Dêlegur (Çîrok)

Amê Hesen li ber şibakê rûniştibû. Çaya xwe vedixwar, li kulîlkên dara behîvan dimeyîzand û xwe bixwe diştexilî. Mala Xwedê ava vaye bihar hat. Kuro! law ma zivistan jî demsal e? Hema bila qet demsal neguherin. Salê du demsal bes in; bihar û havîn. Ev demsal demsalên feqîran in, hema tu li derve jî bimînî tiştek bi te nabe. Lê di zivistanê de mirov nikare ji mala xwe derkeve, weke mehbûsên di hepsê de rojan dijmêre. Payîz jî ne xweş e lewra ew jî destpêka zivistanê ye… Dengekê ew ji vî halî hişyar kir:

-Amê Hesen! Amê Hesen

-Çi bû çavê Amê xwe?

-Welleh Ehmedê Mala Ramo sê çeliyên guran girtine û anîne nava gund. Gundî dibejin em ê wan çêliyan bikujin.

Amê Hesen got:

-Erê, demsala zivistanê tu çûyî lê bihar jî nehat ji rebena diya gur re.

-Te go çi?

-Ne tiştek, min tiştek negot.

-Ma tu jî nayê?  Em jî herin çêliyên gur bibinin.

-Belê belê ez ê bêm.

Rabû bi wî zilamî re çûne nava gund. Barebara zarok û ciwanan bû. Di nav gundiyan de niqaşeke mezin hebû. Ev niqaş li ser kuştina çêliyên gur bû. Yekî got:

-Em wan bavêjin ser zinaran.

Yekî din got:

-Bi ya min em wan bişewtînin.

Yekî din:

-Law! Hûn çi zalim in. Hûn çima vê eziyetê didine van heywanan. Hema her yekî fişekek berdine serê wan û ji wan xelas bibin. (Qaşo ev yê herî bi merhemet bû).

Yekî extiyar got:

-Birayê Hesen tu çi difikirî? Gelo em çi bînin serê van cinawiran.

Amê Hesen:

-Bi ya min van heywanan serbest berdin, bila herin ba dayika xwe.

Gundî gelekî hêrs bûn. Yekî got:

-Amo tu dibejî çi? Tiştê ku tu dibejî guhê te dibihîsê gelo? Ma nayê bîra te ku van guran vê zivistanê çi anî serê me. Bi dehan dewarên me kuştin, telef kirin, heta kûçik nehiştin, kûçikên me jî kuştin. Baş e ku bihar hat, yan na bi sozê Xwedê wê em jî bixwarana ev cinawarên bêyom.

Amê Hesen:

-Lê hê ev çêlik in. Ma hûn nabînin hê diranên wan derneketine.

-Ma ev jî gotin e. Îro çênebûbin wê sibê çêbin. Çawa ku mezinên me gotine: “Çêliyên maran bê jahr nabin.”

Amê Hesen hew şitexilî, berê xwe da mala xwe û çû.

Dawiya dawî gundiyan biryara xwe dan. Fikrê Ûnisê Mala Receb hate pejirandin. Wê çêliyên gur bi saxî binax bikirana. Li ber bênderê çalek kolandin. Çêlî avetine çalê… Yekî ji wan got:

-Bisekinin fikreke min e xweş heye. Çêliyekî binax nekin. Em ê bi saya wê dêlegurê jî bigirin. Çeliyek derxistin û ax avetin ser wan çêliyên din. Bû kûzekûza çêliyan. Piştî demekê denge wan hew hat…

Roja dî ciwanên gund gihaştin hev û biryara kuştina dêlegurê dan. Rahiştine tivingên xwe û çûnê cihê ku çêlî hatibûn dîtin. Ciwanên gund li paş Ehmedê Mala Remo çûne ber şkefta çiyayê Kendalê. Di destê yekî de çêliya gur, yê ku duh ji ber mirinê filitîbû, hebû. Wî ew xistibû torbeyê. Tenê serê gur xuya dibû. Hatine ber qula dêlegurê. Çêliya gur ji torbê derxistin ji bo ku dêlegur çeliyê bibîne ew danîn ser zinarekî. Ehmedê Mala Remo:

-Vaye min ew cinawir li vir ditîn. Ez bawerim dêlegur jî li van deran e. Hûn bi ya min bikin em li vir bûsê deynin û wê jî bikujin. Her kesî xwe li deverekê veşart. Bi qasî saetekê di vî halî de man. Bû vizeviza wan. Yekî got:

-Of! ez gelekî aciz bûm. Xuyaye ku dêlegur nayê, ez dibêm em vegerine gund. Hê gotin ji devê wî derneketibû, kuzîniyekê olan da. Dêlegur çav li çêliya xwe kiribû. Bi çar gav ber bi çeliyê xwe ve hat. Çawa ku gundî çav li gur kirin tivingê xwe amade kirin û li ser çêliya gur fîşek reşandin. Di navbera çend çirkan de zinarê ku çeliyên gur li ser bû, sipîsor bû. Piştî çeliyê dor hat dêlegurê. Vêca fişek li ser dêlegur dihatin reşandin. Lê tiştek eceb diqewîmî. Dêlegur qet nedireviya. Xwe dida ser fîşeqan û bi aliyê çeliya xwe de baz dida. Hat û hat li ber  laşê çeliya xwe kete erdê. Gewdê dêlegur ji xwînê sor dikir. Dêlegur zimanê xwe derxist û dev û ruyê çeliya xwe alast. Zimanê dêlegurê jî bi xwîne sor bûbû lê ne bi xwîna xwe…

Bû barebara ciwanan, ji kêfan dikirin ku bifiriyana. Ma heqê wan tunebû gelo ji bo vê kêf û şahiyê? Lewra ew her yek lehengekî şerekî dijwar bûn!

 

Ramazan YAMAN-Êlih

http://nupelda.net

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply