Du dirûvên perwerdehiyê

Zarok derba ewil li malê dixwin. Gava mal çol be zarok dibin kelem û strî. Di malbatên kurdan de bi navê “perwerdeya malê” têgehek tune ye. Dê û bav zarokên xwe perwerde nakin.

1.. Xwe bi Xwe Perwerde

Ji ber ku perwerdehî ev çend girîng e divê em berê ji perwerdehiyê dest pê bikin. Dewleta heyî perwerdehiyê nade me, (jixwe dewlet û perwerdehî du têgehên wiha ne ku qet li hev nakin), lê em dikarin xwe perwerde bikin. Di dîroka mirovahiyê de gelek fîlozof û ramangeran xwe bi xwe perwerde kiriye, wek Sokrates, Rabelais, Îbnî Haldûn… Ji bo perwerdehiyê sazîhebin baş e lê tune bin jî ne asteng e. Perwerdehiya xwe bi xwe, pergaleke baş û azad û sûdewar e. Ramangerên mîna Rousseau û Emerson jî pir xatir daye perwerdehiya bi vê şêwazê, a xwe bi xwe.

Vê gavê di nav civaka kurdan de hin kes hene ku xwe ji paradîgma dewletê rizgar kirine, kesayeteke baş û azad çêkirine. Vêya bi çi awayî û çawa çêbû? Bi perwerdehiya xwe bi xwe. Van kesana xwe perwerde kiriye, xwe ji însafa perwerdeya dewletê re nehiştiye. Yekî ku di pergala perwerda dewletê re derbas dibe, dibe “çêçikê zerîetê”, lê ê ku xwe bi xwe perwerde dike dibe “çêçikê kurmancî”, dibe teyrikekî xwezayî.
*
Xweperwerdekirin, wek Sartre di romana xwe ya “Diltengî” di karakterekî xwe de jî destnîşan kiriye, bi xwendinê çêdibe. Di xweperwerdekirinê de rêgeza herî girîng pirtûk û xwendin e. Bi kêmanî gerek mirov her meh 3-4 pirtûkan bixwîne. Ev pir hêsan e lê bandoreke wê yê ya zehf mezin heye; ji ber ku bi vê şêwazê ti îdeolojî û paradîgma nikare vîna mirov dagir bike. Lê di vir de divê xwendina mirov ne xwendineke “tek faz” be, divê “pir faz” be; ango gerek mirov her tim bi tenê cureyekî nexwîne, gerek pir cureyan bixwîne: Bi tenê xwendina pirtûkên wêjeyê, dibe xwendineke “tek faz”,  lê li gel xwendina pirtûkên wêjeyê, xwendina pirtûkên dîrok, raman, felsefe, psîkolojî û hwd dibe xwendineke “pir faz”. Xwe bi xwe perwerdekirin bi xwendina “pir faz” ava dibe. Xwendina “tek faz” xwendineke îdeolojîk û dogmatîk e.
*
Di perwerdekirinê de li gel zanînê, etîk û azadî jî pir girîng in. Zanîn têkildarî hiş û pêşketinê, etîk têkildarî civakê, û azadî jî têkildarî kesayetê ye. Heger zanîn tune be mirov nezan, etîk tune be civak xerabe, û azadî tune be ruh dibe kole.

Vê gavê dibistanên dewletê bûne wek girtîgehan; perwerdekar bûne gardiyan, û xwendekar jî bûne mehkûm. Di perwerdehiyê de rola perwerdekar girîng e, perwerdekar divê “alîkar” be, ne serok û desthilatdar û fermandar… Wek pedagog Jules Pavot jî destnîşan kiriye, perwerdehî divê di xwendekaran de xwestin û vînê pêş bixe, divê “xwekarîn”ê ava bike; lê belê dev ji vîn û xwekarînê berdin, giyanê mirov di dibistanên dewletê de tê kuştin. Zanîna hişk wateya wê tune ye.

2. Perwerdeya li Malê

Zarok derba ewil li malê dixwin. Gava mal çol be zarok dibin kelem û strî. Di malbatên kurdan de bi navê “perwerdeya malê” têgehek tune ye. Dê û bav zarokên xwe perwerde nakin. Li kêm malbatên kurdan zarok di warê sincî, neteweyî û zanyarî de tên perwerdekirin. Ji bo sinca wan pêş bikeve dê û bav ji zarokên xwe re qala keda helal, qedrê hevaltî û biratiyê, pîsbûna derewan, girîngiya dilpakî û rastiyê nakin. Zarok li malê ji bilî sinca feodal tiştekî nabînin.

Dê û bav piştî perwerdeya sincî divê îcar perwerdeya çandî û neteweyî bidin zarokên xwe: Ew kurd e, zimanê wî/ê kurdî ye, welatê wî/ê Kurdistan e… Divê zarok biçûkanî li dengbêjan guhdarî bike û wêjekarên xwe bixwîne, nas bike. Ev perwerdehî li malê dikare bi rehetî bê kirin.

Di mijara ziman de hinek dê û bav pir “bêesl” tevdigerin. Dê û bavên baş hene lê belê kêmaniya vana jî ew e ku gava zarok peyvên wateya wê bi kurmancî nizanibe bi tirkî dibêje, zarokê hişyar nakin. Pir normal e ku zarokek ji ber mercên bindestiyê hin peyvên bi tirkî di nav zimanê xwe de bi kar bîne, lê dê û bav gerek derhal dest werdin û kurmanciya wê peyvê ji zarokê re bêjin. Bi vî awayî wê zimanê zarokan ji gelemşeyan safî bibe; her wiha bi safîbûna ziman re wê kesayeta zarokan jî pak û zelal bibe.
*
Dê û bav di mijara dîrok û erdnîgariyê de jî divê zarokên xwe perwerde bikin. Ev, peywira wan a dê û bavtiyê ye, ev mecbûriyeteke e, tiştekî ferz e. Divê ji zarokên xwe re bi çend kelîmeyan be jî bêjin ku pêşiyên wan Med in, mîtosa wan Kawa ye, cejna wan Newroz e, dînê wan ê ewil Zerdeştî û pêxemberê wan ê ewil Zerdeşt e, dûre misilman bûne, bi navê Eyûbiyan împeratoriyek ava kirine, serokê wê Selahedînê Eyûbî bûye… Di mijara coxrafyayê de divê ji zarokan re qala welatê kurdan ê ewil Arya û Medyayê bikin, qala herêmên Kurdistanê (Botan, Serhed, Xerzan, Amed…), çiyayên Kurdistanê (Zagros, Cûdî, Gabar, Sîpan, Agirî…), golên Kurdistanê (Ûrmiye, Wan, Hazar…) bikin.

Ev ne ew zanînên pir zor in ku malbat nikaribin bi çend hevokan ji zarokên xwe re qal bikin. Di vir de a zor ew e ku dê û bav xwe bigihînin wê hişîn û hişmendiyê. Gava zarok van zanînan ji dê û bavê xwe bibihîze wê pir bandorê lê bike. Vêya wê bi gelekî ji fêrbûna derve, ji bihîstina ciyekî ya jî kesekî, xurttir û watedartir be. Perwerdehiya malê, a herî ewle ye, bingeh e, jiyan û armanc û pêşeroja zarokan diyar dike. Dê û bav ji dêvla siyasetê bikin heke hindikekî bibin mamosteyên zarokên xwe wê rengê civaka kurdan biguhere. (Jixwe gelek dê û bav wek pîşe mamoste ne.)
*
Lê mixabin malên kurdan ne mekteb in, çewlik in, leşkergeh in, asîmîlexane ne. Vê gavê gelek malên kurd bûne “dewletok”. Li malê ew ji dêvla dewletê zimanê dewletê fêrî zarokan dikin, ew ji dêvla dewletê îdeolojiya dewletê didin zarokan, ew tirsa dewletê di hiş û giyanê zarokan de diçînin, ew zarokan di warê sincê de wek dewlet dixwaze çavsor, hevalfiroş, bê esl û kesayet, egoîst, xedar û çavbirçî perwerde dikin. Zarok tiştên baş ên wek qencî, welatparêzî, hevaltî û dilpakiyê li kuçe û kolanan bi destpelînkê û korfeleqî ji xwe re li erdê dibînin. Li malê, zarokên kurdan wek leşkerên dewletê tên mezinkirin. Malbatên kurd ne malbat in, tabûr in, garnîzon in. Li gelek malan ango “dewletok”an, kurdbûn û kurdî û resenî û sinc û rastî bi destê mezinan tên kuştin, û rêgezên dewletê yên hişk û înkarker û derewîn û hiyerarşîk û milîter tên avakirin.

Rênas Jiyan-Gazete Duvar

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply