Di zarokan de xwebawerî – 1

Xwebawerî hêmaneke kesayetiyê ye ku ji bo jiyaneke bextewar û serketî pêdiviya mirov pê heye. Kesên bi xwebawerî kêm in, ditirsin ku berpirsiyariyê hilgirin ji ber ku bi xwe bawer nakin, hewl didin ku ji tiştên ku divê bikin birevin û ger ku nikaribin birevin, rewşa ku ew dikevin nav tengezariyeke mezin. Bê şik, xwebawerî hestek e ku ne tenê zarok, pêdiviya hemû mirovan pê heye, lê mîna beşek girîng a kesayetiyê, tovên xwebaweriyê ji zarokatiyê ve tê çandin.

Ji xwe bawerbûn, bi xwe re di nava aştiyê de bûn e, xwe weke ku xwe ye qebûl kirin; yanî hesteke erênî xwe pejirandin e. Mirov xwediyê egoyek rastîn û egoyek xwestî ye ku ew dixwaze bibe. Em dikarin bibêjin ku kesê ku van herdu egoyan nas bike û wan ji hev cuda bike xwedî qedrê xwe ye.

Hin kes difikirin ku egoya ku ew dixwazin egoya rastîn e. Xwe ji ya xwe cuda dibînin û hewl didin vê yekê nîşan bidin. Ev kes ne xwediyê xwebaweriya rastîn in. Berevajî vê, yên din xwe ji wan kêmtir bi qîmet û kêmtir dibînin. Di dawiyê de, ev her du rewş xwe wekî xwe qebûl nakin. Hêza rûbirûbûna her du aliyên erênî û neyînî yên kesekî; tê wê wateyê ku ew bi xwe bawer e û xwebawerî di cîh de ye. Mebesta me ji xwebaweriyê ne ew e ku mirov xwe tam dibîne, qadên ku mirov têrê nake û her wiha qadên ku têrê dike hene bê guman. Kesê ku amade ye qadên ku tê de kêmasî bibîne û rû bi rû bimîne, ew kes e ku dikare xwe pêşde bibe, bi xwe re rastgo û realîst be.

Bandora Malbatê li ser Xwebaweriya Kêm

Yek ji sedemên kêmbûna xwebaweriya zarokan, malbatên zêde parastin in. Hin dayik ji bo ku zarokên xwe bi awayê herî baş mezin bikin zêde parastinê dikin. Ev dayikên ku zarokên xwe bi hezkirin û rehmê dipêçin, ji bo ku zarokên wan bi tu zehmetiyan re rû bi rû nebin, her cure ked û xebatan li ser xwe digirin. Di vê cure malbatan de dayîk tiştên ku divê zarok bike dike, ji bo zarok difikire û zêde bar nade ser milê wî. Bi rastî, ev xeletiyek perwerdehiyê ye ku bi dilsoziyek baş hatî çêkirin. Rakirina hemû berpirsiyariyên zarok metirsiyek pir mezin e; ji ber ku zarok nikare qabiliyeta çareserkirina pirsgirêka xwe bi dest bixe. Zarokê ku bi tevgereke wiha re rû bi rû dimîne hesta “ez nikarim bikim” çêdibe. Ev hestek e ku xwebaweriyê kêm dike, zarok xwe kêm, bêbawer hîs dike û bêyî ku ji dayika xwe bipirse nikare tiştekî bike.

Di perwerdehiya ku ji aliyê malbatê ve tê dayîn de li ser xwebaweriyê bandorek çandî jî tê kirin. Di lêkolînekê de, komek ji dêûbavên xwendekarên rojhilatî û rojavayî ev pirs hat kirin: “Gelo hûn dixwazin zarokê we karsaz û ji xwe bawer be, an îtaetkar û dilsoz be?” Kesên ku di çanda Rojava de mezin bûne, bersiv dane ku em dixwazin zarokên min karsaz û ji xwe bawer bin. Yên xwedî çanda Rojhilatî zarokên îtaetkar û dilsoz tercîh dikirin. Ev lêkolîn di derbarê kodkirina çandî de agahdarî peyda dike: Mirov bi nezanî zarokên xwe ber bi tiştê ku ew jê re eleqedar dibin araste dikin.

Dibe ku ji aliyê malbatan ve xwebawerî û karsaziya zarok weke metirsiyek li hember îtaet û wefadariyê were dîtin, lê ne raste ku zarok wek “berx” were mezin kirin.

 Ji bo ku zarok di jiyanê de pêş bikeve û were bîranîn, pêdivî ye ku meriv rîskan bigire – biryarên xwe bixwe bide, pirsgirêkên xwe bixwe derbas bike. Ku zarok nikaribe van tiştan bike, nikare nasnameya xwe bi pêş bixe û dibe mirovekî ku ji jiyanê ditirse, direve, her tiştî vediguhêze kesekî din.

Pêwîst e zarok ji temenê biçûk de ji jiyanê re were amade kirin. Malbatên ku dixwazin zarokekî wisa mezin bikin ku karibe berpirsiyariyê bigire ser xwe, divê ji zarokatiya xwe de hin karên piçûk bidin zarok, bêyî ku li benda mezinbûna wî bin, da ku zarok bawer bike ku ew dikare hin tiştan bike. Zarokek ku dest bi dibistana seretayî dike amade ye ku berpirsiyariyê bigire ser xwe. Heger berpirsiyarî neyê dayin wê bawerîya zarok hêdî hêdî qels bibe. Tişta balkêş ew e ku hin dê û bavên ku di temenê biçûk de tu berpirsiyarî nedane zarokên xwe, dema ku zarokên wan di temenekî dereng de berpirsiyariyê negirin bertek nîşan didin. Lê belê eger malbat heta wî temenî hin berpirsiyarî deneanî be ser milê zarok û însiyatîfa xwe negirtiba, tiştekî xwezayî ye ku zarok ji nişka ve li ser piyan nesekine.

Faktoreke din a ku xwebaweriya zarok kêm dike, rexnekirina zêde ya dêûbavên kamilxwaz e. Zarokê ku bi berdewamî tê rexnekirin, xwe ehmeq, bêkêmasî, bêkamil hîs dike. Em mînakî bibêjin, zarok karneyeke xerab girtiye, piraniya notên wî nebaş in, çend yên baş jî hene. Malbat gelek caran li karneyê dinêrin, “çima lawaz e, çima lawaz e?” ew ji zarok hesab dipirsin. Di vê navberê de ji rexnekirina kesayeta zarok jî îhmal nakin. Lê ya rast ev e “Binere, ev pênc e, ew jî çar e û baş e. Tu yê çawa wan yên qels rast bikî?” nêzîkatî ew e ku zarok ji bo serkeftinê motîve bike. Wê demê zarok pê dihese ku bi qîmet e û berpirsiyariyê digire ser xwe.

Dema ku zarok tiştekî xelet bike, rexnekirina kesayeta wî xeletiyek mezin û tevgereke hilweşandina xwebawerîyê ye. Heke hûn bi zimanekî aram û bi biryar ji wî re qala xeletiya ku wî li ber we kiriye, zarok dê we fêm bike. Li şûna ku hûn xeletiya xwe nîşan bidin, hûn bi gotina “tu wiha yî, tu wisa yî” ji bilî birîndarkirina zarok tiştekî din nake. Eger zarok dema ku li cem malbata xwe ye xwe kêm hîs dike, divê pirsgirêk di malbatê de bê gerandin, ne di zarok de.

Çewtiyeke din a perwerdehiyê ya ku xwebaweriya zarokê kêm dike ew e ku zarok bi kesên din re dan ber hevdan e. “Binerin filan her tim dixwîne, pir serketî ye, çima hûn ne wilo ne?” Zarokê ku bi yekî din re tê berhevdan kirin, xwe bêbawer û bêkêmasî hîs dike. Lêbelê, pêdivî ye ku meriv balê bikişîne ser ku zarok bi xwe bişewitîne. Çawa ku dêûbav gava ku zarokên wan xwe bi dêûbavên din re didin ber hev nerehet dibin, zarok jî bi zarokên din re heman nerehetiyê hîs dike. Pir girîng e ku dêûbav ji vê yekê haydar bin.

Zarokên ku ji ber xeletiyên malbatên xwe yên di rê û xwendinê de ji xwebaweriyê bê par mane, her tim hewcedariya xwe ji malbatên xwe re îspat dikin. Ji bo vê yekê, ew an beşdarî komekê dibin, ji dibistanê direvin, an jî girêdayîye marqe yan pêş dixin. Hewl didin xwe bi grûbekê, bi marqeyekê bidin naskirin. Zarokek ku ji xwe bawer e, bi marqeyan re mijûl nabe; ji ber ku ew qas xem nake. Ger dêûbav bibêjin “Zarokê min bêmarqeyî li xwe nake”, dê ji wan re sûdmend be ku pêşî li xwe bipirsin.

Baweriya zêde

Ji xwe baweriyeke zêde jî ji bo pêşketina kesayetiyê ne rast e. Di vê rewşê de, mirov tevgerên ku ne aîdê wî ne dike. Hewl dide xwe weke kesekî cuda, weke kesekî ji wî bilindtir nîşan bide. Ev kesên ku jê re dibêjin “serbilind, pozbilind” li ber çavê kesên din pêkenok xuya dikin. Mînak kesên ku dema di goristanê re derbas dibin fîskanîyê lê dixin, ji wan re tê gotin, “Çiqas ji xwe bawer, hest natirse”. Bi rastî, ew kes rola ewle dilîze ji ber ku ew pir ditirse, ji ber ku ew xwe di xetereyê de hîs dike. Pêdivî ye ku di navbera xwebaweriya rastîn û rola xwebaweriyê de cûdahiyek were çêkirin.

Baweriya zêde bi gelemperî ji ber du helwestan e. Ya yekem motîvasyona bilind e, ango hêviya dê û bavan ji zarok zêde ye. Ger malbat tiştên ku zarok nikare bike, bike hedef, zarok ji bo ku malbata xwe kêfxweş bike hewl dide xwe cuda bibîne û dest bi lîstikê dike. Bibawerî rola xwe dilîze. Zarokê ku hîs dike ku malbata wî li hêviya tiştên ku ew nikare bike, her dem di stresê de ye, bi fikar e û nikare bextewar be. Ew difikire ku: “Ez çi bikim jî, ez nikarim malbata xwe bextewar bikim”. Ji ber ku nikare hêviyên malbata xwe bi cih bîne xwe digihîne mekanîzmayeke parastinê ya wiha.

Şaşiya helwestê ya duyemîn jî bikaranîna şaş a pesnê ye. Di civata me de pesindan kêm tê bikaranîn û gelek caran bi xeletî tê bikaranîn. Pesnên şaş têne bikar anîn dibe sedema xwebaweriya zêde, zêdebûna egoyê. Ji bo vê jî divê pesnê hewldan û jêhatîbûna zarok bê dayîn, ne kesayetiya zarok. Dema ku tê gotin, “Tu tenê yî,  bê te kesekî wiha tuneye” Heger zarok bifikire ku ew di her tiştî de bes e, ji bo ku xwe baştir bike ne hewce ye ku hewl bide. Bi xeletî pesindan di vê wateyê de xirabiyê li zarok dike. Dê rasttir be ku meriv pesnê tiştên qenc ên ku zarok bike, wek “Binêre, te çiqasî nivînên xwe xweş raxistine, te kinc çiqas xweş li xwe kirine”, ne ji kesayetiya zarok re, rasttir e. Wekî din, zarok dê hestek înkarkirina xeletiyên xwe pêşve bibe. Xwebaweriya zarokê ku xwe tenê wekî heyînek erênî dibîne, bi xeletî pêş dikeve. Lêbelê, xwebawerî tê vê wateyê ku meriv xwe wekî xwe qebûl dike, ne wekî serdest an hindiktir.

Bandora Genetîkî li ser Xwebaweriyê

Ji %30-40 kesayetiya mirov bi bandorên taybetiyên ji genan çêdibe û %60-70 jî bi fêrbûnê tê bidestxistin. Hin kes bi bandora avahiya xwe ya genetîkî di hundurê xwe de dizivirin, û  ji wan hinek jî derva de dizivirin. Hewldana girtina kesek navxwe û veguheztina wî di nav kesekî çalak û derveyî de, dê ne tenê bê encam be ji ber ku ew li gorî xwezaya genetîkî ya mirov tevdigere, lê dibe ku zirarê bide mirov jî.

Piraniya dêûbavên we neçar in ku rêzê li genetîka we bigirin. Ne rast e ku meriv zorê li zarok bike ku bibe kesekî ku bikaribe tiştên ku di destê wî de digire hilde.

Malbat hema bêje taybetiyên ku dixwazin di zarokên xwe de bibînin li ser zarok ferz dikin. Lêbelê, çêja genetîkî û îmkanên kesayetiya zarok dibe ku li gorî daxwazên malbatê neguncav be. Heger zarokê ku nikaribe reftarên ku malbata wî dixwaze nîşan bide, rastî rexne û heqaretê tê, ew naaxive, xwe ji derdora xwe qut dike û dibe ku bikeve depresyonê.

Di mijarên weha de zerar li ku derê dibe bila bibe, avahiya giyanê mirov nerm e û dikare xwe bi rewşên nû re biguncîne. Ger mirov bixwaze, dê û bav jî bi rêkûpêk tevbigerin, çend salî bin jî, pirsgirêkên weha dikarin çareser bibin.

 

Nevzat Tarhan – Ji Pirtûka Aile Okulu Firat Bawerî wergerandin

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Rê û rêbazên zewaceke demdirêj çi ne?

Li welatê me her ku diçe jinberdan zêde dibe. Zewacên ku bi xewn û xeyalên …

Leave a Reply