî ku radyo, televîzyon û têldest derkevin, gundî di mala yekî ji wan gişan maldatir; yê ku wekî malmezinê xwe didîtin û dinasîn diciviyan, û bi taybet di şevên dirêj ên zivistanê de, li aliyê mêran, ku her tiştekî wî ji yê aliyê jinan baştir bû, wekî xalî û kulavên ku dihatin rêxistin, mînder û balifên ku bo rûniştina mêvanan …

Adar, 2017

  • 29 Adar

    Reşê Şevê-(Çîrok)

    Hebû tunebû, mêrikek hebû. Mêrik yekî pir xemsar û tiral bûye di mala wan de tu tişt tune bûye ku bixwin, jina wî xwe bi xwe fikiriye gelo mêrê xwe çawa ji mal derxîne. pîştre fikrek hatiye hişê wê  ziviriye gotiye : “Mêrik hela rabe. Mal xirabo! derva kade dibare ka xêra xwe ji me re hinekî belavke em jî …

  • 27 Adar

    Çîroka Xapandinê

    Zeman dîroke bû, dem demê berê bû, meselokek wiha qewimî bû. Wextekê di nava miletê Kurd cotyarî û çandinî kêm bûbû. Ziwahî ketibû zevî û genimê. Hewcedarên miletê navçeya Qubîn’a (Beşîrî) Êlih’ê ketin rê û çûn Sîlwana Amedê ku ji bo xwe genim bikirin. Gundekê Sîlwanê ciwanek li rexê rê zeviyek av dida. Wê wextê karwan li rexê zeviyê sekinî. …

  • 25 Adar

    Yekçav, duçav, sêçav (Çîrok)

    Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû li welatekî pir dûr, jinek û sê keçên wê hebûn. Navê keça mezin Yekçav bû, ji ber ku li eniya wê çaveke wê hebû. Navê keça navîn Duçav bû, ji ber ku wekî hemû mirovan du çavên wê hebûn. Û navê keça biçûk jî ji ber …

  • 22 Adar

    Sofî û Cïranê Wî (Çîrok)

    Li herêma Serhedê  Bajarê Muşê, li gundek wê  pêk hatiye.  Mirovek  hebûye, di gun de neçûye nava  gel, şîn û  şahiyan. Rojek  Cejna  Meha Remezanê de, Xanima wî di çe  bal rûsipî û  xizmên xwe. Ji wan re dibêje: “Ka çareserekî ji me re bibînin ; zilamên min mirovek zana ye lê  naçe  mizgeft û nava mirovên xwe.”  Heyet û rûsipî bi hev dişêwirin: “Ka em çi bikin.”  Mirovek Temenê wî mezin û   rûspî dibêje :  “Bila mele û çend kes herin  cejna wî û  jê re hin nesîhet û şîretan bikin ?” Ev pêşniyar tê pejirandin û  dibêjin: “Bila seyda û çend kes herin ziyareta wî.” Mele  Qur’ana xwe û  hin pirtûkan digre bal xwe, ji bona ji wî camêrî re qala Xweda û heqîqetê bikin.  Diçin  Mala  camêr  demsal payîz û hinek berf barî bû.  Camêr, seyda û kesên pê re pêşwazî dike. Di avahiya wî de pêxîrik (şomîne) hebûye darên berû   avîtiye pêxirî agir gur bûbû.  Camêr  hinek Pîvaz avîtibûye nava agir  ji ber sermayê   ku bixwe. Bi xêr hatina wan dike  rêz û qedir  ji wan re digre û dipirse “Kerem kin  gelo we xêr e seyda û  rûsipiyên xwe ve  hatine cejna min.”  Seyda dibêje: ”Birayê delal  hûn nayênê bal me û civata me, lê em hatine ditîna te û malbata te. Ger ku destûra te hebe  em ê hinek Quran bixwînin,  ji bona bereketa mala te û miriyan.” Mebesta seyda jî ew bûye ku  hin tesîrek li camêrî bike, ku qelb û dilê wî nerm bibe. Camêr dibêje: “Baş e seyda bixwînin  ez ê guhdarî bikim  ger ku bikeve çokên min  ez ê kêfxweş bibim.” Seyda  ji Sûreya  Beqerê   çend ayet dixwîne û şirove dike. Rûyê seyda jî dirêj û  xweşik bûye . Dema seyda  dixwîne  camêr  digrî, seyda bi xwe bi xwe dibêje : “Dilê camêr dişewite.” Piştê girînê  vê carê camêr  dikene. Seyda  Qurana xwe datîne û dipirse: ”Bira  tu vê  Qur’anê  tu çima giriya û dur re çima keniya yî ?” Camêr dibêje: ”Seyda  Dema te Qur’anî  dixwend   rûyê te  dihejiya. Min duh bizinê xwe  biribû  nava daran, ku çilo bixwin. Nêriyek me hebû  …

  • 20 Adar

    Behlûlê Dîn

    Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû, dibêjin li gundekî, koskeke kevn hebû, û di wê koskê de jî efendiyek tevî du kurên xwe dijiya. Îca herdu kurik wisa biaqil bûn ku nîvê aqilê wan jî wê têrî wan bikira. Wan herduyan jî dixwest bi keça qral re bizewicin lê belê ji bo …

  • 19 Adar

    Dêlegur (Çîrok)

    Amê Hesen li ber şibakê rûniştibû. Çaya xwe vedixwar, li kulîlkên dara behîvan dimeyîzand û xwe bixwe diştexilî. Mala Xwedê ava vaye bihar hat. Kuro! law ma zivistan jî demsal e? Hema bila qet demsal neguherin. Salê du demsal bes in; bihar û havîn. Ev demsal demsalên feqîran in, hema tu li derve jî bimînî tiştek bi te nabe. Lê …