Mehwî û sêgoşeya hebûn, terîqet û şerîetê

Di vê nivîsarê de hewl hatiye dayîn bi metodeke hermenotîk, têgihîştin û vegotina Mehwî di nav sê rehend û cemserên hebûn, terîqet û şerîetê de bi mînaka du xezelên helbestvan bê ravekirin û derketin û kategoriyên hûr ên van cemseran li jêr navê eşq, mirin, îma û rexne û rengek ji pûçî û hesta absurd û vala ku girêdayî amadebûna zihnî û derûnî ya Mehwî ye, di nav rewşeke civakî û olî û guherbar a serdema wî de bê berçavkirin.

Eşqa dinyayî û esmanî di navbera terîqet û şerîetê de
Becê nayê, debê rûkeyne sara
Heqî adabî Mecnûnî le şara

Li vir Mehwî balê dikişîne ser wê yekê ku gihîştina rastî û heqîqeta eşqê bi şêweya wê ya Mecnûnî di vê rewşa nû de ku bajar derketiye holê, ne mumkin e û cihê rasteqîn ê eşqê sehra û çolistan e û eşqa Mecnûnî tenê li wir bi cih dibe.

Di vê şahbeytê de derdikeve ku ruhiyeta îzolebûn û nefreta ji civakê li ba Mehwî berçav bû û wek takekesekî tenêperest û dûr ji bajar û pergala nû ya nirxên wê nexasim di rûbera eşqê de dike.

Di berdewamiyê de her bi vê nerînê Mehwî dibêje:

Negeyme ew ciwane û geyîme pîrî
Meded ya pîrî pîranî Buxara
Leber zar û nezarî bûme wek pûş
De emca rabiwêre min be zara

Li vir pergala wênekirin û şênberbûna helbestvan şikl û teşeya xwe diguhere û wêneyekî dinyayî û nazikbar û estetîk werdigire. Berdeng an mixateba helbestvan di van herdu beytan de keçeke bedew û pozbilind û bêqisûr e ku zar û nezariya wî anku axaftin an neaxaftina wî bi yarê re, “yarê” tûşî bêzarî û nerehtiyê dike. Li vir “zar” du maneyan dide ku yek ji wan ziman e û ya din nexweşî û derdemendî ye. Lewra helbestvan ji yar daxwazkar e bila wek pûşekî ku ji “bê zarî/bêzarî” û “ne zar”iya wî wiha lê hatiye, bike bi “zara”, daku ji zar û nexweşî û kaosê bikeve. Herwiha di beyta yekem de helbestvan destê dua û lavakirinê ji bo pîrê pîranên Buxara, anku Behadîn Mihemed ku wek Şahê Neqişbend di Terîqeta Neqişbendî de naskirî ye, bilind dike û negihîştina wî bi wê ciwanê û pîrbûna ji qehra vê negihîştinê, pîrê pîranên Buxara tîne bîra wî û dibe ku wiha fikirîbe ku tevî ez bi riya negihîştina keçeke bêqisûr û pozbilind pîr bûm û hesretê ez pîr û kal kirim, bila ez xwe biguhêzim ser şêwaza îrfanî ya pîrê Buxara çimkî ez ji vê mam, bil ji wê jî nemînin!

Di berdewamiya vê xezelê de, Mehwî dibêje:
Were destê be xwênim ke nîgarîn
Xwênî min helalit bê Nîgara!
Zû ew şoxe le aşiq werdeçerxê
Legel kes, çerx e ew, naka mudara

….
….

Ke şik bem “Mehwiya” her şerbetî merg
Leser erza niye awî gewara

Mane û naveroka vê xezela Mehwî ji sê cemser an goşeyên wateyî pêk tê. Eşq, terîqet û tiwêjek ji felsefeyê ku di navbera terîqet û felsefeyê de hatiye parçekirin û dabeşkirin. Cemserê terîqetê xala firîn û azadbûna Mehwî ji îdeolojiya olê bi wateya wê ya şerîetî ye. Helbestvan di beytên sê û şeş de amaje dide du têgih û sembolên cîhana îrfanê, anku heq yan heqîqet û “hal”. Cemserê terîqetê ji du cemserên din, anku eşq û felsefeyê cuda dike. Beytên din ên vê xezelê ji xeynî beyta dawî ku ez ê dûre li ser wê bisekenim, hemû têm û mane û hêmayên eşqê ne û bi pêkhate û zimanekî ku tenê û taybet ê Mehwî ye, hatiye hûnandin.

Du beytên zeq ên vê eşqa Platonîk di vê xezelê de ev in:

Were destê be xwênim ke nîgarîn
Xwênî min helalit bê Nîgara!
Zû ew şoxe le aşiq werdeçerxê
Legel kes, çerx e ew, naka mudara

Li vir helbestvan behsa bêwefayî û kedînekirin û di heman demê de pirrengî û durûtî û pir maskebûna yarê li kêleka şox û şengiya wê dike. Di eynî wextî de, Mehwî behsa jan û birîneke “kûr û xweş” jî dike! Anku dibêje tevî ku yar wek çerxê gerdûn yan her çerxeke din e û bi kesî û ji bo kesî nas û kedî nabe û mudara ligel kesî nake, lê ev namudarayî ji ber şoxiya wê ye, ji ber bedewiya wê ye. Bi rastî ev nîşan dide ku Mehwî serwextê folklor û samana bi kom û marîfeta kolektîf a miletê xwe bû. Di seranserê folklora Kurdî de, yek ji wêneyên yara şox û şeng ew e ku bêwefa û zalim e û bi çarenivîsa aşiq dilîze. Di folklora Kurdî de, yek ji wêneyên zeq ên yarê ew e ku bi wê şox û şengî û bedewiyê dibe sedemê eşq û aşiqbûna yên din, lê ew bi xwe aşiq nabe, yan qe nebe eşqa xwe eşkere nake!

Mehwî di beyta dûre de dibêje:

Mujey xwênê deka her lehze, seyr e!
Emende gul le bin yek nûke xara

Ev beyt jî berdewamiya wê têm û naverokê ye ku min li jor qal kir û pêwendiya wê bi samana folklora Kurdî re diyar û zeqtir e. Anku yar bersiva evîndar û aşiqên xwe, bi tûjiyeke weke “strînan” dide û çend termên dildarên reben li pêş û paş bejna xwe ya pozbilind û serkêş li wê navê bêcan kirine.
Di beyta dawî ya vê xezela Mehwî de, rengek ji hêrs û serkêşiya felsefî li hember temamiya wan têgih û maneyên sembolîk ku min di beytên berê de qal kir, tê dîtin.

Ruhaniyeta rawî ku navê wî Mehwî be, ji ber şikestin û xopanî û mehwbûna wî ya berdewam di navbera têlbendên wateyî û têgihî yên wek eşq, heq, hal, şox, gul, xwîn, çerx, Mecnûn, sehra û hwd rastî rengekî ji xetimîna hebûnê tê.

Ke şik bem “Mehwiya” her şerbetî merg
Leser erza niye awî gewara

Wateya wê ji me re dibêje ku: Vebêjer wek ku di xetimîneke hebûnî de werbûbe, amaje dide ku bi berdewamî û “her” ligel mirinê rûbirû dibe û mirin tenê wek şerbetekê ku “her” wê dibîne, bêyî ku bimire, wêne dike; yanî mirina ku Mehwî behs dike, ne mirineke belav û berhest e, lê şêwaz û renc û jan û birînek e ku taybetmendiya cîhana dinyayî û materiyal, anku berhest û şênber e. Ev mane di beşê duyem ê beytê de pir baştir zelal dibe, dibêje bila wicûda her şerbeta mirinekê ku namirîne bi dest keve, ez ê bigihim wê akamê ku heta li vê cîhanê, anku ev cîhana vêga di xelek û pêkhateya marîfeta min de ye bijîm, ava gewara û şîrînşerbeta aram jî peyda nabe. Ev têma di metafizîka Mesîhî de li jêr navê “hebûn renc e”, heta felsefeya hemdem hatiye.

Her wekî ji şîrovekarî û xwendina vê xezela Mehwî derdikeve, kelecan û xema rasteqîn a Mehwî ciwankarî û xemilandina estetîk a maneyê bû. Tevî ku serdema Mehwî bi rade û asta xwe xwediya şer û alozî û kêşeyên siyasî û civakî û taxim û tiwêjexwazî taybet bi xwe bû. Heyama Mehwî şer û hevrikiya navbera du rêbazên terîqeta Neqişbendî û Qadirî bû, di vê navê de rêbaza Neqişbendî weke guherînxwaz û xwenegirtî li hember buhayên nû û rengekî ji modernîzmê dihat hesibandin û rêbaza Qadirî ev dikir mohreke neresen û bi wan ve dikir, lê Mehwî neket dava îdeolojiya reha ya ti rêçik û rêbazekê.

Tevî ku piştî ji rêwîtiya hecê çû Stenbolê û li wir bi riya mirovên Kurd ên xwedî statû û hegemonî, Sultan Ebdilhemîdê Osmanî dît û Sultan xizmeta wî kir û destê xwe li hember wî vekir û xaneqayek jî jê re vekir, lê dîsa serxwebûn û ciwanperistiya xwe ji dest neda û serbestî û tenêtî û îzolebûna xwe di tekstên xwe yên şiîrî de berçav kir, di dawî de em wî ne wek şaîrekî ser bi filan taxim û bere û grûp û aliyê siyasî yan civakî û dînî û îdeolojî ve nas dikin, lê em wî wek helbestvanekî estetîkzan nas dikin. Tew kesên ku xwe ji van formên estetîkzan û ciwanperist ên Mehwî wek rêbazeke azad û bilind dane alî jî, li jêr navê waiz, şêx, sofî û zahid ketine ber rexneyên Mehwî. Lewma di helbestên Mehwî de ev çar karakter ku nûnerên çar gûrpên alîgir û îdeolojîk in, car caran behsa wan hatiye kirin û maske ji ser rûçikê wan ê nediyar û pirreng hatiye rakirin û Mehwî ew dane nasandin. Şaîr di şiîrên xwe de her yek ji van bi cuda li ser tayekî terazûyê datîne û li tayê din jî ciwanî, ciwanperistî, hêma û nîşanên ciwaniyê datîne û giraniya ciwanînasiyê bi radeyekê ye ku wan karakteran li ser tayê terazûyê wiha belav dike, ta nasîna wan weke cara yekem dijwar û zehmet e. Wek mînak di van herdu beytên xezeleka xwe de dibêje:

Waîzim pirsî: Yekê şoxane ciwabî damewe:
Weizî çî?! Serlinge destarê kirrey destarî hat

Anku min nûçeya waîz an şîretkar pirsî, lêbelê yekî bi henekî û tinazî û laqirdî bersiva min da ku weiz û şîretên çi û halê çi?! Dev û zimanê waîz wek destareke xwar e, dema dipeyve, gotinên wî baş hûr nabin û nayên fêmkirin, çimkî ji aliyekî tenê yê destarê sûd tê wergirtin, lewma deng jê tê û li guhê guhdaran giran tê.

Yan di beyteke din de dibêje:

Şêx û turrey mêzer û neql û nuqulî hîç û pûç
Min be turrey yar esîr im ew be kolê turrehat

Li vir her wek min li jor jî qal kir, Mehwî şêxan jî wek desteyekê ji wan taximên ku min qala wan kir, dide ber rexneyan û dibêje: Şêx û pêça mêzera wî û gotinên wî yên hîç û pûç amade ne, lê ez li şûna ku hogir û îtaetkarê wan neql û gotinên hîç û pûç bibim, ez stûxwar û êxsîr û fermanberê temberîk û zulfên xelek ên yarê me ku di beyan û rastbêjiyê de tije û dagirtî ne û şêx û dûvelankên wî nagihin bejnûbala wê. Li vir derketin û amadebûna nerîngeha civakî û hinek rûkarên aşiqane yên cîhana Mehwî ku pêwendiyeke wan a berçav ligel îrfanê heye, tên behskirin.

Di berdewamiyê de ez ê nimûneya xezeleke şaîr bînim ku têde eşq li ser îrfanê serdest bûye û rê jî li ber hinek têrmên felsefî yên di ser eşqê re vekiriye.

Serketina eşq û felsefeyê li ser îrfan û dîn, yan terîqet û şerîetê
Dewrî her çawêkî emrro dawe sed fewcî bela
Dîn û dil yexma deken, çarî ken ey şêx û mela

Yanî: Li dora çavên yarê sed fewc û kom ji derd û belayan dizîvirin, ey yarperist agahdar bin ji wan sed komên belayên çavên yarê bêguman her digihe we jî. Dîn ku hêmaya şerîetê ye û dil ku hêmaya terîqetê ye, li vir eşqê talan dikin, lewma ey dilperist, anku cenabê şêx û ey dîndar, ey cenabê mela rê li ber vê talankariyê bigirin ku bi sed fewcên bela ji çavên kûr û bêbinî yên yarê dizên. Wek tê dîtin di vê beytê de dîn û dil ku ligel şêx û mela tiştên mişeweş pêk tînin, li jêr baskê êrişa fewcên eşqa çavên yarê bi talan çûne. Di vê beytê de eşqa tazî serdest e. Tazî bi du maneyan!

Yan:
Wesiyetî Mecnûn e: Her kes derdî dinya `ar e boy
Xo bika wek min be derdî îşqî yarê mubtela

Ev beyt jî wek ku berencama hevrikî û şerê grûp û tuxmên nav beyta berê de ango dîn û dil, şêx û mela, sed fewcên bela bin, encamgirtin û tezeke ontolojîk yan hebûnnasî di rêgeha eşqê de raberî me dike. Mehwî di vê beytê de dibêje: Wesiyeta Mecnûn ku wek aşiqekî dîn navno bûye, bi rastî ew bû ku eger barê wicûd û hebûnê li ser we giran bû, derdê dinyayê bi we nehate debarkirin û pûçiya dinyayê li ba we wiha derket ku kişandina barê derdê wê ji bo we `ar û ne ya kirinê bû, çareya baş ew e bi riya aşiqbûna bi yarekê û gîrobûna bi derdê eşqa wê hûn xwe bixapînin û xafil bikin.

Yanî eşq ne gewher û zêrekî resen e, lê resenî li vir girêdayî derd û renca “hebûn” û dinyayê ye ku dikare bi riya eşqê bê sekinandin û jibîrkirin. Yanî yar li vir ne pût û ne qîble û ne senem e, lê derman û riya felatê ye.

Wek min li jor jî qal kir, ev beyt aliyekî hebûngerî vedihewîne. Bi rastî ev raveya Mehwî ji bo eşq û saman û mîrata Mecnûn ji hemû şaîrên heyama wî nûtir û balkêştir e. Lewma ez vê xezela Mehwî ku ji 7 beytan pêk tê, wek yek ji şahxezelên wî dibînim.

Adil Qadirî-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply