Sê Derplêdanên ‘Çavdêriyên Barbarekî’

Destpêk

Çavderiyen Barbareki - Kawa Nemir | kitapyurdu.comZehmetiya tevna çîrokê ji ‘pêkhatina fikra serpêhatiya sereke’ destpê dike û bi raçandina mehfura bingehîn, ango bi destnîşankirina qada serpêhatiyê (têkiliya mekan, leheng û serpêhatiyê), berdewam dike. Lêbelê wêjeya post-modern tixûbşikêniya xwe bi qodên mîkro li ser nivîskêr ferz dike û berî danîna stunên çîrokê, derdê pêkanîna cudahiyekê di deng, vebêjer, struktur an jî hevoksaziyê de, wekî sereke armanca nivîskêr derdikeve holê. Çima? Ji ber ku ew çîroka ku nivîskarê me dixwaze vebêje berî wî/wê gelek caran û bi gelek şêweyên cuda hatine ceribandin. Heke li gorî nirxandineke zalima- ne yek ji wan kevneçîrokan jî ne serkeftî be, nivîskar dikare ‘dengên ji derve’ paşguh bike û berê xwe bide tevnsaziyeke klasîk jî û xwe ji dab û nêrîtên tirsa neecibandina xwendevanan bifilitîne. Naxwe em ê niha xwe bavêjin behra niqaşên kevn û bipirsin: Em ji bo kê/çima/li gorî kîjan rêbaz û qaîdeyan dinivîsin? Ev pirs diya gelek bersivên spesîfîk be jî weledên wê, dawiya dawî xwe digehînin qonaxeke –kêm zêde- hevpar û ecibandeneke giştî pêk tê an jî rexneyên tûj û dijwar tozê ji meydana edebiyatê radikin.

OK! Let me tell you something: Heçiyê xwe bavêje bextê çîrokê, ne tiralê pêkanîna tevneromanekê ye ne jî têrxwariyê helbesthûnandinê. Çîroka kurmanciyê jî jixwe heta roja îro bi têra xwe di cokên klasîzmê de avjenî kiriye û gelek çîrok/çîroknûs di wan cokan de xeniqîne mixabin. Bi kurt û kurmancî armanc û derplêdana xwe ya şexşî a ‘xwendevaniyê’, bi dengekî Mewlanayî wiha rave dikim: Divê êdî em tiştên nû bêjin.

Derd’im eşkere nebû, ne wisa? Naxwe çîroka destpêka me çû deştê, dê û bavê me çûne biheştê. Niha wextê derba pêşî ye:

1-DERPLÊDANA HEVOKSAZIYÊ

Gelek caran li ber guhê me ketiye ku nivîskarên kurmanciya bakur, derdkêşê neguncavbûna zimanê xwe ne bo hevokên dirêj lê ev yek ji diyalektîka lêker û kirdeyên kurmancî pêk nayê helbet. Derd ew e ku zêde nivîskarên jîr û hiş-kompleks derneketine û hevokên dirêj, gîrîft û pirr-lêkerî saz nekirine, ango hêsanî û konfora vegotina klasîk bi hevoksaziya wê qebûl kirine û hew.

Çavdêriyên Barbarekî, serê pêşî ji ber hevoksaziya xwe balkêş e û wekî edîtorê kîtêbê jî li ser berga piştê daye zanîn, Kawa Nemir xwe li hevoksaziyeke cuda –bêmene- ceribandiye. Serkeftî ye an binkeftî?

Bêguman serkeftî ye, ji ber ku piştî xwendineke mîkrobiyol jî xeletiyeke wisa muhîm li ber çavê mirov nakeve. (Xeletiyên ku min piştî xwendina sêyemîn peyda kirine ez ê ji we re nebêjim.) Mebest ne ew e ku em hevokên dirêj ji aliyê hevoksaziyê ve serkeftîtir qebûl dikin, çi ku ev tercîheke şexşî ye. Hevokên gîrîft û lîrîzma ku bi saya dubarekirina/ berevajîkirina kirde-lêkeran derdike- ve holê, deqên serkeftîbûna hevoksaziya kitêbê ne. Mînak: Hêwirze û heytehola bajarên dûr î giran bînin ber çavên xwe, bê vê gava ku ev garsonê qemer ê ku ji ber devê deriyê restoranta masiyan a li binê Pira Galatayê de zibilê rojane, ava pîs a ji ber aşbestxaneyê mayî bi dizî dirijîne deryayê û zilamekî deryayê yê li dar û diyarekî dûr î ji bîr bûyî çi qasî nêzîkî hev in. (Paleyê Deryayê, r. 51)

Çavdêriyên Barbarekî

Heçiyê vê riya berevraz bide ber xwe, bi teqlîdkirina James Joyce û Orhan Pamuk tên tawanbarkirin. Xoş e! Carna di cih de ye jî. Lêbelê xwesteka vegotineke derasayî, nivîsîna berhemeke tixûbşikên -an jî bi wê peyva lewitî em bêjin; ‘avan- gard’- serê pêşî hevoksazî û tevneke cuda dixwaze. Me di destpêkê de serê xwe li wî dîwarî xist, wiha got jixwe: Derdê xwejêdûrxistina xet û rêzikên ji dera hanê ango ‘berhemdariya klasîk’, sereke derdê gelek nivîskaran e. Kawa Nemir, hevoksaziya helbesta xwe jî ya çîroka xwe jî bi vî derdî ji gelemperiya setha heyî dûr dixe û dengê xwe berdide newalên kûr ên hevoksaziyeke ku zêde nehatiye ceribandin. Lê aha li vêrê xetereyeke ezamet li ber çîroka wî disekine û car caran çarçoveya serpêhatiyên sereke û ‘qewimînên mîkro’ ku bi hûrguliyên şox û şên xwe li her derê çîrokê dipêçin, hew dimîne dengê vebêjer bifetisîne.

Kurtebirî: xetereya fetisandina ‘çîroka sereke’ û xumamkirina leheng/mekan/serpêhatiyê. Belam em ê vê derplêdanê bihêlin bo encamê.

PÊŞNIYAREK: Li ser hevoksaziyê, daneberheva du berheman –ne etîk e lê- ravekartir e bi ya min. Otobês’a** Yunus Eroğlu, bo şibandina hevoksaziyê guncav e. Hevokên Otobês’ê jî gîrîft û dirêj in. Heta, li gelek deveran zêde dirêj in, ne rast in û bi çend xwendinên zorgayî encax xwe didin dest, bi ser de jî hevokên wê bi subteksta xwe tîrtir in.

2- DERPLÊDANA PEYVDANKÊ

Zor hewcedar im ku pesnê peydakirina peyvan bidim bo hemû çîrokên kitêbê jî. Ji ber ku bivênevê dorpêçkirina kêm peyvan bêhnê li dewlemendiya peyvan a kurmanciya îroyîn diçikîne. Ev ne rexneyeke li ser hêrêmîbûna zimanê nivîskarên me ye. Jixwe Kawa Nemir jî, ji Selpakfiroş’ê heta Salname’yê xwe li bineguhê bîra peyvên ‘jibîrçûyî’ dida. Lê nexeniqî. Belkî hin kes vê yekê wekî helwesta vîtrînîzekirineke şexşî(!) û pesnêxwedayîna nivîskêr fêm bikin. –Xoş e û ev jî di cih de ye.- Di vê bazara kesad a rexnevaniya kurmanciyê de, ev helwest dibe belengazê li ber destê niqaşan jî.

Axir, Kawa Nemir bi peyv-bijartina xwe ya Serhedî xwe ji hemû silsileyên nivîskarên din vediqetîne û bi peyvên çîroka xwe zaraveyeke pêncemîn li zimanê kurdî zêde dike. Xwendevanê xwe dide zorê, ber bi ferheng û pirsiyariyan ve dehf dide. Li ser vê, rexneyên bi vî rengî jî xwe didin der: Ez gelek peyvên Kawa Nemir nizanim/fêm nakim.

(Bi Xwedê ez jî gelekan nizanim û li darê dinyayê min nebihîstine jî kaka.

Lê ev ne derd e. Çi ku heçiyê min bi peyvên xwe mecbûrî ferheng û pirsiyariyan bike, dostekî şabaşker û kêrhatî ye. Ne wenî ye ma?) Heke ez bazirganek bim û qumaşên ku zêde nayên nasîn bînim bazarê, kesadiya wê bi çend xerîdaran bo pêlekê jî be hilavêjim/bavêjim, xwezî bi min!.. (Ji bo balkêştirîn peyv bijartinê: Awirê Orpheûs, r. 71-77)

3- DERPLÊDANA VEGOTINÊ

Di çîrokê de heke vebêjer dengê xwe li ser dengekî statîk tenê ferz bike xetereya rûtineke acizker derdikeve holê. Ji bo şikênandina zincîra vê rûtînê leyîstina bi hevoksaziyê û guhertina kêşana demên lêkeran lazim e. Aheng û herikbarî wisa derdikeve holê. Belê, wekî gelek tevnbazên lîrîzmê Kawa Nemir jî bi saya helbestkariya xwe, hespê vegotina çîrokên xwe li ser kaniyên lîrîzmê av dide. Mebest ne tenê kafiye û alîterasyona e. Matematîka peyvbijartinê jî aha li vê derê dibe alîkarê vegotinê û berê hespê xwe dide jor, wî li deşt û zozanên ahengê diçêrîne. Lê dîsa xetereyek heye li ber nivîskarê me: Hevok- saziya gîrîft ahenga di nav peyvan de –carna- dikuje. Heke siwarê me hoste be, vebêjer ji hespê xwe nakeve helbet. Ew nîv-mirina ahengê dibe bêhvedanek.

Konteksta çîrokên Çavdêriyên Barbarekî ku çarçoveya serpêhatiya wan a sereke li ser ava bûye, ji vegotineke rewan, safî-zelal û herikbar re carna ne guncav e. Gîrîftbûna mijar û çarçoveyê jî destûrê nade vê. Ji ber ku têkeliya hûrguliyên zêde û mîkro çîrokên serpêhatiyê, xetere heye ku di encamê de wî çemê boş ê ji gelek serpêhatiyên di yek çîrokê de pêk hatî, bimiçiqîne. Çawa? Heke ez bixwazim di çîrokekê de behsa pozê Cyrano de Bergerac bikim û hemû pirzikên pozê wî jî ji xwe re bikim derd û mijar, tîrbûna vegotina min wê nehêle ku ez xwe li şovalyetiya wî jî biceribînim, berê paletiya vegotina xwe ber bi zeviyên serpêhatiyên cuda ve fireh bikim. (Ka şer, ka Le Bret, ka Roxane?) An jî ez destûrê bidim vegotina xwe ku ji wan pirzikan yekê ji xwe re bike leheng/mijar/vebêjer/ serpêhatî/bîranin û hwd, kêmkirina hûrguliyên çîrokê wê qadeke berfirehtir ji min re veke. Vegotineke mînîmal jî ji bo pêkanîna hûrguliyên çîrokeke xwegirtî şûrekî tûj e. Bes, şûrbazê me jîr nebe nikare bi wî şûrî ‘çarçoveyeke net’ xêz bike. Xumamiya tixubên çîrokê wê demê nabe kujerê bûyer/serpêhatiya sereke.

Gelek çîrokên vê kitêbê, heta paragrafa dawî çarçoveya xwe xumam dihêlin lewma jî mij û moraneke ecêb li ser serê leheng û serpêhatiyan digere. Dagirkeriya vê nixumandinê heta encamê pirs û halla hallayan di hişê mirov de difirîne. Axir bi paragrafa dawî ku em dikarin wan wekî ‘teqînek’ê bi nav bikin, çîrok diqede, pirsekê jî di hişê xwendevanê xwe de diteqîne: Êêê? Vî camêrî behsa çi kir babam?

BÊHNVEDANEK: Ev celeb vegotin, heta ku çîroknûs dengê xwe bibîne û terza xwe bide qebûlkirin berdewame. Ji bo yekemîn ceribandina çîrokên nivîskarekî ev nixumandin û xumamiya çarçoveyî nabe melzemeya rexneyê. Bo heman xetereyê, kêrhatî ye ku em vegotina Saturn’ê***, romana Remezan Alan, bidin ber vegotina Kawa Nemir. Ew jî romana yekemîn e jixwe.

Bo ravekirina lîrîzm û vegotina kitêbê: “Kûçeya me ya xweşik û hênik. Bajarê ku xanî û avahiyên wî di nava daran de xuya nedikirin.

Dar ew qas pirr û gumreh bûn, belkî sîtavk tê re diçûn, lê yeqîn te xwelî bavêta ser, xwelî li erdê nediket. Tê bîra min, wê hingê sêrbazî û fenên me yên zarokane hebûn. Lêbelê bermeqlûb çêbû, bermeqlûb qewimî her tişt. Xweşî hebûya li ser siya wê daristana bajêr, vajî nebûya bavtî, bê guman wê bi şadiyeke firawan û hesêb vebûya devê zeman û mekanan. Hesab ne yek e! Werza ku zêdetir di bîra me de dimîne havîn e. Havînên vikîvala, havînên mişt, havînên gelek tişt. Zarokatî, dûkel çi be, pêpelûkeke ew çend firende ye.” (Qod Ş. û Qod C., r. 44)

Axir-Kelam:

Çîroka kurmancî bi ceribandineke serkeftî, ji qelema Kawa Nemir, bi navê Çavdêriyên Barbarekî henaseyek kûr kişand. Bi hersê derplêdanên xwe yên serkeftî, balkêş û hêja ye. Tenê carekê nexwînin, serê xwe pê neêşînin. Min gelek caran êşand, ne poşman û gilîkar im. Lotikan davêjim.

––––––––––

* Çavdêriyên Barbarekî, Kawa Nemir, Kurteçîrok, Weşanên Lîs’ê, 2011, Diyar- bekir

** Otobês, Yunus Eroğlu, Roman, Weşanên Lîs’ê, 2010, Diyarbekir

*** Saturn, Remezan Alan, Roman, Weşanên Avesta’yê, 2002, Stenbol.

 

Nivîskar: Bawer Ronahî

Çavkanî: Kovara Pêngav – (2011)

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply