Romana Semerqand – 8 (Amîn Me’lof)

Cîhanê bi kelecaneke mezin, çîrokên zewaca zelamên navdar vedigotin. Emer dev ji gazindan berdabû û guhê wî li Cîhanê bû. Dema Cîhan ji qestî disekiniya, Emer dawîya çîrokê dizaniya jî lê dîsa lave dikir ku Cîhan vebêje.

            Em çîroka xwe bidomînin. Em bibêjî; xelîfe jehr daqurtan, lê mecbûr bû bersiva “erê” da. Dema bersiv gihatê, Tugrul berê xwe da Bexdayê û Hêca ne gihatî bajêr, ji bo amadekariya xêl, wezîr ji pêşiya xwe şand.

            Gava wezîr gihat qesrê Xelîfe, ji wezîr re got: “Mehrê bikin lê ez û wî nayên ba hev.” “Karê giring, ne ya hevdîtin û civîna wan bû, rûmeta mezinahiya vê mehrê bû.” Wezîr gelek aciz bûbû lê neda der:

            —Qasî ez Tugrul nasdikim, ez ê bibêjim. Hinge vê rûmetê, giringiyê dide yekbûyînê jî.

            Bi rastî jî sultan, êdî hew sebir dikir û ji lew re leşker amade kiribûn. Dora Bexdayê girtibû û qesra xelîfe dorpêç kiribû. Soxînê xelîfe, ji dev berxwedanê berda û “hevdîtin” pêkhat. Keça xelîfe, li ser palgokeke bi tayikên zêr hatî nexşkirin rûniştibû. Tugrul Beg, ket hundur, secde kir û paşê “berûka wê jî venekir, bê pêjin û bê gotin, hesko ew ne li wê derê be, ew rûmetdar kir.” Pey re her roj hat û ew rûmet dayê. Lê yek carî jî, berûka wê venedikir. Çiqas bihata cem, li derve birek mirov kom dibûn. Ji lew re Tugrul Beg ew qas bikeyf derdiket ku çiqas daxwaznameyek hebûya erê dikir û gelek “îhsan” belav dikirin. Ji vê zewaca bi qeboqeb hatî kirin zarokên wî çênebûn. Piştî şeş heyvan Tugrul Beg mir. Sêhrbûna wî deng vedabû. Kêmasî ya wî bû, lê welê jî herdu jinên xwe yê din berda bûn. Piştî hevjîn, cariye û qerwaşên bê hejmar, rastî qebûl kiribû. Heke kêmasiyek hebe, ya wî bi xwe bû. Serî li muneccîm, mela, nûjdar û şamanan dabû. Piştî her heyva çardeh şevî, daqurtandina qalikê çûçikê zarokeke nû hatî sunetkirin pêşniyar kiribûn. Encam dîsa eynî bû. Soxînê, ew jî li qedera xwe razî bûbû. Lê ji tirsa ev kêmasî bibe sebebê şkestina rûmeta wî ya li cem kesên nîzingê wî, xwe kiribû evîndarek navdar. Herê kû derê, haremek têrbûyî li pey xwe dibir. Dixwest ku li dora wî behsa behreyên wî bikin. Efserên wî, heta mêhvanên wî yên bîyanî jî hunera wî mereq dikirin û dixwestin raza vî karî, Recete û îksîra vê hêzê ya şevan bide wan jî.

            Çawa me qiset kirî, Seyîde Xatûn piştî şeş heyvan ma jinebî. Ji ber ku palgokê wê yê bi zêran hatî nexşandin vale mabû, ma qey yê gazind bikiran? Rewşa giring, valehîya karînê bû. Împaratoriya nû avabûyî, navê kalikê wî Selçûk lê hatibe kirin jî, avakerê wê yê esas Tugrul bû. Gelo mirina wî ya bê zarok yê nava alema islamê ya rojhilat de nabûya sebebê gengeşîyê? Birek bira, birazî û xwuharzî hebûn. Nava Tirkan da ne mafê kurê mezin û ne jî zagona werasetê hebû.

            Lê zelamek derket pêş: Ev kurê Çagrî, Alp Arslan bû. Hinek endamên eşîretê kuştin û hinek kirîn, lê nava çend heyvan de xwe li eşîretê da pejirandin. Demeke kin de di çavên hemwelatîyên xwe de bû fermanrewanek mezin. Fermanrewanek mezin, xebatkar û dadmend. Lê reqîbên wî dev ji şeytanî û fesadiyê bernedan. Mêraniya Tugrulê sêhr navdar bû. Lê ji Alp Arslanê babê neh zarokan re digotin; “bi cinsê delal re zehf eleqedar nabe.” Navê neyarên wî lêkirîn “Efemîne” bû. Yên derdora wî nediwêrîyan behsa tiştekê halê bi xetere bikin. Rast an vir ev navê henê, yek carî yê bibûya sebebê dawî lê anîna seltanata wî ya nû despêkirî.

            Emer û Cîhanê hêca ev nizanîna. Dema ew di koşka kiçik ya di bexçeyê Ebû Tahir de diaxiviyan, Alp Arslanê sih û heşt salî, bûbû zelamê herî xurt yê li ser rûyê erdê. İmparatorîya wî, ji Kabîlê digihişta Deryaya Spî. Desthilatiya wî teqez, artêşa wî sadiq, wezîrê wî jî zelamê herî zana yê serdema xwe Nîzamûlmûlk bû. Alp Arslan, ji berîya demeke nêz de li Kurdistanê, li Malazgirê İmparatorê Bîzansê têkbiribû û artêşa wî perîşan kiribû. Li hemû mizgeftan de serkeftina wî dihate qisetkirin. Nava şer de çawa kefenê spî li xwe pêçayî, bêhnên çawa li xwe werkirîn, dûvê hespê xwe çawa bi destê xwe girêdayî, leşkerên Urus yên ji bo keşfê Bizansiyan şandîn, li kêleka biryargeha xwe çawa girtîn û çawa pozê wan jêkirîn. Lê li hemberê van kiryariyan, İmparator çawa serbest berdayî, dihate vegotin.

            Bêguman, ji bo alema Islamê demeke mezin, ji bo Semerqendê li hêvîyek bi tirs dihate jiyandin. Alp Arslan, her wextî Semerqend xwestibû û demên borî de ji bo dest xistinê xebitîbû. Bi tenê ji ber ku Bîzansiyan re li hev nekiribû, paş ve avêtibû û zewacên navbera herdu xanedanan de jî agirbestek pêk anîbû. Kurê sultan yê mezin Melîkşah bi xwîşka Nasir Terken Xatûnê re û Nasır Xan jî bi keça Alp Arslan re zewicî bû.

            Lêbelê ev xizimbûyîna hanê ti kes ne dixapand. Fermanrewanê Semerqendê ketibû nava tirs û fikaran de. Gava pêhesiyayî ku xezûrê wî Îsewî têkbirinê, dizanîya yê çi were serê bajêr. Vê tirsê de mafdar bû jî. Bûyer bi lezgînî pêk dihatin.

            Du sed hezar leşkerên Selçûqî, amadekariya derbazbûna “çem” dikirin. Ew çemê wê demê navê wî Ceyhûn, berê jê re digotin Oxus û paşê jî yê navê Amû Derya bigire. Leşker li ser pirê re diboriya. Pira li ser kêlekên bi heve girêdayî hatî avakirin. Leşkerê dawî piştî bîst rojan li ser pirê re derbaz bû.

            Li Semerqendê, cih di mezela text de tine bû. Ji mirovan mişt lê bêdengbû. Xan şewişîbû. Ehlê qesrê xemgîn bûn. Nizanîna çi bikin. Birevin anko ji niha ve îxanetê bikin, an jî bisekinin û bimînin? Xan rojê du caran diçû dîwarek yê kelehê teftîş dikir, leşker û pêxasan jê re çepik lêdixistin. Nava van çûyîn û hatinan de carekî ciwanên bajêr cem ve hatin û dema nekarîn xwe bigihînin fermanrewan ji bo parastina bajêr û xanedanê, ji şer re amadebûna xwe qêrîyabûn. Nasir Xan, şûna bi vê helwestê keyfxweş bibe, enirîbû û fermana belavkirina wan dabû leşkeran. Dema vegerîya qesrê ev şîret li efserên xwe kir:

            —Xwedê zanyariya bapîrê min ji bîra me nebe. Dema wî êrîşê bajarê Belxê kirî, ehlê bajêr demeke fermanrewanê wan ne hazir rahiştibûn çekan û gelek leşkerê me kuştibûn. Artêşa me mecbûr mabû, şûn ve vekişiya bû. Li ser vê bûyerê bapîrê min ji fermanrewanê Belxê Mahmûd re nameyek tejî gazind nivîsandibû û gotibû: “Heke artêşên me tûşî hev werin, xwedê kîjanê bixwaze ew ê serbikeve. Lêbelê heke kesên ji rêzê bikevin nava şer yê encama vî karî bigihê kû derê?” Mahmûd ev gotin pejirandibûn û hemwelatîyên xwe dabûn cezakirin.

Çek hilgirtin ji wan re qedexe kiribû û xusara ji ber şer çêbûyî ji wan standibû. Tişta ji gelê Belxê re rewa ji gelê Semerqendê yê asî re jî rewa ye. Heke rizgariya min di destê bajariyan de be, ez ê bi serê xwe, bêçek herim û teslîmê Alp Arslanî bibim.

            Efserên wî, ew mafdar dîtin û jê re soza teskînkirina ehlê bajêr dan. Carek din dilsoziya xwe jê re nû kirin û soza weke hirçên birîndar şer bikin dan wî. Ev soz, ne teklîfên rijî bûn. Artêşa Maverûnnehîrê hinge ya Selçûqîyan hêja bû. Artêşa Alp Arslên, hejmara xwe de ji ya Xên zêdetirbû û ew bi xwe jî, ji Xan bi tecrûbetirbû. Erê, ne tecrûbeya wî bi xwe, ya xanedana wî zehftirbû. Alp Arslan, ji kelecana avakirinê derneketibû û ji nifşa duduyanbû. Lêbelê Nasir, ne li pey berfirehkirina welatê xwe bû. Tenê li pey parastina ya di destê xwe de bû û xanedana xwe de fermanrewanê pêncemîn bû.

            Van rojên tevlîhev de, Xeyam diviya ji bajêr dûrbe. Lêbelê carna xwe li qesrê û qazî dida xuyakirin. Hey ne yê bigotan, wextek halê de reviye. Gelî caran ji malê dernediket, xebatên xwe didomandin, an jî nava rûpelên lênûsa xwe yên veşartî de winda dibû. Bi çargavî û bêsekin dinivîsand. Ji bo wî şer, hesko sirûşekbê ku bi tenê alîkarîya hişê asayî re hebû.

            Rastiya tehl ya li dora wî bi tenê Cîhanê bîra wî tanî. Her êvar nûçeyên enî û di qesrê de tanîn û Emer jî bê kelecan guhdarî dikir.

            Alp Arslan, hêdî hêdî pêş ve diçû. Pêşveçûna wî ya hêdîka pêşveçûna artêşek nava çiravande dibore, zehf qelebalix, disiplîna wê sist û nexweşên wê zehf. Pêşveçûnek welê bû. Carna jî tûşî berxwedaneke xurt dihat, ji lew re hêdîka pêş ve diçû. Fermandarê keleheke nîzingê çemî yek ji wan bû ku roja sultan tarî kir. Her çiqas artêşê dikariya kelehê dorpêç bike û rêya xwe bidomîne jî, lê ev yek diboya sebebê bêewlehîya nivşên paşve mayî û di şûnve vekişînê de xetere çêdikir. Ji lew re, divîya karê fermandarê kelehê bê qedandin. Piştî Alp Arslan ev biryar dayî vaye deh roj bûn ku pêvçûn dijwartir bûbûn.

Pêvçûn ji Semerqendê dihatin xuyakirin. Sê rojan carekî, kevokeke ji kelehê hatî şandîn, difirî û dihat. Agahiya hatî şandin qet ne hawara alîkariyêbî. Ne jî gazindek ji qirkirina mirovan an xilasbûyîna zexîreyêbû. Bi tenê, behsa kuştî û windahiyên dijmin û gote gotên derheqê nexweşiyên ketî nav wan de dikir. Yûsufê Xerzemî, bi rojekî de bûbû lehengê maveraûnnehîrê.

Lê mixabin soxînê, roja belavkirina wan çend parêzvanên keleh diparastin hat û sûreha kelehê hilweşiya, leşkerên neyar hilkişiyan bircên kelehê û ketin hudurê wê. Yûsuf, heta birîndar nebû û dîlneket, bi qehremanî berevanî domand. Sultan, ew Yûsufê ew qas tengî dayî wan zehf mereq dikir. Ji lew re ew derêxistin huzûra wî. Du leşkerên weke dêwan, herdu milên wî asêyî girtibûn. Lê ew, pêşberî sultan de serbilindî, req rawstiya bû. Alp Arslan, li ser textekî ser tejî palgok rûniştibû. Her duyan, weke di kewên ribat li hev nihêrîn. Sultan kerem kir:

—Çar singa ve girêdin û vekişînin parçe bikin!

Yûsuf, çawa mo henekê xwe li yêkî bike, welê lê nêrî û paşê Qêrî:

—Ji keseke bi mêranî şer bike re, ev ceza heq e?!

Alp Aslan bersiv neda. Serê xwe zivirand. Yûsuf deng lê kir:

—Ez ji te re dibêjim, serjiniko!

Sultan, çawa dûpiştkekî pê ve dabê welê veciniqî. Kevana xwe ya li ber serê xwe hilda. Tîr êxistê û ji muhafizan re fermana berdana wî da. Nedixwest li zelamekî girêdayî bide. Jixwe tirsa wî jî tinebû. Heta wê rojê, carekî tîrê wî şaş neçûbû.

Ji ber erna wî bû, lezginiya wî, an ji ber mesasfeyek evqas kurt de tîr avêtibû û çi bû, lê li Yûsuf neda. Hêca tîrê dudoya nekişandî, dîlgirtî weke pilingekî birindar, xwe avêtê. Xencera di nava cilên xwe de veşartî, di laşê sultan de daçikiland. Parêzkar, lê kombûn û qet qet kirin. Mirinê, di rûyê wî de beşişandinek yarîker qerimandibû. Ewda xwe vekiribû û sultan jî yê zehf nejiya.

Alp Arslan, çar roj û çar şevan sekerat kir. Wan çar rojên bi jan de, nava ramanan de hat û çû. Dîrokzanên wê demê gotinên wî hingê halê tomar kirin:

“Wê rojê, ji ciheke bilind min li artêşa xwe dimeyzand. Ez li hejandina axa di bin lingê xwe de hesîyam. Min ji xwe re got: ‘Fermanrewanê cîhanê ez im! Kê dikare lingê xwe li yê min bide?’ Xwedê mirovê ji her kesî kêmtir, ji min re şand. Girtiyek, di wî şerî de dîl ketî, ji min bihêztir derket û li min da. Ez ji text kirim û ez ji can  kirim.”

Gelo Emer Xeyam, ev çarmalik piştî vê buyerê nivîsandibûn?

 

Li vê dinê, carna zelamek radibe

Bi quretî dibêje: vaye ez li vir im!

Serkeftina wî xewneke kurt e,

Mirin hatiye jî dibêje: vaye ez li vir im!

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply