Romana Semerqand – 47 (Amîn Me’lof)

Cherborg, 10ê Avrêla 1912ê.

Li pêşberî min Deryaya Manşê ya bê serî û bê binî, bi ava xwe ya zîvîn ve weke mehfûrekî ya Îranê dirêj dibûya. Li rex tenişta min: Şêrîn. Di baholên me de: Destnivîs. Li derdora me qelebalixek belav û tev Rojhilatî!

Behsa gelek kesên navdar yên li Tîtanîkê siwarbûyîn hat kirin, lê hat ji bîrkirin ku ka ev keştî ji bo kê hatibû avakirin: Koçber, ji bo bi milyonan koçberên mêr, jin û zarok… Ji bo wan mirovên ti axan xwedîkirina wan qebûl nekirî û ewqas mirovên hesreta Emerîkayê dikişandin… Keştî eynî weke keştiyeke mişt dagirtî bû: ji Soûthamptonê Ingilîz û Skandînavyayî, ji Qûeenstownê Îrlandayî û ji Cherboûrgê yên ji deverên dûrtir hatîn, Yewnanî, Sûriyeyî, Ermeniyên Anatolyayê, Cihûyên Selanîkê an jî yên Basarabyayê, Xirvat, Sirp û Ecem didan hev. Rojhilatiyên li keştigehê min dîtîn ev bûn. Her yek ji wan xwediyê nêrîneke maceraperest, kezepşewitî û serhişk dixweya. Hemî, dema hatîn Rojava bi siwarbûna vê keştiyê xwe berbijar dihesibandin. Bi vê berhema ji mejiyê mirovan hatî afirandin, keştiya herî xurt, herî modern û herî zexim.

Ez jî welê difikiriyam. Ji beriya sê hefteyan ez, li Parîsê zewicî bûm. Sebebê şûnve avêtina rêwîtiya min ev bû. Min dixwest ku ez rêwîtiyek ya şêrînmehê ya li hemberê debdebeya Rojhilat ya bi îhtişam ji xoşewîsta xwe re bikim diyarî. Ev ne lêzokiyek beredayî bû. Şêrînê, demeke dirêj fikra bi cihbûna Emerîkayê nepejirandibû. Heke hişyarbûna Îranê nivişkal nemabûya, şêrînê ev pêşniyar qet qebûl nedikira. Min dixwest ku ez wê ji hawirdora jê veqetayî bi îhtişamtir, di cihaneke bi xewnan de tê dîtin de, bidim jiyandin.

Tîtanîk, keştiya tam li gorî vê daxwaza min bû. Ev qesra li ser avê diçû, ji alê ehlê keyfê yên weke Rojhilatiyan zewqên wan heyîn ve hatibû avakirin. Hemameke weke yên li Stenbol û Qahîreyê ew ên mirov nerm û leq dikirin, têde hebû. Şahneşînên camkirî yên bi darên palmîyeyan hatî xemilandin, jîmnazyoma bi balfîks hebû. Ji bo kesên bêrîya berûyê kirîn, hêştirek bi elektirîkî hebû ku dema mo pê li bişkoka wê dikir dimeşiya.

Em li Tîtanîkê ne bi tenê li pey van dîmenên egzotîk bûn. Me carna weke Ewropiyan jî keyf dikir. Xwarina guhmasiyan, keyfa mirîşkên li gorî şêweya Lyonê hatîn pehtin, fir kirina şeraba Cos-d’Estoûrnel ya 1887ê. Guhdarîkirina orkestraya Çîrokên Hoffmann, Geyşa an jî Moxolê Mezin şîrove dikirin jî navbar bû.

Ji bo me qîmetê van rojan, weke yên li Îranê ne xef bûn. Malên şahbanûya min yên li Tebrîzê, li Zarganayê an jî li Tehranê çiqas xweşbin bila bibin, evîna me ya bi mecbûrî di nava çar dîwaran de xef dima, ez aciz dikirim. Êdî em bi hev re bûn, milê me di milên hev de, bi keyf û şahî em digeriyan. Kamaraya keştiyê ya herî fireh ya me bû, lê welê jî heta derengê şevê em nediçûn kamaraya xwe. Çavên li derdorê hemî li ser me bûn û ev yek xweşê me diçûya.

Tişta herî keyfa me jê re dihat jî, gera me ya êvaran bû. Dema me şîva xwe dixwar, em diçûn me efsereke keştiyê didît, her car jî heman efser. Wî em dibirin ber kasayekî, destnivîs jê derdixist. Em di navberê re, guverteyê re diboriyan û diçûn Cafêya Parîsîenê. Li  ser palgehên wê yên rehet rûdiniştin û me eletexmîn rûpelek vedikir û çend çarmalik dixwendin. Paşê em li asansorê siwardibûn û derdiketin guverteyê û li ber hewayê paqij me hev maç dikir. Derengê şevê, me destnivîs dibira jûra xwe, heta sibeyî me teslîmê heman efserî bikira dima li cem me. Sibeyî me dîsa teslîmê wî dikir û wî jî têxist kasayê de. Ev merasîmek, ayînek bû ku pir keyfa Şêrînê jê re dihat. Ji ber wê, heroj heman tişt bi îhtimam min tekrar dikirin.

Şeva çarê, di destnivîsê de li dera ev çarmalika Xeyam tê heyî me vekir:

 

Tu dibêjî: ‘Nefesa emrê me ji kû tê?’

Heke çîrokek dirêj, bi kurtasî bê gotin

Ez ê bêjim: ‘ji binê okyanûsê,

Ji wî okyanûsê her tiştî dadiqurtînê.

 

Ji ber ku behsa Okyanûsê kiribû, pir keyfa min jê re hatibû. Min xwest ku ez dubare bikim. Şêrînê ez sekinandim:

-Ji kerema xwe!

Wek çawa bifetisê welê bû. Min bi tirs, li rûyê wê nihêrî. Got:

-Ez vê rûbaiyê, ji ber dizanim. Lê çawa ez nû sehbikim, hesteke welê ez girtim. Hesko…

Dev ji vegotinê berda, nefesek kûr kişand, piçekî sêwirî dixweya. Got:

-Min divê ez zû bigihijim.

Min milê xwe hejand:

-Heke ji bo rêwîtiyek bi ewle, li vê cîhanê keştiyek hebe, ew jî ev e. Weke Qeptan Shmît jî gotî, “xwedê jî nikare vê keştiyê noq bikê!”

Min digot qey bi van gotina ez ê wê aram bikim, lê min zedetir bizdihand. Xwe milê min ve şidand û got:

-Bi vî awayî neştexile! Ti carî!

-Tu çima ditirsî? Min jî hema welê got. Tu jî vê dizanî.

-Li cem me, yekî bê îman jî newêrê tişteke halê bêjê.

Direcifiya. Berteka wê ya rapir min fêhm nedikir. Rê de ji bo nekevê, ez mecbûr bûm ku min milê wê girt.

Roja din ser xwe ve hatibû. Ji bo wê keyfxweş bikim, min ew li cihên hengê gerand, li hêştira elektirîkî siwar kir. Lê ti tiştî Şêrîn nedisêwirand. Dema şîvê de bê deng bû; wek çewe hincinîbê welê dixweya. Min pêşniyar kir kû îşev em li guverteyê negerin û destnivîsê derneyêxin. Ji bo razanê em çûn kamaraya xwe. Ket nav xeweke nexweş. Ez ji bo  wê ditirsiyam û ji ber ku hînê razana zû nebûbûm, min piraniya şevê bi guhdarîkirina wê borand.

Ne hewceyî derewane. Dema keştî li çiyayê qeşayê ketî, ez pê jî nehesam. Piştî gelek zeman di ser re derbas bûyî, dema pirsa “li hevketin kengê qewimî?” hatî kirin, nîzingê nîvê şevê, ji kamareya li kêlekê weke çawa dengê çirandina nişreyekî bê, min  seh kiribû,  hat bîra min û ew qas. Min qet dengê li hevketinê seh nekiribû. Soxînê ez ketibûm xewê. Dema bi qêr û hawar li dêrî hatî xistin ez veciniqîm. Min li saeta xwe nihêrî, saet yek kêm deh bû. Min kirasê sibehê li xwe kir û derî vekir. Navbir vale bû. Ji dûr dengên bilind dihatin. Vî wextê şevê, ev ne tiştek asayî bû. Ji ber ku ez zehf endîşena nebûbûm min nexwest ez Şêrînê rakim û Ji bo ka çi qewimî ye qene ez bibînim, min berê xwe da cihê deng jê dihat.

Li ser derîncekan, kamarotekî bi dengeke asayî behsa “hinek pirsgirêkên piçûk dikir”. “Kaptan dixwazê ku hemî rêwyên ji pîleya yekemîn, li guverteya Rojê ya li qata herî jor bicivin.”

-Ez jînevala xwe hişyar bikim? Piçekî nexweşe…

-Kaptan got herkes ezbenî.

Ez vegeram kamarayê û min Şêrîn hişyar kir. Gelek bi nerm û heskirin. Min lêvê xwe dan ber guhê wê û milmiland. Bi misdana serê wê, maçkirina mûjankên wê, pispisandina navê wê min got:

-Divê tu rabî. Pêwîste ku em herin guwerteyê.

-Îşev ez nikarim. Min zehf sar e.

-Ne ji bo gerê. Fermana kaptan e.

Vê gotinê bandora birûskê lê kir:

-Xwuda! Qêrîya.

Bi lez cilên xwe wergirtin. Ji bo vepesirandina wê, min got: “Eceleya me tine.” Dema em gihatîn guverteyê, endîşeyeke berbiçav xuya dikir. Rêwî li filîqeyan dihatin siwarkirin. Ew kamarotê gava din, li wir bî. Ez li cem wî ve çûm. Ji xwînsariya xwe tiştek winda nekiribû. Got:

-Ewul jin û zarok.

Dema min destê Şêrînê girt û ber bi filîqeyan ve bir, bi lavelav got:

-Destnivîs.

-Vê tevlîheviyê de em ê wê winda bikin. Yê kasayê de baştir bê parastin.

-Bê wê ez naçim ti derî!

Kamarot ket navberê û got:

-Ti kes ti derî ve naçê. Qasê saetek didoyan yê rêwî ji keştiyê bên dûrxistin. Ew qas. Heke hûn ji min bipirsin ev jî ne pêwîste, lê keştiyê de gotina kaptan diborê.

Welê dixweya, Şêrînê bawer nekiribû. Bi tenê hat kişkişandin û nekarî li pêşberê vê yekê bisekinê. Heta efsereke keştiyê hat ba min û got:

-Ezbenî, pêdiviya me bi te heye.

Ez nîzing bûm.

-Vê filîqeyê de zelamek kêm e, hûn dizanin bêrikê bikişînin?

-Li Kendava Cheaspeakê, bi salan min bêr kişandin.

Aram bû, ez û Şêrîn li filîqayê siwar kirin. Filîqayê de em nêzî sêh kesan bûn, ew qas jî cihên vale hebûn. Bi çend kesên bêrkêş yên bi tecrûbe re, li filîqayê siwarbûna min hatibû ferman kirin. Em bi şidekek welê danîn ser avê, qet xweşê min neçû. Min bi destiyê bêrikan girt û hejand. Ji bo çûyîna kû derê? Kîjan quncika tarî? Qet, ti agahiyên min tine bûn. Kesên bi karê rizgarkirinê re mijûl dibûn jî ne dizaniyan. Min biryar da ku bi tenê ji keştiyê qasî niv mîlê dûr bikevim û bisekinim.

Xulekên ewul de derdê me hemûyan, xwe parastina ji seqemê bû. Sirek qerisîner dihat û nadihişt em dengê mûzîka orkestraya keştiyê lê dixist seh bikin. Dema em sekinîn, ji nişka ve em, bi rastiyê re rû bi rû man: Tîtanîk ji alê pêş ve di ser sêrî de xwehr bûbû û ronahiyên wê yeko yeko ditefiyan. Em hemî teys û bêdeng bûbûn. Ji nişka ve yekî bang kir, ev dengê zelameke avjenî dikir bû. Min berê filîqeyê da wî. Şêrînê û yên din alikariya  zelêm kirin û hilkişandin filîqeyê. Pey re kesên din jî işaret dan. Me ew jî ji nav deryayê dan hev. Me xwe li nav vî karî de, winda kiribû; Şêrînê qêrek da. Tîtanîk serobino bûbû û kêlikî sekinîbû. Pênç xulekan welê sekinî û paşê li pey çarenûsa xwe, sernişûv noqî avê bû.

Roja 15ê Avrêlê em di rewşeke ji halketî, westayî û xemgîn de bûn. Şêrîn li rex min bêdeng, em di guverteya keştiya Carpathîayê de bûn. Ji dema me noqbûna Titanîkê dîtî vir ve, yek peyv ji devê wê derneketibû. Çavên xwe ji min direvandin. Min dixwest ku ez, rizgarbûna me û mirina piraniya rêwiyan bîra wê bînîm û wê vehejînim. Min dixwest ez jê re bibêjim; ‘li vê guverteyê de jinên mêrên xwe, zarokên xwe winda kirîn hene.’

Lê welê jî min nediwêrî ez şîretan lê bikim. Ev destnivîs, çawa ji min re ji mucewherekî bi nirxtir bê, ji wê re jî welê bû. Ji xeynî wê sedemê hevdîtin û pevre bûyîna me sê behrî jî ew bû. Piştî ev qas karesatan tinebûna wê, bivê nevê bandor li Şêrînê dikir. Soxînê min çêtir dît ku bimînê hêviya demê ve. Dem, dermanê her tiştî bû.

Şeva 18ê Avrêlê dema em nêzî keştîgeha New-Yorkê bûn, pêşwaziyek ecêp hat kirin. Rojnameger bi kelekan hatibûn, bi hoperlorên di destên xwe de qêr û hawar pirs dipirsiyan. Hin rêwiyan jî, destê xwe weke hoperlorê didan ber devê xwe û hewl didan ku bersivan bidin. Dema Carpathîa ket ber rixtimê, rojnameger bezîn cem rêwiyên hatîn rizgarkirin û ka yê kîjan rêwî buyerê bi hûrgilî vebêjin li wan geriyan. Yê ez hilbijartîm, nûçegihaneke ciwan yê Evenîng Sûnê bû. Teybetî bi helwesta Kaptan Smîth û şêl û bêla rêwiyan eleqedar dibû. Gelo rêwî bizdihabûn? Gelo raste, ji bo rizgarkirinê pêşîkî dayîn kesên di pîleya yekemîn de? Ji bo her bersivê ez difikirîm û min hafizeya xwe vedinêriya. Dema em ji keştiyê peya dibûn, pey re jî li ser rixtimê em qederekî ştexilîn. Şêrîn a bêdengiya xwe xeranekirî li cem min sekinîbû û paşê yekcar winda bûbû. Bêguman li van deran bû, nehewcebû ku ez bitirsim. Fotografkêşek, bi rohniya filaşê ve ba min ve tê. Geleke li pişt wî bê.

Dema rojnameger çû, ji bo şahidiya min ez pîroz kirim û ji bo paşê bi min re biaxivê jî navnîşana min stand. Min li derdora xwe dinêriya. Min dengê xwe li Şêrînê kir, çiqas diçû dengê min bilindtir dibûya. Şêrîn nedixweyiya. Min biryar da ku li dera ez hiştîm, ez ji wê derê nelepitim. Ez, mam li hêviya wê. Saetek. Du saet. Rixtim hêdî hêdî vale bû.

Ez li kû derê binêrim? Ez ewul çûm nivîsxaneya Whîte Starê. Şirketa Tîtanîkê bû. Paşê ez li otêlên yên rizgarkirî lê hatîn cih kirin geriyam. Ti şop tinebûn. Dîsa vegeriyam rixtimê. Vale bû.

Pey re, min ji xwe re got ‘navnîşana min dizanê, piştî vepesirê yê li min bigerê.’ Ji ber wê, min biryara çûyîna dera dizanê girt: Mala min ya li Annapolîsê!

Demeke dirêj, ez mam li benda saloxên Şêrînê. Nehat. Ji min re nenivîsand, li cem min ti kesî navê wê hilneda.

Îro, carna ez ji xwe dipirsim: Gelo kesek welê hebî? An berhemak a hingofa min ya Rojhilat bû? Dema gumanên min zêde dibin, hafizeya min tarî dibê, hişê min ber windabûnê ve diçin, ez radibim ronahiyên mezelê hemûyan pêdixim, nameyên kevin derdixim, hesko min ew nû standîn, ez wan vedikim, bêhn dikim,  hin rûpelan ji nû ve dixwînim. Zimanê van nameyan yê sar jî bêhna min derdixê. Hesko ji nû ve, çavdêriya evîneke nû li min bidê jiyandin. Hingê ez vedipesirim, wan datînim cihê wan û dikevim nava bîranînên kevin yên tarî de. Peyveke li salonek ya Stenbolê hatî gotin, şevên li Tebrîzê yên bêxew borîn, Germa zivistana Zargandayê! Ji rêwingitiya me ya dawî jî ew sehne: Em derketine li guverteyê digerin û quncikeke tarî de jî hev radimûsin. Ji bo ez rûyê wê bêxim nava destên xwe de min destnivîs dataniya keviyekî. Dema Şêrînê ev dîtî, ji kena zik û pişt bûbû, gavek dido şûnve avêtibûn û hesko li şanoyê de bileyizê, deng li ezmên kiribû:

-Di Tîtanîkê de Rûbaiyat! Kulîlka Rojhilat di guldanka Rojava de! Ey Xeyam! Te ev kêliya xweş ya em tê de dijîn dîtibûya!

                                -QEDÎYA-

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply