Şêweyeke Edebiyatê : Ceribandin

Bi kurdî nivîsîna ceribandinan gelek kêm e. Pirtûkên  xwerû bi kurdî ên ceribandinan hindikin. Hinek nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin, ceribandin û kurteçîrokê tevlîhev dikin. Ceribandin û kurteçîrok eynê-heman- tişt nînin. Dema me li ser navê weşanên Helwestê xwest ku pirtûkek ji kurteçîrokên nivîskarên kurd, kurteçîrokên helbijartî amade bikin, hinek nivîs her wekî kurteçîrokê ji me hatin şiyandin. Me lê nêrî ku ew nivîs kurteçîrok nînin, ceribandinin. Ji bo vê sedemê, min pêwîst dît ku li ser ceribandinê vê nivîsê binivîsim.

 

Ceribandin çi ye?

 

Ceribandin şêweyeke edebiyatê ye. Di nav edebiyatê de tê hesibandin. Ceribandin berhema ziman û stîla şêwaz e. Metodeke taybetiye. Naveroka nivîsên stîla ceribandinê dikare ramanî be, hîsî be, bi êş be, hîcîv be. Ev stîl nivîs carma bi îmgeyan yanê bi xeyal û îmajan jî tê xemlandin. Di nivîsîna ceribandinê de sînor û çerçeveyên destnîşankirî tune ne. Nivîsên herî ciddî, yên felsefî jî bi şêweya stîla ceribandinê tê nivîsîn. Di van nivîsan de temaya siyasî, axlaqî, zanistî, folklorîk û hwd, gelek mijar hene. Li ser berhemên edebî (her wekî roman, çîrok, helbest û şano) jî nivîsên ceribandinê têne nivîsîn. Gelek nivîskar di berhemên xwe yên ceribandinê de giranî didin ser folklorê, yan jî ser ramanê. Hinek nivîskar helwestên xwe yên siyasî û pirsgirêkên civakî di nivîsên ceribandinê de tînin ziman.

 

Berhemên ku bi navê pirtûkên ceribandinê têne binavkirin di kurdî de hindikin. Bi tirkî gelek hene lê ew jî ewqas pir nayên firotin. Xwendevanên pirtûkên ceribandinê, xwendevanên taybetî ne, entelektuel in. Di welatên Ewropa rojava de pirtûkên ceribandinê gelek têne firotin û têne xwendin. Di van welatan de, ji bo van pirtûkan eleqeyeke mezin heye, întrese heye.

 

Berhemên ceribandinê asoya fireh ya nivîskaran dide xuyakirin. Nivîskar bi vê şêweyê li ser gelek babetan nirxandin û şîroveyên xwe tîne ziman. Ew li ser babetên curbecur dîtin û ramanên xwe bi metodeke taybetî pêşkêşê xwendevanan dikin û xwendevanan ji gelek tiştan agahdar dikin, wan perwerde dikin û bi vê metodê mîsyona zanîstiyê bi cîh tînin.

 

Nivîskar di ceribandinên xwe de helwesta xwe vekirî, zelal û eşkere diyar dikin. Ji bo ku dîtin û ramanên xwe bi xwendevanan bidin fêrkirin û rastiya helwest û ramanên xwe derxin holê, gelek caran ji fîlozofan, ji însanên zanîst hevok digrin û di nav nivîsa xwe de şîrova wê dikin.

 

Di berhemên ceribandinê de, şîroveyên nivîskaran yên li ser evînê, başiyê, xirabiyê, bextiyariyê û nostaljiyê hene. Li ser jiyana mirovan, nasnemeya mirovan, rola kesan ya civakî û sosyal herî baş di nivîsên ceribandinê de tên şîrovekirin. Nivîskar A. Ventura di ceribandineke xwe de dibêje : ” Yê ku mirov dike însan nasnameya mirov û rola mirov e.”

 

Heger bi yek gotineke mirov bibêje ; Ceribandin radana ramanî ye.

 

Wek min di destpêka vê nivîsê de jî got, di nav nivîskarên kurd de yên ku nivîsên ceribandinê dinivîsin gelek hindik in. Nivîskarên kurd kurteçîrok, roman û helbest dinivîsin, lê ceribandin nanivîsin. Rahmetî Mehmed Uzun pirtûka nivîsên ceribandinê weşandibû. Lêbelê pirtûka Mehmed Uzun a ceribandinê bi tirkî ye. Nivîskar Mustafa Aydogan jî bi tirkî û kurdî nivîsên baş ên ceribandinê dinivîse. Min jî gelek nivîsên ceribandinê nivîsî û di kovar û malperên kurdî de weşand. Ez li ser dixebitim ku pirtûkek ku hemû ji nivîsên ceribandinê pêk bê biweşînim.

 

Pirtûkên ceribandinê bi giranî berhemên ramanî ne. Di nav nivîskarên cîhanê de nivîskarên xwediyê pirtûkên ceribandinê yên navdar Montaîgne, Bacon, Gîde, Pappînî, Huxley û hinekên din in. Di nav nivîskarên tirkan de jî Ferîd Edgu, Fusun Akatli, Ahmed Altan, Dogan Hizlan û Mehmed Fuat pirtûkên baş û balkêş yên ceribandinê weşandine.

 

Di nivîsên ceribandinê de gotinên gelek balkêş tên gotin, hevokên girîng tên sazkirin. Wek mînak, dema mirov di nivîseke ceribandinê de li ser pirtûkê van gotinan bibêje, ev gelek bala xwendevanan dikşîne û wan dide fikrandin.

 

– Ji yê ku bibêje vê pirtûkê bixwîne netirse, ji yên ku xwendina pirtûkê qedexe dike bitirse.

– Yê ku pirtûkê herî baş dixwîne, yê ku pirtûkê werdigerîne ye.

– Pirtûka herî baş û xweş ya ku hêj nehatiye nivîsîn e.

– Pirtûkên herî navdar, yên ku herî hindik têne xwendinê ne.

– Pirtûk zehîr-jahr- be jî, panzehîra wê dîsa pirtûk e.

– Yê ku dijminê pirtûkan be, dijminê mirovahiyê ye.

 

Lokman Polat

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply