Şîroveya Helbestê Ehmedê Xanî

“Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf

Di dinya yê tu nabî ne meşhûr û ne me‘rûf”

Ehmedê Xanî
Belê, divê xwendevan ders û perwerdehiya ku li medreseyê an li dibistanê an li kursekî dibînîn, dema betal man dubare bikin. Li malê, li derve, li parkê, hetta di rê de jî dikarin dubare bikin. Ji bo ku ew tiştên ho bûne di zihnê wan de baş cî bigre û ji bîr nekin. Bê tekrar û mesrûf mirov ne bi ser dikeve ne jî pêşve diçe. Alim û zaneyên meşhûr ku îro ji aliyê hemû kes ve tên naskirin (wek Îmam Xezalî, Mewlana Xalidê Kurdî, Ebul Îz Elcezerî hw. ) bi ked û xebatekê mezin hatine wî sewiyeyî. Ji kêf û îsreheta xwe fedakarî kirine. Di şevê de belkî du-sê se’et razane. Dîsa mûcîdên ku îro meşhûr in, heta tiştek îcad kirine belkî hezar ceribandin pêk anîne.
Hîkayetekê meşhûre; Dibêjin alimekê mezin dema ku feqî bû pir zehmetî dikişand di dersan de. Dikir ne dikir dersên ku Seydayên wî jê re digotin bi serê wî nediket. Piştî demekî êdî neqedand û ji xwe re got: “Wisa xuya dike ku ev karî ne bi gorî min e, xwendin ji min re giran tê.. Didim nadim ders bi serê min nakevin…” Wisa dibêje û ji medresê direve. Di rê de rastî şikeftek tê û diçe bin şikeftê, ji bo ku hinek îsrehet bike. Lehzeyek li quncikek rûtinê û wisa berê wî diçe ser kevirekî hişk û mezin.. Dinêre ku ji jor ve dilopên avê têtin li serê kevirê dikevin û wan dilopan bi vî aweyî ya kevirê qul kirine, di kevirê de çoldikek çêkirine. Feqî ji xwe re difikrî û dibêjî: “Qey serê min ji vî kevirî hişktir e gelo.. Hema ezê vegerim medrese û wek dilopên avê hindik hindik wan dersan bêxim serê xwe…” Û wisa jî dike. Di vegerî medresê û dersên xwe bi wî aweyî ho dibe û piştre dibî alimekê mezin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply