Romana Semerqand – 31 (Amîn Me’lof)

“Diya min” ya piştî çend kêliyan hatî mezelê, mecbûr ma ku rave bike ka çire zelamek di mala wê de ye. Şûna navê xwe an yê keçên xwe pîs bikê, rastî got. Ka ev zelamê xerîp kî ye û bi welatparêziyeke mezin û lehengiyê vegot. Hevparê sûncê kesê ewda mêrê wê vekirî û zalim ji holê rakirî. Ew Frengê polês hemî lê digeran vaye ev bû!

Ewul man sekinîn û nizanîna çi bibêjin, lê paşê vebûn û pesnê wêrekiya min dan û ez piroz kirim. Piştvanka min jî ji bîr nekirin û ew jî pîroz kirin… Bi rastî di rewşek halê nelirê de, enceq bi vî awayî xilas bibûya. Di nava Enderûnê de heyîna min pirsgirêk bû. Lê ji bo veşartina min başqe çare jî tinebû.

Rûmet rizgar bûbû lê wextê çûyina min jî hatibû. Du riyê min hebûn. Ya hêsan, bi cilên jinan min xwe bigihanda balyozxaneya Emerîkayê. Ango min riya xwe ya ji beriya çend hefteyan bidomanda! Lê diya min ya manevî nehişt. Li hawîrdorê gerabû û dîtibû ku riyên diçin balyozxaneyê hemî hatine girtin. Di ser de jî, bi vê bejnê ve -1,83- min nikariya ez ti leşkerî bidim bawerkirin ku ez jin im. Çareya din, şîreta Cemaleddîn bû: Şandina xeberekî ji Şahbanû Şêrînê re. Dema min ji “Diya xwe” re got, cihde pejirand. Navê neviya şahê hatî kuştin seh kiribû. Kesên diketin tengasiyê, alîkariya wan dikir. “Diya min” ji Şêrînê re pêşniyara birina nameyekî kir. Rewş gelek eşkerebû lê heke name biketa destê yekî din de, ti wateya wê nama. Min çawa binivîsanda? Min ne dikarî ez navê xwe binivîsim, ne jî yê Ustad. Min bi tenê hevoka wê ya dawî ya ji min re gotî nivîsand: “Xwedê zane, belko rojekî em liqayî hev bên!”

Piştî mirinê çil rojan, ji bo giyanê miriyan xwendin dihate kirin. “Diya min” ji bo nîzingê Şêrînê bibe, roja çîlê ya mirina şah mûnasip dîtibû. Nav wê qelebalixê de dana nameyê, bê zehmet pêkhatibû. Şahbanûyê xwendibû û bi tirs çavên xwe li nivîskarê wê gerandibû. “Diya min” bi dengeke nivz gotibû, “li cem me ye.”  Şêrînê tavilê, dev ji dua berdabû, gazî erebevanê xwe kiribû û diya min li rex xwe siwar kiribû.  Paşê faytona nîşanka qesrê pêve, li ber derê Otêla Prevost sekinî bû. Ji wê pê de herdu jinên çarşefkirî, riya xwe peya domandibûn.

Hevdîtina me, weke ya ewul kurtbû. Şahbanûyê, ji sêrî heta binî li min nihêrî, rûyê wê geşbû. paşê ferman kir:

-Yê sibê erebevanê min werê te hilde. Amadebe. Çarşefekî li xwe bike, dema tu bimeşî serê xwe hilnede!

Min we dizanî, yê min bibê balyozxaneyê. Dema erebe ji bajêr derket, nû min zanî ku ez şaş im. Got:

-Min dikariya ez te bibim Balyozxaneya Emerîkan lê yê bizinibiyan ka tu çawa hatî wê derê. Ji ber mensûbiyeta xanedanê hêza min hebê jî, Ez ewqas ne bihêzim ku kesê hevparê kujerê şah dixweyê biparêzim. Ji bilî wê ne ez tenê, ew rebena tu veşartî jî yê biketa tengî. Ji xeynî wê, balyozxaneya we jî nedixwest keseke bi vî sûncî tê tewanbarkirin bihewînê. Bawer bike, tu Îranê biterikînî yê ji herkesî re baştirbê. Bextiyarî, dibîn xalanên min. Ez te dibim cem serekên wan. Bi eşireta xwe ve, ji bo çil rojiya şah hatibûn. Min ji wan re, ka tu kî yî û bêgunehiya te vegot. Lê divê zelamên wan, ti tiştî nizanibin. Yê mihafizên wan, heta tixwûbê Osmaniyan havaltiya te bikin. Hûn ê di riyên karwanî nizanibin de herin. Li gundê Şêx Evdilezim, li hêviya me ne. Diravên te hene?

-Hene. Min du sed tuman dan parêzvanên xwe. Li rex min qasî çar sed tûmanan hene.

-Têra te nakin. Tu yê nîvê wan diravan, li kesên rex te tên belav bikî. Ji bo rêwingîtiya te ya mayî jî, zehf dirav divin. Ha ji te re hinek diravên Tirkan, dibê ku kêrî te bên. Ez nameyekî jî, ji Ustad re dişînim. Tu yê Stenbolê re herî, ne welê?

Min nediwêrî jê re bêjim “na”. Name xist bin kirasê min de.

-Ev pelgeyên vepirsîna Mîrza Riza yên ewul in. Heta sibê ez, bi nivîsandina wan ya ji nû ve mijûl bûm e. Tu dikarî bixwînî, heta geleke tu bixwînî. Tu yê gelek tiştan jê bigirî. Vê riya dûr de, yê te mijûl jî bike. Lê nebî kes bibînê!

Em gihaştibûn keviya gund. Polîsan, heta barê hêstiran jî, her tişt hûr hûr kontrol dikirin. Lê ji babê kê zêdebû, faytonek e qesrê kontrol bikê? Riya me domand, heta em gihaştin ber avahiyek zer. Nîvê hewşê de, çinarek sed salî û li dora hewşê jî leşkerên nav rext û fişekan de mayîn rêz bûbûn. Şahbanûyê, tevzikî li simbêlên wan yê boq û xemla wan ya mêrane nihêrî û got:

-Çawa tu dibînî, ez te teslîmê ewlehiyê dikim. Yê te, ji wan jinikên reben çêtir biparêzin.

-Ez biguman im!

Bi tirs awirên min, ketin ser lûleyên berê wan li hawîrdorê.

Kenî û got:

-Ez jî biguman im. Lê welê jî yê te heta Tirkiyayê bibin.

Bi xatir xwestinê re, yekderb min got:

-Ez dizanim ne cihê wê ye lê, gelo di nav tiştên Mîrza Riza de, Pirtûkek kevin ya destnivîs hatiye dîtin?

Berê xwe guherand û dengê wê hişk bû, got:

-Bi rastî jî ne cihê wê ye. Heta tu negihî Stenbolê, navê wî dînî qet nebêje!

-Pirtûka Xayam!

Ez di israrê de mafdarbûm. Ji lew re, ma ev tişt hemî ne ji ber vê pirtûkê hatibûn serê min? Lê Şêrîn, bêsebir bûbû û keserek kişand:

-Ez ti tiştî nizanim. Ez ê fêr bibim. Navnîşana xwe bidin min, Ez ê ji we re binivîsim. Lêbelê nebî tu bersivê bişinî!

Bi lezgînî min “Annapolîs, Maryland” nivîsand. Ez, zehf li ber zehmetê xwe ketim. Rêwingîtiya min ya Îranê, ev qas kurt û hêca di sêrî de, ev qas bi teşqele despêkiribû. Min kaxiz raberî şahbanûyê kir. Dema dest avêtê, min bi destê wê girt û qasek kin be jî min şidand. Wê jî neynûkên xwe di nava destê minde birin xwar. Demekî dewsên neynûkên wê, di kefa destê min de cih girtin. Beşişandinek geş di rûyê me herduyan de jî xwiya bû û me bi hev re got:

-Xwedê zane, Belko em dîsa liqayî hev bên!

Du heyvan, em derê welê re çûn, qet naşibiyan rê. Piştî gundê Şêx Evdilezim, em ber bi başûrê rojhilat ve çûn û ketin nav axa eşîreta Bextiyariyan. Piştî em ji Gola Sêlaxa ya Xwê bihorîn me şeva xwe, li kevîya çemê hemnav bihurand. Lê em neketin nav bajêr. Hevalên min yê rê, qet tifing ji milê xwe venedkirin. Em derê qelebalix re nediçûn. Xalê Şêrînê, her çiqas carna digot: “Em li Amûkê ne”, “li Warçê ne”, “li Xumeynê ne” jî lê me bajar bi tenê jor de didîtin. Dema gihatîn Çiyayên Lorîstanê yên li wî alê Çemê Qomê, em ketin nav axa Bextiyariyan de. Ji bo rûmeta min ziyafetek hat lidarxistin. Qelûnek afyonkirî kirin destê min de. Ez nerm bûm û ketim nava şahiyê de. Hêca ez neketîm ser wê rîya dûr, diviya du rojan min bêhna xwe berda. Ez Şûster û Ahwazê re bihurîm û gihatim bajarê Osmaniyan yê li Şattûlerebê, Besrayê.

Êdî ez ne nav axa Îranê de bû. Ez rizgar bûbûm. Heta Behreynê, mehekî min rêwîtiya deryayê kir. Di Deryaya Sor û qenala Suweyşê re bihorîm û giham Îskenderiyeyê. Soxînê bi keştiyeke Tirkan ya kevin gihatim Stenbolê. Di vê reva bi xetere û zehmet de, yek mijûlahiya min hebû. Ew jî pelgeyên vepirsîna Mîrza Riza bûn. Heke min mijûlahiyek din dîtibûya, belko min disa li wan binihêriya, lê demên min bi vî zelamê mehkumê dardekirinê re bihurandîn ew qas bandor li min kiribûn ku nayê gotin. Bejna ziravok, çavên biqehir, temtêla melatiyê, ji ber çavên min naçûya. Carna hesko dengê wî yê biqehr, bê guhê min!

“-Te şahê me yê Delal ji bo çi kuşt?

“-Kesê bivê bibînê, yê bizanibê Şah, li dera Seyyîd Cemaleddîn hatî girtin, hat kuştin. Ew mirovê Ezîz, Ew kesê bêemsal ê ji silsileya Pêxember tê, çi kiribû ku heta li ser wê tirbê xirandin û girtin?

“-Kê ji te re got Şah bikuje? Hevparê te yê vi gunehî kî ne?

“-Ez bi wî xwedayî bikim. Ew xwedayê Cemaleddînê mezin û hemû mirov dayîn, sond dixwum ku ji min û Seyyîd pêştir, ti kesî nedizanîya ez ê Şah bikujim. Seyyîd li Stenbolê dijî, de herin bigirin, da ez we bibînim!

“-Cemaleddin çi ferman dane te?

“-Dema ez çûyîm Stenbolê, min êşkenceyên kurê şah li min kirîn vegotin. Seyyîd ji min re got: “Neke porepor. Ma tu ji girî pêştir, ti tiştî nizanî? Kurê Şah êşkence li te kiribê, tu jî wî bikuje û jê xelas bibe.”

“-Madem yê êşkence li te kirî kurê wî bû û Cemaleddîn jî şîreta kuştina kurê wî li te kiribû, te ji bo çi kurê wî nekuşt û ew kuşt?

“-Min ji xwe re got: “heke ez kurê wî bikujim, yê şah bi wê hêza xwe ya tirsnak, hezaran mirovan bikuje.” Şûna mo çiqilekî bibire, mo dara zilmê ji ra ve hilke çêtir e. Dibê ku şûna wê dareke din şîn bibê. Jixwe siltanê Tirkan jî -dema bi Cemaleddîn re axivî-gotibû: “ji bo tevahiya misilmanan bibin yek, pêwîste ku misilman ji vî şahî xelas bibin.”

“-Axaftina teybet ya Siltan bi Cemaleddîn re kirî, tu ji kû dizanî?”

“-Seyîd Cemaleddîn bixwe, ji min re gotibû. Baweriyê li min tînê û razan ji min venaşêrê. Dema Ez li Stenbolê, weke kurê xwe an jî weke birayê xwe li min dinêrî.”

“-Madem ku li wê derê ewqas baş li te nihêrîn, tu çire hatî vê Îrana tu ji girtin û êşkenca wê ditirsî?

“-Ez li baweriyêde me ku, heke xwedê ne nivîsandibê, pelek jî ji darê nakevê. Hatina min ya Îranê û ez bûyîm sedemê vî karê bûyî, ji aliyê xwedê ve hatibû nivîsandin.”

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply