Sûretgraf Bi hejmara xwe ya ewil derket

Kurte nûçeya derektina hejmara 1em

Kovara Sûretgrafê bi hejmara xwe ya ewil derket, kovara ku weke naverok cih dide nivîsên teknîka fotografê, foto-dosya, roportaj, werger û çîrokên fotografîk, di heman demê de pêşbaziyeka fotografan li dar dixe û ji kesên qezenckirî re fotograf makîneyên kompakt dişîne…

Koma Sûretgrafê di vê hejmara ewil de ligel nivîs, foto-dosya, teknîka fotografê, çîrokên mînîmal ên fotografîk, cih da du roportajan jî, yek jê ligel fotografkarê navdar ê kurd Enver Ozkahraman bû. Her wiha gelek fotografkar û nivîskaran jî bi berhemên xwe beşdarî kovarê bûn.

Taybetiyên Kovarê

  • ISSN: 29799708
  • Ebat: 27,5×19,5
  • Rûpel: 88
  • Çap: Berdan Matbaası, İstanbul
  • Ziman: Kurdî
  • Epeyam: suretgraff@gmail.com
  • Instagram.com/kovarasuretgraf
  • Twitter.com/suretgraff

Nivîsa ji edîtorîyayê ya hejamra 1em

Xwendevanên hêja,

Zû ve ye, zehf zû ve ye niyeteke me ya derxistina kovareke fotografîk hebû lê sersarî, bêcul’etî, kêmbûna kesên bi fotografê re eleqedar, nebûna kadroyekê, endîşeyên madî û peydakirina nivîs û dosyayan weke sûrekê bilind dibû û çavên me ditirsandin lê êdî me ev astengî yek bi yek rakirin û êdî em bi dosyayên cihê, nivîsên fotografîk, roportaj, fotoçîrok, werger, teknîka fotografê û pirsan ve li hemberî we ne.

Îro ro fotograf bûye yek ji qada jêneger ku hemû mirovahî bi awayekî dibe perçeyekê wê, her rojê bi milyonan însan bi milyonan fotografan digirin, belkî jî bi milyaran. Ji selfieyan bigire heta wêneyên dokumenterî, ji vîdeoyan bigire heta sekansên fîlman, ji dîmeneke ku çavkaniya wê bi tenê du çav in bigire heta wêneyên ku bi tenê di hafizeya me de ne… Wêneyên ku em bi telefona xwe bêyî endîşeyeke fotografîk û estetîk digirin û li ser medyayên sosyal belav dikin siberojê dibe îlham û çavkaniya kes û nifşên li dû me û wê firsendê dide wan ku bikaribin texeyula zemanên berî xwe bikin. Ev fotograf weke heyberên jirêzê û xercbar xuya bikin jî sibê roj dibin yek ji perçeyên tarîxa dîtbarî û wesîqayên heyaman, ji ber ku asoxî her kes bi awayekî şahidê serdema xwe û danerê serdemên li dû xwe ye. Fotograf awêneyek e ku wê hêz, taqet û firsenda zemanî û derzemaniyê dide me.
Niha li seranserê cîhanê gelek fotografkar hene ku fotografan digirin, hin ji wan şahidiya şerekî dikin û dema pêlî deklanşorê dikin rondikek ji çavên wan dirije, hin ji wan fotografên dawet û şahiyekê digirin û bişirînek li ser rûyê wan belav dibe, hin ji wan bi wan makîneyên analog fotograf girtine û wan fotografan di odeyeke tarî de dişon, hin ji wan fotografên ku 40-50 sal berî niha girtine bi printerekê dîjîtalîze dikin û daqûlî bîra rabirdûyê dibin, hin ji wan zû ve ye fotograf negirtine û li makîneya xwe ya fotografan dinihêrin û dikewgirin, belkî hin ji wan makîneya xwe ya ewil standine û bi wê heyecanê lensa xwe diavêjin ser makîneya xwe û fotografa xwe ya ewil digirin. Axir fotograf piçekî jî bi vê keser, huzn, heyecan û kêfxweşiyê heye. Em tu wehd û ehdê nadin we ku bibin perçeyekî kêfxweşiyê û li hinarikên rûyê we zêde bibin lê em qewlê hemû hestan didin we. Hûn bi kovara me -xwe- di kîjan weziyetê de bin jî lê razî bin ji ber ku heyat herkek e ku mirov bi hemû sanciyên xwe lê ye.

Me di vê hejmara ewil de ligel nivîs, foto-dosya, teknîka fotografê, çîrokên mînîmal ên fotografîk, cih da du roportajan jî, yek jê ligel fotografkarê navdar ê kurd Enver Ozkahraman bû ku bo me cihê şanazî û motîvasyonê bû. Her wiha gelek fotografkar û nivîskaran jî bi berhemên xwe sûra me ya fotografê bilind kirin. Em spasiya hemû nivîskar û fotografkarên xwe dikin.

Xwînerên hêja yên SûretGrafê, kovara me ne tenê ji bo fotografkarên profesyonel e, di heman demê de kesên amator ku dil dane fotografê, kesên li ser fotografê dixwînin û dinivîsin, kesên li pey çîrokeke fotografîk ketine û bo wan hemû kesan e ku ligel fotografiyê pêwendiyeke wan a qewî yan jî sist heye. Hûn dikarin li ser fotografeke xwe ya zaroktiyê jî ji me re binivîsin, rehet bin, li derê me bidin em ê we bihewînin. Em di wê hewlê de ne ku bo fotografiyê xwendekarên nû bigihînin û ligel wan xwe jî pêş ve bibin, mebesta me ji vê pêngavê ew e ku em şêwazên îfadeyî yên nû, zimanekî taybet ê qadî, perspektîfên cuda biafirînin û pişt bidin ku arşîveke kurdî çêkin û ligel vê bibin mektebeke dîroka dîtbarî û fotografê. Her wiha em ê di her hejmarê bi hashtaga #sûretgraf pêşbaziyeke fotografê li dar bixin û kesê qezenckirî re makîneyeke fotografan a kompakt bişînin, hûn dikarin li ser instagramê bi vê hashtagê wêneyên xwe belav bikin.

Helbet haya me ji zehmetiya vê pêvajoyê jî heye, me dikaribû kovareke dîjîtal jî derxista lê ji ber ku fotograf bi matbû û fîzîkê re pêwendîdar e û hewce ye hûn wan fotografan hildin destê xwe û bi çîrok û nanewiyata wan bihesin me biryara kovareke matbû da. Em jî di serdemeke wiha de ku êdî kovar tematîk derdikevin bûn muxatab û beraxêvê vê qadê. Erê, em zehmetiyê hez dikin, lewra em dizanin hûn ê ji bibin hilgirê vî barî. Hêviya me ew e ku em bikaribin bi piştgiriya we cila xwe ji avê derxin û bibin kovareke demdirêj a edeb û fotografa kurdî.
Va ye êdî kovar ji destên me û ji wê pêvajoya jandar derket û êdî malê we ye û li ber nezera we ya bedew e. Wê aniha çavên we bi sûretan bikevin, sûretên ku him weke “bîranîneke cemedî” ne him jî “hîleyek in di wêneyê hebûnê de”. Bi hêviya ku di hejmara bê de em ligel hev bibin perçeyekî piçûk ê vê kovarê, bi xatirê we.

Bêsûret nemînin…

Kunyeya Hejmara 1em

KOVARA NÎVSALANE YA FOTOGRAFIYÊ
Hejmar 1 • Zivistan-Bihar • 2023

LI SER NAVÊ AVESTA BASIN YAYIN REKLAM
TANITIM MÜZİK DAĞITIM LTD. ŞTİ. XWEDÎ
ABDULLAH KESKİN

BERPIRSIYARÊ GIŞTÎ
MEM ARTEMÊT

BERPIRSIYARÊ KARÊ NIVÎSARAN
ŞİYAR DANIŞMAN

EDÎTOR
MEM ARTEMÊT

DESTEYA WEŞANÊ
AYLÎN KIZIL
MANSOOR MOHAMADI
ARMANC DAYAN

REDAKSIYON
SÛRETGRAF

BERGSAZÎ
ARMANC DAYAN

RÛPELSAZÎ
RIDWAN XELÎL

WÊNEYÊN BERGÊ:
MANSOOR MOHAMADI

NAVNÎŞAN
Şehit Muhtar Mahallesi Basma Tulumba Sokak No:5 Beyoğlu/İstanbul TLF: +90 212 251 44 80
www.avestakitap.com avestayayinlari@gmail.com
Facebook.com/wesanenavesta Twîtter.com/avestayayin
Instagram.com/avestayayin Youtube.com/avesta1995

ÇAPXANE
Berdan Matbaası, Davutpaşa Cd. Güven İş Mrk.
C blok, No: 215 Topkapı/ İSTANBUL TEL: +90212 613 12 11

Nivîsên di kovarê de fikrên nivîskaran bi xwe ne. Berpirsiyariya fotograf û nivîsan aîdî xwediyên xwe ne. Nabe ku bi tu awayî bêyî destûra kovarê bên weşandin.

Naveroka Hejmara 1em

  1. Hevpeyvîn bi Enver Ozkahraman re
    MEM ARTEMÊT 04
  2. Li Keviya Mirinê Nihêrîneke Dawî
    ya li Wênegiriyê
    ARDÎN DÎREN 14
  3. Kuçe-Ceng
    RÛŞEN TAKVA 17
  4. Miftename
    OMER DELIKAYA 22
  5. Şer Çi ye? Aştî Çi ye?
    YUSUKE SUZUKI 24
  6. Têkiliya Wêne û Hunerê
    di Çarçoveya Felsefeya Hunerê de
    MURAD DILDAR 28
  7. ELEGEZ: Dewsên Rewanîk
    AYLÎN KIZIL 32
  8. Bergeha Fireh a Sebastiào Salgado, Xwêya Axê
    (Wim Wenders, Juliano Ribeiro Salgado, 2014)
    ARMANC DAYAN 38
  9. Çend Têgehên Sereke bo Fotografiyê
    SÛRETGRAF 42
  10. Portre
    YUCEL ALBAYRAK 44
  11. Fotografên li Dîwaran
    ÎBRAHÎM BULAK 49
  12. Narsîst û Fotografkar
    ERICA JONG, ji îngilîzî: SEVDA YUCE 53
  13. Hevpeyvîn bi Selmet Guler re
    ARMANC DAYAN, MEM ARTEMÊT 54
  14. کورد، ئاوێته‌ی سروشت
    MANSOOR MOHAMADI 62
  15. Li Xwedûrê Ba li Hêlanê Suwar e
    ZENDÎBAV 66
  16. Chaldoran
    YOUNES MOHAMMAD 67
  17. Terxandina Ruhekî bo Dîtinê:
    John Berger-Understanding a Photograph
    RUKEN ONEN 72
  18. Karbeşî
    ORHAN QEREMAN 74
  19. Pirdê Layê Vaxkîn
    AYDIN BATUR 77
  20. BaweRîtm
    MEM ARTEMÊT 79
  21. Balindeyên Vî Welatî
    TEHSÎN BARAVÎ 83
  22. SÛRETDANK 86
  23. Çend Pirtûkên Pêşniyaz bo Fotografiyê 88

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply