Elodîno

Belê, ji heyamê berê ve, ji kelha Bafê re tê gotin kelha ‘Elodino, ew jî ji ber ku her di heyamê berê hukumdarek di kelha Bafê de rabû navê wî ‘Eledîn bû.

Her ji ber ku hukumdariya wî zêde bû û ew bixwe, xweşmêrekî mêrxas û bikêrhati a bi nav û deng bû. Xelkên herêma Botan jê re digotin ‘Elo dîno û meşhûr bû bi navê ‘Eledîno. Wê çaxê Elodîno li binê girê Kelha Bafê li aliyê şimal û li ser wê texta raserî ava şetî qesra xwe çêkiribû û her li pêşberî qesra xwe li aliyê çemê avê tehtekî mezin kun kiribû û zencîrek bi wî tehtê kun kirî ve girêdabû û her ji wî aliyê şetî serê wê zincîrê diavête wî milî şetî û bi wê tehta di binî qesra xwe ve girêdabû.

Belê, her wexta ew zencîr li raserî rû wê ava şetî dirêj kiribû û nûbedar jî li ber bûn. Û her bi vî awayî, ‘Elodîno rêka şetî li pêşiya kelekvanan asê kiribû. Wexta ku kelek bi avê de dihatin heta ku kelekvanan ji bo baca rê xerc û bêşên xwe nedabana ‘Elodîno wî destûra kelekvanan nedida û li pêşiya wan ew zincîr li ser rûyê avê, bilind nedikir û nedihişt ku kelekvan bibihurin. 

 

Derbar Çand Name

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply