Şîlan (Çîrok)

– Xezala min.Kevoka min.Tu ji bona çi digrî?

– Îh… Îh… Îh…

– Berxa min. Ez bi qurban! Çima?

– Îh..! Pisîk… Îh… Dayê… Pisîkê… Ihîîî..!

– Karika min, ez dora te bigerim. De tu ji dayîka xwe re bêje, ka pisîkê çi kiriye? Bes e êdî tu ji girî ziwa bûyî!

Şîlanê bi mizmê fîstanê xwe çilma pozê xwe pakij kir û bi dengekî kelegirî gote dêya xwe. Lêbelê Şîlana belengaz, ji hîske-hîskan nedikarî biaxife.

Şîlan:

– Kekê min Felemez ji min re çûkek girtibû; lêbelê pisîka me weke birûskê dadayê, bi devê xwe qefalt û bir li ser tozikê li ber çavê min xwar.

Dêya Şîlanê:

– Ez bi qurbana Şîlana xwe ya delal bim! Ma tu ji bona Çûkekê digrî? Heyran, de tiştek nabe. Kekê te wê ji te re çûkek din bi dafikan bigre; heyfa te. Qey dafikên kekê te, mişkan xwarine? Heyf e ku ji çavên te yên reşûbelek histêr bibarin?

Histêr ji çavên Şîlana reben wekî baranê dibarîn, hinarkên wê sor bûbûn. Şopa histêrkên wê sortir bûbûn. Şîlanê, bi awirekî dilsotî, li çavên dêya xwe nihêrt û bi dengekî enirî û têde gazin veşirtî gote dêya xwe:

– Wê pisîka fisek bi min cehşî kir! Min her roj firdê şîr, firdê mêst didanê. Min şîr venedixwar, mast nedixwar, tevda dida wê. Lêbelê wê çi kir? Xiyanet bi min kir. Girî û Hirsê min, bêhtir ji ber vê yekê ye.

Şîlan hîna pênc salî bû. Zaroyek gelekî zîrek bû. Meriv digot ka mezin bûye û şûn de piçûk bûye. Meriv ji peyvên wê fêrî tiştan dibûn. Meriv dixwest ew bipeyive ku nezan jê îbretan bistînin. Ew zaroya malê ya sêyemîn bû. Du birayên wê yên mezin jî hebûn.Yekî yanzde salî, yê din panzde salî bû. Û sêwî bûn. Bavê wan bi hovîtîyeke gelekî mezin, ya ku erd û ezman litê nake ewqas bi zalimî ji hêla nijadperestan ve hatibû kuştin. Ya rastî ew ji bona mafê xwe yê netewî û ji bona gelê xwe yê bindest şehîd bûbû.

Şîlana reben bavê xwe hîn di pêçekê de, di şeş meheniya xwe de wenda kiribû.

Şîlanê bêjeya “bavo” tu caran ji bavê xwe re negotibû. Wê bavê xwe tenê di wêneyên wî de nas dikir. Û her şev, wêneyê bavê xwe yê çerçeve kirî, ji dîwêr dida danîn û hemêz dikir, dida ser dilê xwe û paşê maçî dikir, maçî dikir û digot: “Bavo! Şirîno bavo! Bavê herkesî sax e, çima tu di paş caman de û li ser kaxizan î ?” digot, lêbelê çi çare? Şîlana pepûk tu caran dilovanîya bavê xwe tam nekiribû; nedizanî ka hemêza bavan çawa ye, germ e an sar e.

Şîlan, ji ber sêwîtîya xwe, hertim stûxwar bû. Carna diçû mala hevalên xwe. Heger hevalên wê bi bavê xwe re dilîstin an li ser xwarinê ne û bi bavê xwe re xwarinê dixwin, wê gavê paş de vedigeriya û pişta xwe dida sitûnekê, an dîwarekî û milên xwe ber hev re dikir û bi dizî digriya.Wê rewşa wê dil û hinavên meriv dianîn xwar.

Şîlan kulîlka malê bû. Dayîka wê û kekên wê, di ser wê de dilerizîn. Her daxwaza wê, ji bona wan ferman bû. Wan xêrnedîtan, hêvî dikirin ku ew tiştekî bixweze. Şîlan gava ku xemgîn dibû, dê û kekên wê, ji bona dilgeşbûna wê û ji bona ku Şîlan carekê bikene û kêfxweş bibe çi nedikirin; lê…

Şîlana belengaz, heta wê çaxê gelek caran nexweş ketibû. Dema ku ew nexweş dibû, te digot qey şîn di nav malê de ye. Dê û kekên wê şaşiserî dibûn. Ka wê çawa bikin. Ka ê herin kûderê û derîyê kê lêdin. Xwadê kesekî bêxwadî neke!

Dayîka reben, di şilî û şepeliyan de, Şîlan li pişta xwe dikir û rêya seetekê, bi pêyan diçûn ser rêya makînê. Lêbelê wê bi seetan li benda makînê bisekinîyana. Posta qezê yek tenê bû. Ew miratmayîya lê kengê dihat? Heta ku Şîlan dibir bijîjk û paş da dihatin, rojek diqediya. Pirr caran, rojekê qîm nedikir û wê şevê li qezê diman. Hele hele ku bijîjk di receta wê de derzî binivîsya, serê reşo te çi xweriye? Dayîka reben, di berf û şiliyan de, ê Şîlan geh li ser pişta kerekê, geh li pişta xwe, rojê du caran ew bibira nehyê û derziya wê bida lêxistin. Lewra di gundê wan de kesekî bizanibe derziya lêxe tunebû. Yên çawa hebûya. Gundê wan bîst-sî mal bû. Dibistan lê tunebû. Zarokên diçûn dibistanê, rebena bi rêya nîv setê ê biçûna gundekî din. Hele zivistanê gundiyan kiribû doge, her roj du zilaman ê bi hêdîkan zaroyên gund, bibira dibistanê û bianiya. Gund li serê çiyayekî bû, rêya xwe tunebû. Ji gundiyan merivekî mezin ku nexweş diket li darbestê dikirin, li ser girmikan wê bibira ser rêya makînê. Ji gundiyan bêhtirên wan belengaz bûn. Aboriya gundiyan jî tenê pezxwedîkirin bû. Lêbelê di van demên dawiyê de, hukûmetê pezxwedîkirin jî qedexe kiribû. Mêşe hemû birriya bûn. Darên bav û kalên wan ji wan standibûn. Hukûmetê ew darana dabûn cehşên piştgirtiyên xwe. Wan jî dar bi kamyonan dibirin bajarên mezin difrotin. Gundî jî di sar û sermayan de ji bona agirekî êzing şerpaze dibûn. Zalimên parêzgerê mêşe zivistanê ji bona şewtê bilem, nedihişt gundî piştiyek êzing berhev bikin. Her parêzgerekî mêşe xwe mîna genaralekî didît. Parêzger, gundiyên wan bûn. Lêbelê ew ji mîr bêhtir mîr bûn. Gundî, zilma ku ji wan didîtin ne wek zilma kesekî bû.

Weke ku li pêşiyê jî hate diyarkirin hukûmetê xwedîkirina pêz qedexe kiribû. Digotin: “Pez zirarê dide ajrûyên daran.” Bi vî şiklî çavkaniya aboriya gundiyan a mezin xitimandibûn. Jixwe tu milkê gundiyan yê kêrê wan were tunebû. Serê malê, zeviyek an du zevî hebûn. Van jî yê qîma çiyê wan kiriba.

Dêya Şîlanê zehf zehmet di ber wê de kişandibû. Ji bona vê yekê jî, di ser Şîlanê de dilerizî. Nedihişt toz li ser wê vene. Şîlan sebra dilê wê bû. Bitiriyên Şîlanê dilgeşiyên wê bûn. Şîlan fodil bû. Şîlan şêrîna malê bû. Kesên malê nedixwestin ku tiliya Şîlanê li kêvir bikeve.

Şîlanê gava ku got: “Pisîkê bi min xiyanet kir” Agir ket cegerên wê. Ew bêje mîna singekî, li dilê wê ket. Keserek kûr kişand û bi çavşilî ket nava xeyalan û serpêhatiyan. Belê serpêhatî. Serpêhatiyên bêhtir xiyanet, sîtemkarî,

Xedarî û xwîn, xwîn, xwîn…

Mêrikê xwe anî pêş çavên xwe.

Hesen zilamekî bejndirêj, gurmikfire û enîvekirî. Di nav artêşekê de bi tiliyan dihat salixdan. Hesen hişyar û jêhatî bû. Bêmafî û fen û fûtên neyaran, ew stirabû û kiribû zana. Hesen ji dîroka kurdan dinêhirt û pêşeroja gel difikirî.

Hûrîxanê roja ku Hesen ve hev dîtin anî bîra xwe. Hesen û bavê wî bi hev re li mala bavê Hûrîxanê bûbûn mêvan. Wê çaxê Hûrîxan hejde salî bû. Zaroya malê ya mezin bû. Gelek xwazgîniyên wê derketibûn; lêbelê wê kesek necibandibû.

Hûrîxanê ji pişt xwarina firavînê, qehwe çêkiribû. Çaxa qehwê dibe oda mêvanan, ew û Hesen bi çavan rûbarî hev dibin. Wê gavê agirekî wilo tajanê dikeve dilê Hûrîxanê. Ji serî heta binê tiliyan, germiyek xweşik radigrê. Şerm dikir, êdî nikaribû li hêla Hesen binêre. Digot qey haya hemû kesên odê bi vê yekê heye. Bi xwe û xwe re digot: “dilo tu vemirî. Qeda li te keve, te ez şerpeze kirim. Xwaziya erd veqelişiya û ez têketamê.” Dem sekinîbû. Dem nedimeşî. Qeywebelavkirin nediqediya.

Hesen jî wekî Hûrîxanê bû. Rebeno nikarîbû serê xwe rakiriba. Soromoro bûbû. Awirên xwe ji xalîçê nedibirîn. Te digot qey çînê xalîçan dijmêre. Ketibû nav xwêdaneke zeliqok. Wî jî ji xwe re digot: “ Va zilamtî ye, va merdî ye. Ya ku ez difikirim nankorî ye. Qet meriv çavê xwe berdide qîza mazûvanê xwe? Hîn xwarina wan di hundirê min de ye. Hîn qehwa wan li ber min e. Ji vê yekê re dibêjin bênamûsî.” Digot, lêbelê ji aliyê din ve jî digot bila carek din jî min, çavên wê celengê bidîta çi dibû, bila biba. Ew çavên reş û belek. Ew çavên weke çavên xezalan. Mixabin, dikir nedikir nikaribû serê xwe rake û li çavên Hûrîxanê mêze bike.

Di ser qehwevexwarinê re pirr naçe, Hesen digel bavêxwe, bi spasiyan xêtir dixwazin û diçin. Diçin lêbelê, dilê xwe li wira dihêle û dilê Hûrîxanê jî bi xwe re dibe.

Belê bi awirekî şermok Hûrîxan û Hesen bûbûn evîndarê hevûdu.

Mem û Zînek din afirîbûn.

Hesen ditirsiya. Ditirsiya ku evîna xwe bifetile kambaxiyê. Lewra dizanîbû ku evîndar bêhtirê caran nagihêjin hevdu. Di çîrokan de, di stranan de û di helbestan de gelek caran bihîstibû û xwandîbû, dildaran di nav xem û xemgîniyan û di nav janên evînê de herikîne û çûne. Ew jî, ji dawiyek welê ditirsiya.

Ji ber encamek weha, Hesen zehf hatibû guhertin. Serê xwe digirt, bi tenê li ser kanî û zozanan, li nav bax û bexçeyan digeriya. Tenê xeyalên rengîn ew dilgeş dikir. Guherîna livên Hesen zûtirkê bala dêya wî kişandibû. Dêya Hesen ji bona rewşa kurê xwe dilsotî dibû. Çi dikir, nedikarî tiştekî ji Hesen hîn bibe, lê çi çare!.. Rojekê gazî hevalekî wî dike.

Dêya Hesen:

– Hîmo, kur êmin. Tu hevalê Hesenokê min yê zaroktiyê yî û navbera we jî gelekî xweş e, di van demên dawiyê de, ew gelekî guherî. Tu dibê qey ew Hesenê rûbiken çû, yekî din hate şûnê. Min kir nekir, min nikaribû derdê wî hîn bibim. Kur êmin ê delal, de tu ji kerema xwe re carekê devê Hesenê min vekişîne, ka çi derdê wî heye.

Hîmo:

– Li ser ser û çavan. Xaltiya min, tu qet xemgîn nebe. Ezê îro ya jî sibe, derdê havalê xwe hîn bibim û ji te re bêjim.

Hîmo pirs bi pirs diçe, Hesen li ser kaniya ava aşan dibîne, silavê lê dike û bi dengekî gazincdar dibêje Hesen:

– Heval, va qedereke ez te nabînim. Tu li kûderê yî? Malava qet meriv hevalê xwe napirse!

Hesen:

– Heval mafê te heye. Bibexşîne van demên dawiyê bêhna min teng dibe. Ne dikarim li mal û ne jî dikarim li gund bisekinim. Her dixwazim ku weke heywanetên aza li ser kanî û zozanan, di nav bexçe û daristanan bigerim.

Hîmo:

– Çima? Heyran çima? Derdê te çi ye? Ma gelo tu nikarî derdê xwe ji min re bêjî?

Hesen:

– Heval dev ji min berde. Dema gotina derdê min nîn e.

Hîmo:

– Heval, binêre carekê. Gelek rojên me xweş û nexweş bi hev re buhurîn. De tu derdê xwe ji min re nebêjî lê tu ê ji kê re bêjî. Ka yê di navbera me de tiştekî veşartî tunebaya. Vêga ez bala xwe didimê, tu va çend meh in rûyê xwe ji min dizivirînî. Ma va hevaltî ye? Derd bi gotinê çareser dibin. Ne wisa ye mîrê min? Va gotina te ye?

Hesen:

– Lo ezê çi bêjim. Dilê min ketiye xezalekê û Xwadê min bere. Belam ez navê wê jî nizanim. Ezê bi rûyê reş ji te re çi bêjim.

Hîmo:

– Niha ez ji te re bêjim kî ye, tu dibêjî ez navê wê nizanim. Kekê min yan tu bavê wê jî nas nakî, ka kî ye?

Hesen:

– Welleh, belê. Ez bavê wê zehf nas nakim; lêbelê navê wî û gundê wî dizanim. Gundê wan li deştê ye, ji bavê wê re jî dibêjin Simoyê Silêman.

Hîmo sibetirê diçe bal dêya Hesen û vê bûyerê ji dêya wî re dibêje. Dêya Hesen jî bi kêf û ken ji bavê Hesen re dibêje. “Mêrik, kurê me mezin bûye û di ser de jî bûye evîndar. Haya me jê nîn e.” Bavê Hesen dibêje: “Xêr, xêra Xwadê jinik, tu zûtirka hîn bibe ka lawik dilketiyê kê ye?” Dêya Hesen dibêje: “Dilketiyê qîza Simoyê Silêmên e”

Di hundirê pênc-şeş mehan de, bavê Hesen Hûrîxanê bi qewlê peyxamber ji kurê xwe re dixwaze. Nîşan û daweta Hûrîxanê û Hesen bi teqereqeke mezin çêdikin. Hesen û Hûrîxan diçin ser mirazên xwe… Lê îro! Ew di nav wan de nîn e. Stûna malê ji ber kirine. Mala wê nîvxerabe ye.

Şîlan û kekên wê, sebra dilê wê bûn. Wan bavkafiran Hesen ji wê standibûn û ew li serê wî çiyayî di nav dijwariyan de bi tenê hiştibûn.

Belê îro Hesen va penc sal in ku bûye şehîd.

Ewnên giliyê Hesen kiribûn, wan jî weka pisîka Şîlanê bi Hesen xayintî kiribûn.

Hesen jî nedixwar bi wan kudikên barazan dida xwarin. Ewnan li ser sifra bavê Hesen mezin bûbûn. Meriv çawa dikare evqas nankor be. Belam seg deriyê ku nan lê dixwe xiyanetê lê nake!

Lê wan hovan Hesen şehîd kiribûn! Hem jî bi îşkencan. Hesen ji malê girtibûn û biribûn. Çiqas jê pirsîbûn; lêbelê negihîştibûn tu encaman. Li pişt panzde rojan Hesen di binê newalekê de dîtibûn. Hesen xinc kiribûn. Hestiyên wî gişit şikandinbûn. Goştê wî cîh bi cîh riziyabû. Serê wî perçe perçe kiribûn. Poz û guhên wî jêkiribûn. Mêjiyê wî nîvî tunebû. Hinikan digotin, mêjiyê wî teqandine, li derin din rijiya ye, hinekan jî digotin, belkî cinawir-minawiran mêjiyê wî xwariye!

Lê tê ji wan xwînmij û xwînrêjan re çi bêjî. A wan ji ya pisîkê kêmtir e. Xîyanet xîyanet e, çi heywanên çarling, çi heywanên duling.

Hûrîxanê dixwest ku çiqas awaz û dengê xwe heye biqîre, lêbelê girêkek ketibû gewriya wê, bêhna wê teng dibû. Te digot ka dike bifetise.

Hûrîxanê, Şîlan di hemêza xwe de diguvaşt û xwe bi xwe re difikirî, digotin ewnan:

Bi ked û baca me tang û topan dikirin.

Bi ked û baca me firok û balafiran dikirin.

Bi ked û baca me qeyd û tifingan dikirin.

Lêbelê hemûyan li ser me bi kar tînin. Qet li ser rûyê erdê kesek vê yekê dike. Xwadêyo ev çi hovîtî ye? Ev çawa sîtemkarî ye! Almanyaya Hîtler jî wisa li cihûyan nekir. Van merxuran dê çi çax ji xwînvexwarinê têr bibin?

Hûrîxan ji xwe çûbû. Gotarên Hesen difikirî.

Gunehê Hesen çi bû?

Sûcê Hesen çi bû?

Ma gelo daxwazên Hesen neçêbûn?

Hesen digot: “Sedsala bîstan qediya. Hemû gelên cîhanê serdest û azad in. Lê em? Hîna em bindest in. Bawer bin belengazî û bindestî qeder nîn e. Tiralî ye, zexelî ye û tirsonekî ye. Divê em bixebitin. Bi xwînê comerd bin. Bi can comerd bin. Bi mal comerd bin. Lêbelê bi zanetî, ne bi keritî û koletî. Ji bona ku pêşerûjê de zarokên me birçî nemînin, bila pêxwas nemînin. Bila zarokên me bixwînin. Lêbelê bi zimanê xwe. Bila zarokên me ji bona axaftina zimanê xwe yê zikmakî, ji mamostên nijadperest lêdanê nexwin. Bila zarokên me nepişifin, nebin xulamên neyaran. Bes êdî me sê dunya ava kirin. Yek li Selçîkiyan re, yek ji Osmaniyan re, yek ji Romîyan re. Divê em dev ji kerîtiyê berdin. Heger hemû kesên dunyayê nexwazin û neyar bin jî, emê dunya çaran ji bona zarokên xwe ava bikin. Emê dunyayek welê ava bikin ku daristanin wê neyên şewitandin. Dunyayeke welê ku gundên wê neyên wêrankirin. Zozan û geliyên wê neyên qedexekirin, kulîlkên wê neyên pelçiqandin, bêsîtem û bêtirs, herkes azad û serbilind…”

Şîlanê:

– Dayê tu jî digrî? Dayîka min a delal, çi dibe tu negrî, bila qet jî çûka min tunebe.

Hûrîxan bi dengê Şîlanê ji nav xem û xeyalan derket û hate ser hemdê xwe, keserek kişand û got:

– Qîza min, sorgula min. Hêviya min a ayende. Heger ku cehşîtî nebûna, ku xîyanet nebûna, a niha çûka te jî wê hebûya….

Hûrîxanê bi dengekî nizm, bi dengekî xemgîn û bi aweyekî ku ew tenê seh bike axaftina xwe domand:

– Belê, belê… Heger ku cehşîtî û xîyanet nebûya dê niha Hesenê min jî hebûya!….

 

Berhîm Paşa

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply