Sala Kovar û Romanên Kurdî

NIVÎSEKE NOSTALJÎK A SALA 1999

Lokman Polat

Min vê nivîsa li jêr di sala 1999ê de nivîsîbû. Binêrin ew sal çiqas kovarên kurdî ên matbû ku li ser kaxiz dihatin çapkirin li Swêdê û li welat derdiketin. Niha li Swêdê tenê yek kovarek, kovara ”Bîrnebûn” derdikeve. Ew jî kovara Kurdên Konyayê/Anatoliyê ye. De binêrin kurdên bakur di vê hêlê de pêşve çûne yan paşve çûne?

 

SALA KOVAR Û ROMANÊN KURDÎ

Min di destpêka sala 1999ê de dest bi nivîsîna vê nivîsê kir û di meha 12an a 1999ê de dawî li vê nivîsê hanî. Loma jî dema xwendevan nivîsê bixwîne, divê dema buhurî bide ber çav. Ji bo ku min nivîsê di dema burî de nivîsiye, min gotiye “Sala 1999 dibe sala kovar û romanên Kurdî. Heger min nivîsê di dema niha de binivîsandana, min dê bigotana “Sala 1999 buye sala kovar û romanên Kurdî.“

Sala 1999 dibe sala kovar û romanên kurdî. Di vê salê de gelek kovarên kurdî yên nûh û gelek romanên kurdî yên nûh derketin û hêj derdikevin. Di nav kurdan de gotineke pêsiyan heye, dibêjin ‘sal bi sal, xwezî bi par“. Di hêla wesandina kovar û romanên kurdî de, em dê bikaribin bibêjin ‘sal bi sal, xwezî bi îsal“.

Di vê sala 1999ê de hinek kovarên kurdî yên nûh derketin û hêj dê hinekên din jî derbikevin. Di hêla wesandina romanên kurdî de jî, ev sal ji bo wesandina romanên bi kurdî dewlemendiyeke. Ez gelek nivîskarên kurd dinasim ku, ew dê romanên xwe yên ku nivîsîne dê îsal -1999- biwesînin. Yên gelek nivîskaran romanên wan yên yekemîn in ku dê di nav vê salê de biwesînin. Di sala 1999ê de romana kurdî ya pêsîn ku di destpêka sala 1999ê de derket romana Silêman Demîr e. Navê romanê “Koç“ e. Ev roman di nav wesanên ”Roja Nû” de li Stockholm-Swêdê derket.

Kovarên kurdî yên ku di sala 1999ê de hatin wesandin ev in:

1 – PELÎN – Kovareke çandî edebî ye û xwerû bi kurdî ye. Li Stenbolê derdikeve.

2 – NÛPEL – Kovareke siyasî ye. Bi kurdî û tirkî ye. Li Wanê derdikeve.

3 – SERBESTÎ – Kovareke siyasî ye. Xwerû bi tirkî ye. Li Stenbolê derdikeve.

4 – ROJ – Kovareke siyasî û teorîk e. Bi kurdî û tirkî ye. Roj berê wek rojnameya hefteyî derdiket. Niha wek kovareke teorîk, siyasî derdikeve. Roj wek rojname li Stenbolê derket. Roj wek kovar li Stockholm/Swedê derket.

5 – BERFÎN – Kovareke çandî edebî ye, xwerû bi kurdî ye. Li Almanyayê derdive.

6 – BERFÎN BIHAR – Kovareke çandî, edebî ye. Bi tirkî ye. Li Stenbolê derdikeve. Navê kovarê û Xwediyê wê kurd e. Lê mejî çepê tirk e.

7 – PÊNÛS Kovareke çandî ye, xwerû bi kurdî ye. Kurdên rojava diweşînin.

8 – DENGÊ BAKÛR – Kovareke siyasî ye. Bi kurdî û tirkî ye. Li Stockholm/Swêdê derdikeve.

9 – JÎNDAN – Kovara Jîndan berê pênç hejmar derketibû û wesana xwe dabû rawestandin. Kovara Jîndanê ji hejmara 6‘an pêve dîsa dest bi wesana xwe kir. Ev kovar Li Stockholm/Swêdê derdikeve.

10 – ÎNTERNAME – Teknîk wisan pêsve çûye ku, êdî ne tenê kovarên çapkirî, kovarên elektronîk jî dest bi wesanê kirine. Întername jî ji wan kovaran yek e. Ev kovar li ser kaxiz nayê çapkirin, tenê di Înternetê de ye û têde nivîsên cûrbecûr hene. Nivîs û meqaleyên gelek nivîskarên kurd di Înternameyê de cîh girtine. Kovareke dijîtal a elektronîk e.

11 – ROJBAŞ – Rojbas 4 hejmar çapkirî derket. Hejmara 5 û 6 jî di Înternetê de wek wesaneke elektronîk derdikeve. 4 hejmarên li ser kaxiz çapkirî li Stockholm/Swêdê derketin.

12 – ARMANC – Rojnameya mehî ye. Xwerû bi kurdî ye. Armancê wesana xwe dabû rawestandin. Di sala 1999ê de di Înternetê de wek rojnameyeke elektronîk derdikeve.

13 – PÎNE – Rojnameyeke mîzahî ye. 15 rojan carek derdikeve. Pîne xwerû bi kurdî ye. Li Stenbolê derdikeve.

14 – KÜRT SOLU – Kovareke siyasî û teorîk e. Du hejmarên wê derketine. Her hejmar li ser mijarek e. Hejmara yekê li ser pirsgirêka doza kurd e. Li Stenbolê derdikeve.

15 – BERBANG – Kovara komeleyên federasyona Kurdistanê li Swêdê ye. Li Stockholm/Swêdê derdikeve.

16 –  HELWEST – Kovara Çand û Wêjeya Kurdî – Li Stockholm /Swêdê derdikeve.

17 – NÛDEM – Kovara çandî, hunerî – Li Stockholm/Swêdê derdikeve.

 

Romanên ku bi kurdî derketin ev in:

1 – Kewa Marî / Mêkew – Lokman Polat – Wesanên Helwest – Çanda Nûjen. Li Stockholm/Swêdê derket.

2 – Koç – Suleyman Demîr – Wesanên Roja Nû. Li Stockholm/Swêdê derket.

3 – Evîn û Sewat – Sidqî Hirûrî – Wesanên Nûdem. Li Stockholm/Swêdê derket.

4 – Sê Sev û Sê Roj – Lales Qaso – Wesanên Nûdem. Li Stockholm/Swêdê derket.

5 – Hawarî – Heciyê Cindî – Wesanên Roja Nû. Li Stockholm/Swêdê derket.

6 – Sobarto – Helîm Yûsif – Wesanên Avesta. Li Stenbolê derket.

7 –  Res û Sipî- M. Seydo Aydogan – Wesanên Doz. Li Stenbolö derket.

8 – Sofî Remo – M. Besîr – Wesanên Medya. Li Stockholm/Swêdê derket.

9 – Mamosteyê Zinaran – Fêrgîn Melîk Aykoç – Wesanên Rewsen. Li Stockholm/Swêdê derket.

10 – Marê di Tur de – Medenî Ferho – Wesanên Pêrî. Li Stenbolö derket.

Romannivîserê Kurd Mehmed Uzun jî di sala 1999ê de dest bi nivîsîna romaneke nûh kiriye. Lê ji bo ku wî hêj romanê neqedandiye, loma jî di sala 1999ê de nedaye çapê. Lê hinek besên romanê di kovara ”Pelîn” de hatin wesandinê. Navê romana Mehmed Uzun “Hawara Dicle“ye. Romana Mehmed Uzun dê di sala 2000î de bê wesandinê.

Romannivîser Mustafa Aydogan û Mehmed Dehsuwar jî romanên xwe yên duyem dinivîsin. Wan berê herkê yek romaneke bi Kurdî wesandibûn. Romanên wan yên duyem hêj temam nebûne, li ser dixebitin.

Hinek nivîskarên kurd yên ku berê helbest û kurteçîrok dinivîsandin, niha dest pê kirine roman dinivîsin. Xidir Yigît jî romaneke kurdî dinivîse. Wî jî hêj nivîsîna romana xwe neqedandiye.

Sîracettîn Kirici jî li ser romaneke dixebite, roman dinivîse. Romana wî jî hêj temam nebûye.

Kamiran Hajo romaneke bi kurdî nivîsiye, lê ji ber sedemên teknîkî û aborî hêj romana xwe nedaye çapê.

Maruf Yilmaz bi navê ‘’Key Xesro“ romaneke dîrokî nivîsiye, lê hêj temam nekiriye, bi dawî neaniye.

Lales Qaso jî romana xwe ya duyem nivîsiye. Navê romana wî ”Xezeba Azadiyê“ ye. Wî romana xwe hêj nedaye çapkirin.

Serkan Birûsk nivîsîna romana xwe gihastiye nivî, romana wî hêj neqediyaye. Nivîsîna romanê di sala du hezarî de dê biqede.

Gabar Çiyan li ser projeya romaneke bi çend cîldan dixebite.

Aram Gernas romanek nivîsiye, li ber çapê ye. Di romanê de tradîsyona civaka kurd di serpêhatiya keçikek kurd de hanîye zimên.

Firat Cewerî jî nivîsîna romaneke bi kurdî didomîne.

1999 Stockholm / Swêd

 

Têbinî –  Niha sala 2021 e. Hêj jî Maruf Yilmaz, Gabbar Çiyan, Xidir Yigît, Sîracettîn Kirici û Kamiran Hajo romanên xwe nenivîsîne, heger nivîsîne jî neweşandine, ango hêj yek romanek wan jî derneketiye. Mustafa Aydogan jî hêj romana xwe a duyem dernexistiye. Bi hêviya ku ew romanên xwe derbixin, biweşînin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply