Di Helbestên Feqî’de bikaranîna heywanan

Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de heywan di pir hêlan de derdikeve pêşiya me. Carna bi unsurên folklorîk yên aîdê Edebiyata Kurdî hatine bikaranîn, carna bi unsûrên tesawufî û mîtoloojîk carna jî bi xwerû û ji aliyê meneya ku hildigirin di helbestên şaîran de cîh girtine. Feqîyê Teyran helbestvanekî di sedsala 16. de jîyaye û di Edebîyata Kurdî ya nivîskî de bûye şaîrekî muhim û pêşeng. Di helbestên wî de heywanat di hin cihan bi wateya xwe ya mecazî di hin cihan de jî bi wateya xwe ya eslî derdikeve pêş me. Em ê di vê xebatê de li ser helbestên Feqî de bisekinin û di helbestan de heywan bi çi awayî hatine bikaranîn tedqîq bikin.

 

Ahû/Ask / Xezal

Xezal di helbestên Feqî de yê ku min tespît kiriye, sêzdeh caran tê behskirin. Feqî herî zêde peyva xezalê bikaraniye. peyva ‘ask’ê carek derbas dibe û peyva ‘ahû’yê jî carek tenê derbas dibe. Xezal neh caran derdikeve pêş me.

Xezal ji ber ku çav bedew, tirsok, bêhn xweş in, di edebiyata me de bûne sedema gelek şibandinan. Reş û gir bûna çavên wan yarê bi bîr tîne. Feqî di helbestên xwe de ji bo xweşikîya çavên xezalan şibandiye yarê. Ev xususîyeta xezalan di helbestên Feqî de herî zêde derdikeve pêş me:

Wildan û hûra bêhn xweş e           Ask û xezala çavreş e

Dêm qemere xal hebeş e               Hubra bêye ser kaxetê(Sadinî, 2014: 359)

 

Xezal gelek zêde ji bo şibandina yarê yanî şûna maşûk tê bikaranîn. Li ser aşiq çavê yarê herî zêde tesîr dike. Pêşî çavê yarê mîna xezalê mesûm xûya dike lê gava tesîr dike êdî aşiq ji bo yarê dikeve nav derd û kula û dişewite. Feqî ji ber vê sedemê çavê yarê şibandiye çavê xurab/qir. (Kaya, 2017: 87)

suhtim xezala çavxurab     ‘Işqa te ez kirme kebab

Suhtim biraştim bê hesab  Berqa ‘uyûnan vêketê            (Yıldırım, 2014: 198)

 

Xezal di edebiyata me de tê meneya xweşik bûn, nazik bûn, delal bûn û zerafetê. Ji bo wan teybetiyan xezal di şûna yarê de tê şibandin;

Mislê xezal û nazenîn                    Ew nazikad firdewsa berîn

Heta xweş im kul ma birin            Ka nazenîna rû bi xal?(Yıldırım, 2014: 234)

 

Baz

Baz di dîwana Feqî de du cihan de derbas dibe û cihekî de misreyek kêm e. Nusxeya wî yan nehatiye dîtin yan jî nehatiye xwendin.

Baz di edebiyatê de bi aşiq, ah a wî, birîna wî yan jî; yar, çavê yar, zulfa yar tê şibandin. Em di vê beyta jêr de dibînin ku helbestvanê me baz şibandiye yarê û ketiye nav herdû pençê wê nikarî ji nav pençê wê derkeve.

Baziyê mekrê sikenc e                   Girtibûm ez bi herdû pençe

Min medam dil jê bi denc e          Ay dilê min ay dilo!(Yıldırım, 2014: 228)

 

Bilbil/ Hezar/ Andelîb

Di dîwana Feqî de bîst û heft beytan de û sîh caran hatiye behs kirin. Peyva ‘Hezar’ du caran, peyva ‘Andelîb’ du caran, ‘şalûl’ carek û peyva ‘Bilbil’ bîst û pênç caran cîh girtiye. Di helbesta Feqî de teyrê herî zêde hatiye bikaranîn bilbil e. Hezar peyveke farisî ye, andelîb erebîye bilbil jî kurdî ye.

 

Bilbil bi biharê re koç dike û bi biharê re dizîvire. Gul jî di dema biharê de divebe. Yanî bilbil dema vebûna gulan dizîvire û wextê vebûna gulan yanî biharan dixwîne. Têkîlîya gul û bilbil jî ji vir tê. Di edebîyatê de bilbil qet ji gulîzaran dûr nakeve. Bi dengê xwe hertim eşqa xwe tîne ser ziman. Bi taybetî dema newbiharê, dema gul vedibin, xwendina bilbilan gelek zêde dibe û dibe feryad û fîxan. Bilbil di dîwana Feqî de gelek zêde bi biharê re hatiye bikaranîn;

Bilbil dibe bi zar e,            di sal û meh guhistî

Kamil dibû buhar e,           li baxan gul rawestî

Bişkuftî belgê dar e,          heram li min nivistî(Yıldırım, 2014:89)

 

Dixwîne, bi coş e, her derê qîjqîjê dike lê wek fîxan û wek ezîyetê tê fikir kirin. Bi qêrîn û xwendina bilbil ji bo aşiq tê şibandin. Ji ber ku aşiq jî wek bilbil ezîyetê dikişîne û ji eşqê dinale tê şibandin;

Wekî mecnûn dimînim ez              Şubhê bilbil dixwînim ez

Heta kengê bimînim ez                 Di zîndan û di hepsê da(Yıldırım, 2014:243)

 

Enqa

Peyva enqa ji anaqê çêbûye. Anaq jî maneya gerdanbend û gerdana dirêj e. Enqa gerdan dirêj e navê wê heye lê cîsmê wê nîne. Bi navê Sîmurx an jî Zimrûdê Enqa jî tê nasîn. Teyrekî mîtolojîk e. Di helbestên Feqî de sê cihan derbas dibe. Wek şexsîyeteke alîkar tê bikaranîn.

Di rîwayetan de tê gotin ku cismê teyrê enqa gelek mezin e. Helbestvanê me jî bi vê xususîyeta enqa bikaraniye:

Baxê ku baxvan bête ber, erdek heye ew lê nebî?

Dara ku enqa bête ser,       belgek heye sih lê nebî?

Kî ji nî’metê dê dît xeber,             Ya Reb derê feyzê vebî(Yıldırım, 2014: 71)

 

Enqa teyreke ku ji teyrên din qîmettir û mezintir e. çawa tê rîwayet kirin mala enqa li ser çîyayê qafê ye û û li cihên bilind dijî û difirî. Feqî bikaranîna enqayê jî bi çarçoveya vê meneyê de bikaranîye. Feqî ketiye pey eşqekî. Lê yar mertebeyeke mezin e. çawa ku enqe jî wê mertebê xeyal nake.

Yeqîn enqa vi hal nake      Kubar e lew sual nake

Şahê şahan xiyal nake       Geda nayê di perwayê(Yıldırım, 2014: 265)

 

Eqreb

Eqreb peyvek Erebîye û di helbestên Feqî de yê ku min tespît kiriye tenê carek derbas dibe.

Dûpişk Sembola xetereyîyê, avaretiyê, xapandinê ye. Di edebiyatê de dûpişk wek mar şûna porê, zulfê tê şibandin. Feqî di helbesta xwe ya jêrîn de bi taybetiya reşbûna dûpişk şibandiye zulfan.

Şerm in ji dêmê zerî,          eqreban derb li dil dan

Xurşîd û mah muşterî,       perwane dî muqabil dan

Însan li şiklê perî,              ya hûr e sîfetwîldan(Yıldırım,2014: 82)

 

Goyîn/Tûtî/ Şehtûtî

Di Farisî de ‘tûtî’, di Erebî de ‘bebgâ’, Tirkî ‘papağan’ yan jî ‘dudu’ tê bi nav kirin. Di helbestên Feqî de zêdehî bi ‘goyîn’ tê bikaranîn. Hin qabilîyetên goyîn hene û bi van qabilîyetan dikarin dengê ku dibihîsin teqlîd bikin û gotinên ku fêr dibe fêm nakin lê dikarin bêjin.

 

Şaîrê me Goyîn ji hêla xwendina wan ve bikaraniye. Goyîn dengekî wek bilbil derdixin û bi aheng bi naxme dixwênin.

Ne çîçek man ne asmîn man          Ne zozanê di rengîn man

Ne goyînê di xweşxwîn man        Ne nîsan û ne adar e(Yıldırım, 2014: 52)

 

Goyîn bi taybetiyên cur be cur derdikevin pêş me. Lê yê herî zêde ku min tespît kiriye têkilîya goyîn û şekir e. her ku tê gotin goyîn gelek zêde hij şekir dikin û şekir dixwûn. Ji ber vê jî goyîn bûye sembola lêva yarê û kelamên xweş yên di nav lêvên wê de derdikevin. Feqî jî bi vî awayî bikaranîye:

Ew nazika meşhûrê ‘am    Şehtûtîya eywan meqam

Lebşekera şîrînkelam         Şeytan di xew debi’ketê (Yıldırım, 2014: 123)

 

Hudhud

Hudhud peyveke erebiye û ji erebî derbasî Kurdî bûye. Tirkî ‘îbîbîk’ farisî ‘pûpû, şâne-ser’ Kurdî ‘dunikil’ yan jî ‘dunikilê silêmanî’ tê bi nav kirin. Hudhud di dîwana Feqî de du cihan de tenê derbas dibe û her du cihan de jî bi Belqis re bikaraniye. Hudhud teyrekî di navbera Hz. Sileyman û melîkeya Sabe ya tavperest Belqis de wezîfeya pevrenivîsî û namenivîsî de elçîtî dikir.

Eger Leyla nehêt Qeysê    Ne hudhud bête Belqisê

Şemala dil ji ku dîsê          Çirayê Tûr û Sînayê(Yıldırım, 2014: 266)

 

Hût

Di Helbestên Feqî de hût tenê cihekî de derdikeve pêş me. Hz. Yûnus di Qur’anê de derbas dibe û bi masî tê nasîn. Hz yûnus resûl bû û xelqê Nînovayê re hatibû şiyandin. Hz. yûnus demek dirêj xelqê xwe dawet kir lê kesî qebûl nekir. Muhtemel e ku muhlet hatibû dayîn ji bo towbê, lê Hz. Yûnus vê nizanibû. Yûnus go qey wextê ezebê hat revî. Gava revî çû keştîyekê de ku tê de tijî bar hebû. Firtone destpê kir, keştî di nav pêlan de hima mabû biqulibe ji qulibînê tirsan û ji bo barê keştîyê kêm kin biryar dan ku yekî ji keştîyê bavêjin. Ji bo vê jî qura kişandin. Qura jî ser hev sê cara Hz. Yûnus re derket. Hz. Yûnus xwe avêt nav behrê. Di nav avê de jî masî wî xwar. Xûdê wehî kiribû ku bila zerer nebîne û sipûsexlem wî derxist li ser zemînê.(Çayır, 1999: 82-83) Qiseya Hz. Yûnus bi vî awayîye. Feqî jî li ser vê qiseyê hikmeta Xûdê di helbesta xwe de aniye ser ziman;

Yûnus wekî hût dabeland Yek wesele jê nexeland

Dîsan bi dinê wesiland      Min sidq û bawer bi te tê(Yıldırım, 2014: 146)

 

Keftar

Keftar di dîwana Feqî de tenê sê cihan de derbas dibe. Keftar bi gelemperî heywanekî bi terman xwe têr dike, stûnê wî kof e, bihêz e û heywanekî goştxwar e. Di helbestan de gelemperî bi şibandina ‘kalekî beredayî’ tê bikaranîn ku Feqî jî bi vê meneyê bikaraniye.(Kaya, 2017: 83)

Bi ew femê ji kar bûyî       Keftarê reş rûkar bûyî

Bê taqet û bîmar bûyî        Ji kuhniyêpur afete(Yıldırım, 2014: 199)

Yar aşiq dişibîne keftarekî beredayî, pîr û qofê wî derketî îfade dike ku mirina wî nêzîk e.(Kaya, 2017: 83)

Ji kuhneyê lêv şor bûyî      Keftarê qamet qor bûyî

Îro qewî dergor bûyî         Borî ji behra lezzete(Yıldırım, 2014: 199)

 

 

 

Masî/semek

Di dîwanê de masî sê cihan tenê tê pêşiya me. Du cihan ‘Masî’ cihekî jî ‘Semek’ derbas dibe.

Masî her wekî ku em dizanin di nav avê de djîn û gava ji nav avê derkevin dimirin. Masî di nav avê de gava bimirin li ser avê dikevin û bi avê re diherikin. Di edebiyatê de masî beytên xemgîn êş û jan de derdikevin pêş me. Xwe dişibînin masîyê ser avê ketî yanî yên mirî.

Heta niha dil şewitî           Cerg û hinav min peritî

Lew a’şiq li erdê perpitî    Wek masiyê bi dêmê kete(Yıldırım, 2014: 257)

 

Mar/ Reşmar/ Şehmar/ Ejderha

Mar di Edebîyata klasîk de gelemperî neyînî tê li hemberî me. Ji mezinên wan re faris dibêjin ejderha. Erebî mar ef’a, ef’î û su’ban e. Bijehr, tirsdêr, kerîxînêr û sinsî ne. Xişendeyeke êrîşkar e. Di Edebîyata Kurdî ya Kilasîk de mar bi awayekî berfireh tê bikaranîn. Ger bi rengê wan ger bi şeklê wan an jî dirêjîya wan û hereketên û badayî derdikevin pêşîya me. Ji bo zûlfa yarê, şûr, nefs, birîn, tîr û reqîb tê şibandin.

 

Pora yarê ya reş, ronaq, fetlanek gelek zêde bi mar ve tê şibandin. Por eynî wek mar reş, ronaq û fetlanok e. Wek mar nagihan aşiq ve dide û aşiq girê dide xwe.

Marê milê wê gestime       Zulfê di nazik betsime

Sanî’ji sun’an xwestime    Da têr bibînim sin’etê(Yildirim, 2014: 190)

 

Di mîtolojîyan de, xezîne ji aliyê ejderhayan an jî ji aliyê maran ve tê muhafezekirin. Carna raste rast xezîne tê qestkirin. Carna ji bo ruyê yarê, hinarokê yarê an jî devê wê dişibînin xezînê, zulfan jî dişibînin ejderha yan jî mar.

Babê xezîna mar li ser       Şêx ejderha avetê ber

Dêmdur ji dêrê hate          Îkram kirî kalîn kete(Yildirim, 2014: 197)

 

Di herema Kurdistanê de marê reş/reşmar marê herî bijehr tê hesibandin. Motîfekî dînî lê kirine. Gava yek tişteke nebaş bike an jî dilê yekî bihêle jê re dibêjin marê min were sitûyê te. Mar; malê dinyayê, xwestekan û kesretê temsîl dike. Li gor baweriya îslamê malê ku zekata wê û fitra wê nehatiye dayîn û heram tevlî wî malî bûye dişibînîn mar. Ev mar di axîretê de dibe cinawirek û tê qirika wî xweyîyê mal û qirika wî dijdênî, dixeniqîne. Em dizanin ku mar di binê erdê de dijîn û di valahîyê goran de cîh dibin. Bi terman xwe têr dikin. ji ber vê jî mar bi goran ve tê bikaranîn.(Ertan, 1939. 128-129)

Dibêjin xoce bêdebr e       Di me’nê de dikan qebr e

Tijî toz e, tijî xebr e           Qebir teng e, tijî mar e(Yıldırım, 2014: 51)

 

Ordek/ Qaz

Di helbestên Feqî de sê cihan ordek û sê cihan de jî qaz derbas dibe. ji ber ku familîya ya qaz û werdêka eynî ye em ê herduyan bi hev re vebikolin. Ordek yan jî qaz teyrên avê ne. Ji ber ku di nav avê de demê xwe derbas dikin ji bo wê gelek cihan em dibînin ku bi avê re tê bikaranîn. Ordek di helbestên Feqî de cihek muhim digire. Her wiha helbestek bi navê ‘ordeka ava Cizirê’ di helbesta Feqî de heye. Ordek di nav avê de demê xwe derbas dikin û xwe pakij dikin, lingê wan perdeyî ye ji bo wê jî li ser avê gelek rehet diçin û bi vê çûyîna xwe bi narînbûnê û delalîyê temsîl dike. Di vê helbesta jêr de em dibînin ku, Feqî ordekê şibandiye yara xwe:

Ordeka ava Cizîrê             Qemera bedra munîrê

Min tu car naçî ji bîrê        Her mudama ew refîq(Yıldırım, 2014: 100)

 

Taybetiya qaz û ordekan ya herî zêde derdikeve pêş me bêgûman gerdana wê ye. Gerdana wê dişibînin gerdana yarê. Helbestvanê me bi vê meneyê bikaraniye.

Mehbûbê purnaz tu yî       Zêde xweşawaz tu yî

Qewî bidilxwaz tu yî         Ereba rimbaz tu yî

Gerdan kuse qaz tu yî       bi toq û kolan tu yî(Yıldırım, 2014: 237)

 

Perwane

Perwane di helbestên Feqî de şeş cihan de derdikeve pêş me. Zerafet û nazikbûna perwaneyan gelek caran dêhnê me dikşîne. Cureyeka pirpirok/pepûleyan e. Piçûk in. Êvarê derdora findê an jî ronahîyekî dizivire. Di edebiyata kilasîk de jî gelemperî bi vê meneyê derdikeve pêşiya me.

Di navbera perwane û bi avêtina nav agir ya Hz. Îbrahîm re telmîh tê kirin. Gava Hz.Îbrahîm ji Nemrûd re secde nekir avêtin nav agir. Bi izna Xûdê agir bû gulistan. Perwanê jî gava avêtin şem’ê, şem’ jî dibe gulistan. Ev bûyer di maneya tesawufî de em şîrove bikin; perwane derwîşeke ku xwe daye rêya eşqa îlahî, şem’ jî Xûdê ye. (Durkaya, 15: 24) Perwane ji cezbeya şem’ê xwe dûr nake. Xîret dike ku xwe bi şewitandinê bigihijîne wê. Perwane bê sedem xwe navêje nav agir. Şem’ wahdet e, fitîl jî can e. (Ertan, 1939: 271) Feqî di beyta jêr de bi taybetiya can fedakirinê bikaraniye. xwe şibandiye perwanê can fedakirina xwe bi şibandina perwanê aniye ser ziman;

Di fesla çardehê nîsa         Me dît dîlberek dîsa

Di dilda meşe’lek îsa         Me can da şubhê perwanê(Yıldırım, 2014: 258)

 

Seh/ Tûle/ Kopek

Seh di jiyanê de heywanên wefakar tên zanîn. Di malan, bexçeyan, gundan, di nêçîran de heywanek alîkar e. Di dîwana Feqî de du car ‘Seh’ du car ‘Tûle’ du car jî ‘Kopek’ derbas dibe. di dîwanê de hem menfî hem jî misbet hatiye bikaranîn. Seh hin cihan heywaneke sadiq e hin cihan jî wek heqeret, nifir tê bikaranîn.

Seh ji aliyê aşiq-maşuq ve yan jî ji aliyê tesawufî ve tê bikaranîn. Bi teşbîhan ve bi temsîlan ve tê bikaranîn. Aşiq di dergaha yarê de xwe wek seh dihesibênin.

Tûleyê dergahê yar im       Şev û rojan nobedar im

Westayê der întîzar im      Çavriyê siltan im ez(Yıldırım, 2014: 250)

 

Seh har weku em dizanin erîşkar in. Kesê namêzênin û kes ne xema wan dene. Lê li vir meneya însanên cahil nezan û xirab ve tê şibandin.

Ne xwemxar ene dilsoz e  Ji wî bayî di reng doj e

Bi wan halan ker û gêj e    Belawat û sehê har e(Yıldırım, 2014: 63)     

 

Xergûş/Kîvroşk

Di dîwana Feqî de Xergûş tenê carek derbas dibe. Kîvroşk di civatê de şîrînin û nerm in. Bi lez direvin, pîyê wan yê paş ji pîyên pêş dirêjtirin. Çavê wan mezinin lê dûvê wan kurt in. Simbêl û gûhên wan dirêj in. Li welatê me hema her cihî dijîn û demek zû de zêde dibin.Di civatê de ji ber ku goştê wan tê xwarin û helal in her tim dibin hedefên nêçîrvanan. Di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de jî em têkilîya kîvroşk û neçîrvan bi hev re dibînin. gelemperî neçîrvan û kîvroşk bi hev re derdikeve pêş me;

Çuyî sist î çuyî kehl î!           Di xu yekcar neda mehl î

Mebe xergûş di nêv dehle    Seyyadê te kevandar e(Yıldırım, 2014: 50)

 

Xinzîr/ Wehş/ Beraz

Di dîwana Feqî de beraz deh cihan de derbas dibe û peyva ‘xinzir’ carek peyva ‘wehş’ çar cihan û peyva ‘beraz’ jî pênç cîhan derdikeve pêş me. Zêde di helbestan de hatibe bikaranîn jî awaya bikaranîna wan yek e. Beraz di edebîyata kilasîk de gelemperi menfî ye. Sedema wê jî ev e ku; di baweriya îslamê de heywaneke heram tê hesibandin. Xwedîkirina wan heta destdayîna wan heram tê dîtîn. Beraz zêde di Çîroka şêxê sen’an de derdikeve pêş me. Dîlber ji Şêxê Sen’an sê tiştan dixwaze; yekem vexwarina şerabê, duyem qetandina Qur’anê ya sêyem jî gavantiya berazan bû. Şêxê Sen’an qebûl dike yek bi yek wan erkan bi cîh tîne û dawîyê de jî dibe gavanê berazan;

Şêxê gavanê berazan         Îştîha çû zikr û sazan

Çerx didane çerx û bazen  Meşîya nêcê dawetê(Yıldırım, 2014: 212)

 

Heywanên din: Fîl, Hesp / Feres/ Kumêt/ Kihêl/ Beza, Quling, Qumrî, Xurab, Şêr/ Esed/ Eslan/ Şepal, Şalûl, Pezkûvî

 

Xerîbê Şemsî-Çandname

 

ÇAVKANÎ

ADAK, Abdurahman (2013), Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk,Stenbol, Nûbihar.

ÇAYIR, Celal, (1999),Kuran-ı Kerimde Zikredilen Hayvanlar ve Zikir Sebebleri,Yüksek Lisans Tezi,Şanlıurfa.

DURKAYA, Hayriyye, (tarih yok),“Fehim-i Kadim Divaninda Hayvanlar”,Uluslararası Sosyal Araştırmalar Dergisi.

ERTAN, Mehmet Emin (1939), Fuzuli Divanında Hayvanlar, İstanbul.

KAYA, Bülent. (2017),Feqîyê Teyran’ın Şêxê Sen’an Şiirinin İçerik Açısından İncenlenmesi, Yüksek Lisans Tezi, Diyarbakır.

ORKİN, Şeyhmus (2015),Di Berhemên Feqîyê Teyran de Hêmanên Tesawufî, Teza Lîsansa Bilind, Mûş.

YILDIRIM, Kadri. (2014). Faki-yi Teyran Divan, Kültür ve Turizm Bakanlığı Yayınları, Birinci Baskı. Ankara.

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply