Koçkirina Mele Nûriyê Hesarî

Piştî çend rojan salvegera pêncan ya koçkirina Mele Nûriyê Hesarî derbas dibe. Mele Nûriyê Hesarî yek ji helbestvanên klasîk yên navdar yên Rojavayê Kurdistanê bû û navê wî bi rêzgirtin cihê xwe li tenişta navên Seydayê Cegerxwîn, Tîrêj, Keleş û yên din digire. Mele Nûrî zimanzan, helbestvan û nivîskarekî pir berhem bû, lê hemû berhemên wî hîn nehatine çapkirin.

Helbestvan û zimanzanê Kurd Mele Nûriyê Hesarî di sala 1934an de li gundê Hesarê yê girêdayî Kerecosê ji dayik bû û wek Seydayê Pirêşan tê naskirin. Di temenê 8-saliya xwe de, li ser destê bavê xwe fêrî xwendina Quranê bû. Piştre li gelek gundên navçeya Cizîra Sûriyê meletiyê dike wek gundên Mehmûdiyê, Cerade, Letîfiyê û Til Husênê. Ji destpêka sala 1967an de, li bajarê Qamişlo dijiya.

Mele Nûrî bixwe di helbesteke xwe de behsa jiyana xwe bi kurtî dike û dibêje: “Bavê min jê re dibêjin Yûsiv. Navek şêrîn e, wek dims û hingiv. Diya min bi min, gelkî biha ye. Navê wê Xanim, qîza mela ye. Ez li Hesarê, çêbûm ji dê re. Diya min zû çû, (Fermo) ji Xwedê re. Şehra me Mêrdîn, li Kurdistanê. Tirk li wan dikin îro fermanê. Jîna min çardeh, gîhame Sûrî. Çi hat serê min, ji destê dûrî.”

Mele Nûrî gelek berhem afirandine ku hin ji wan hatine çapkirin û hin jî hîn nehatine çapkirin. Ji berhemên wî yên çapkirî: Şoreşa Barzanî- Zeviyek Gazîdan – Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî – Rêziman û Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî.

Mele Nûriyê Hesarî çend xelat û rêzname jî wergirtine wek: “Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestê di sala 2008an de – Bawernameya rêzgirtinê ji festîvala helbesta kurdî ya 12an li Sûriyê di sala 2007an de- Rêznameyek ji dîdargeha çand û hunerê û kovara Mewasim û di sala 2014 an de, Hevgirtina Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê jî xelatek bi navê Mele Nûrî da destpêkirin.”

Roja 25ê meha Çile ya sala 2011an de, Mele Nûrî di 78 saliya xwe de, li taxa Qenat Siwês li Qamişlo koça dawî kir û li goristana Qidûrbegê hat veşartin.

Mele Nûrî her xema gel û welatê xwe dixwar û dibêje: Ma Kurd çi kir hûn her dema. Hew çend li ser wan bûne har. Tiştek bi zor naçî serî. Hûn zanibin bêkar e dar. Hey dewletên hawîr cîhan. Ma hûn ji bo Kurda tenê. Çav û guha asê dikin. Sîngê dikin textê çenê.

Li ser Newrozê jî dibêje: Qîza ciwan û gulperî. Şewq û şemala xweserî. Ger tu dixwazî koçerî. Mizgîn didim va bû bihar. Dakev ji wê asêgehê. Adar giha roja nehê. Serbest were vê bergehê. Bê tirs li ber çavê neyar. Şalûl û bilbil bûne ref. Hespa cîhan tev kirine kef. Saz û bilûr û ney û def. Cerga dikin serxoş û har.

Mele Nûriyê Hesarî ala kurdî jî dipesinîne û dibêje: Hey gul geşa serfîraz hey rohniya şevreşa. Hey dîlbera pir niyaz hey xatûna dilxweşa. Hey hêvîdara welat dermankera bêheşa. Bûka welatê mezin her cihê germ û qeşa. Şabaş tu ala minî tiwî ser û sermiyan. Bo te em gorî dikin xwîn û guman û giyan. Çaxê bibî ceng û şer em dê bavêjin jiyan. Bo te em dê bimrênin zarok û bav û diyan. Binya te tev leşker in pirke tu kêf û hewat. Kurd va ji ter aniye sed gewher û sed xelat. Tu çêke xweş baweşîn hewar ji bona te hat. Şewqê ti bavêje ber bajar û gund û kelat.

 Çavkanî: rudaw.net

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply