111 Navên Rengê Kurmancî

Gelo di kurdiya kurmancî de çend navên rengan hene?

Ev demeke dirêj e ku ez li ser berhevkirina navê rengan ên bi kurdiya kurmncî kar dikim.
Geh li Facebokê, geh di nava hin nivîsan de, gahî jî ji hin kesên salxur dipirsim.
Heta niha 111 nav bi destên min ketine.

Dibe ku hinek ji van navan, ne kurmancî bin, dibe ku hinek jî ne kurdî bin.
Herweha ez wateya hinek ji van navan jî nizanim.

Bi kerema xwe birader û xwişkên me ger wateya wan zanibin, yan heke nizanibin jî ji kal û pîrên li dora xwe bipirsin û binivîsin, pir baş dibe û ji mirinê rizgar dibin.

Ew 111 navên rengan ev in li jêrê:
Behzî
Bej
Bejik
Belek
Belekotkî
Beş
Beşik
Binefşî
Boz
Bozik
Çeqer (qehweyî)
Civît
Çivîtî
Cûn
Cûnik
Çûr
Çûrik
Dexlî (Ela)
Esmanî
Gewez/gevez
Gewezî
Gewr
Gewravî
Gewrexî (sipitayi)
Gewrî
Gewrik
Gulavî
Gulgulî
Gûn
Gûnesmer (E. Xanî)
Helîbî
Hinarî
Kelegewr
Kesk
Keskî
Kewikî
Kinûşk
Kumêt
Lêmûnî
Maronî
Mes
Mor
Morî
Narincî
Pembe
Pembeyî
Pinpinî
Pîvazî
Purteqalî
Qal
Qehwe
Qehweyî
Qemer
Qemerî
Qend
Qendî
Qer
Qîcik
Qule
Qurşûnî
Rengspî
Reş
Reşboz
Reşik
Risasî (cûnê gewr)
Ezmanî
Pembe
Gewr
Qehweyî
Riser
Sereş
Sewz
Sîfik (Rengê gulekê)
Şîlanî
Şîlavî
Şîn
Şîn/heşîn
Şînboz
Şînî
Sipî/spî
Şîrkî (Rengê bacana reş)
Şekerî
Sîs
Sor
Sorboz
Sorik
Sorkî
Spîçolkî
Spîçolkî
Şûfik
Şûrkî
Tarî
Tebeş
Tebeşî
Tehle
Tûtik
Tûtikî
Xak
Xakî
Xemr
Xemrî
Xizik
Xumar
Xumarî
Xumor
Xumrî
Zelal
Zendel
Zer
Zer
Zerboz
Zerî
Zerî
Rengzer
Keskî
Kesk
Zerkî
Zeytûnî
Zîvî

Hin biraderên ku min hin peyv ji nivîsên wan wergirtiye, ji ber ku min navê wan nenivîsiye, lêborîn ji wan dixwazim.
Her şad û bextewer bin…

01/ 12/ 2022 – Zeynelabidîn Zinar

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply